Dibistana malê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Home schooling hat beralîkirin)
Homeschooling

Dibistana malê, perwerdehiya malê, homeschooling, fêrkirina zarrokan di nav mal de ye. Perwerdehiya malê pirraniya caran ji aliyê dêbavan yan mamostayekê taybet ve tê encamdan.

Berî ku hikûmet yasayekê bidane ku xelik neçar be biçe zanîngehên hikûmî, pirraniya zarrokan zanîn û perwerda xwe ji aliyê xêzan û civakê xwe ve werdigirt.

Li gelek welatan homeschooling, di serdemên hevçerx de, wekî rêyeka pêgihur e li şûna zarrok li zanîngehên hikûmî yan taybet bixwînin û ew jî helbijartineka yasayî ye bo dêbavan. Li him miletên din, wekî Almanyayê, Homeschooling wekî karekê narewa û ne yasayî tê hijmartin û ji ber hin egerên taybet hatiye rawestandin, li sala 2016, nêzîkî 2,3 miliyon qotabiyan homeschooling li Amerîkayê (Wîlayetên Êkgirtî), Brian 2016, encam da.

Homeschooling li Rojhilata Navîn tune ye. Hin kurdan, yên ku kar digel rêxirawên nehikumî kirîn, serbor li gel homeschooling hene, çimkî ecnebî pirrî caran homeschooling li gel zarrokên xwe encam didin ji ber nebûna pêguheran.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]