Hormona aldosteron

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Sîstema anjiyotensîn-renîn

Hormona aldosteron ji beşa tûkila adrenal tê berhemkirin. Aldosteron hormonek steroîdî ye.[1] Karê sereke ya aldosteronê rêkxistina mêjera mîneral (xwê) û ava laş e. Ji ber bandora aldestoronê ya li ser mîneralan, ev hormon wekî hormonek sereke ji koma mîneralokartîkoîdan tê hesîbandin.

Kontrola berhemanîn û derdana hormona aldosteronê ne bi hormona ACTH, lê bi sîstema anjiyotensîn-renîn pêk tê. Li gor vê sîstemê, daketina pestoya xwînê an jî kêmbûna şileya xwînê ji boy derdana aldosteron dibe hişyarî. Gurçik, kezeb û pişik jî di sîstema anjiyotensîn-renîn de ji boy rêkxistina mêjera aldosteronê kar dikin. Enzîma renîn ji gurçike tê derdan, anjiyotensînojen jî ji kezebê tê derdan. Di nav xwînê de anjiyotensînojen bi bandora renîn, diguhere û dibe Anjiyotensîn I. Ji pişikê enzîma guherîna anjiyotensîn I tê derdan (ACE, angiotension-converting enzyme) bi bandora vê enzîmê, anjiyotensîn II çê dibe. Bi bandora anjiyotensîn II ji tûkila adrenalê hormona aldosteron tê berhemkirin û derdan. Hormona aldosteron bandor li ser gurçikan dike. Bi vî awayê av û xwê (NaCl) ji lûleyên mîzê dubare tê mijandin, bi tevlêbûna sodyum û avê, qebareya xwînê zêde dibe. Herwiha, anjiyotensîn II lûleyên xwînê teng dike bi vî awayê pestoya xwînê berz dike.

Bi kurtasî hormona aldosteron ji boy rêkxistina pestoya xwînê, av û sodyuma nav xwînê kar dike. Herwisa aldostereon li ser kêmkirina rêjeya potasyuma nav xwînê jî bandor dike[2]. Her ku di nav xwînê de hormona aldestoron zêde dibe gurçik hê pirtir potasyumê di nav mîzêde der dide.

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • Barewabarayti Parwarda (e-learning),[[3]] Korrijên
  • Khan Academy,[[4]] Aldosterone raises blood pressure and lowers potassium

Li vana jî bibîne[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • [5] Rijên
  • [6] Hormona kortîkotropîn

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [1]Aldosterone
  2. The Hormone Health Network,[2] what is aldosteron?