Hosting

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hosting an jî vehewandin, tê wateya ku dosiyên wekî nivîs, wêne û videoyan ên malperekê ji bo bikarhêner bikaribin xwe bigihîninê li ser komputerekê tên hilanîn.

Komputerên ji bo hostingê hatine afirandin, bi taybetî hatine hilberîn, zûka bi înternetê ve girêdanên xwe pêk tîne, dikare bi sedan bikarhêneran bi hev re vehewîne û xizmetê bide wan û dosiyên ku dê bêne weşandin li cem xwe bi ewlehî vedişêrin. Ji bo van komputerên ku ji bo hostingê hatine afirandin, bi kurdî pêşkêşkera webê tê gotin. Gotina hosting ku gotineke îngilîziye jî, tê wateya xebata hilanîn, veşartin û weşandina dosiyên webê.

Bi sedan fîrma hene ku karê Web hostingê dikin. Her fîrma taybetiyên cuda û bihayên cuda pêşkêş dikin. Fîrma li gor bazarê pakêtên hostingê yên cur bi cur diyar dikin.

Taybetiyên bingehîn ên hostîngê ku li ser biha û performansê bandora xwe dikin.

Cureyên wan jî hene. Shared Hosting, Co-Location, Reseller û Dedicated Hosting. Di Shared hostingê de mirov dikare di pêşkêşkerekê de gelek domain bi cih bike. Co-Location, pêşkêşkera mirov di Data Center ên bi taybetî hatine amadekirin de bi lezeke bilind a xizmetê ji weşanê re vedike. Dedicated, xizmetên wekî pêşkêşker û girêdanî jî tevlê hemû xizmet ji aliyê fîrmayê ve tên dayin. Di Reseller Hostingê de bi hejmareke belî domain, disk û bandwidth hatine sînorkirin.

Tiştên Divê Bên Zanîn

Pêşî du cure pêşkêşker (server) hene. Windows Server û Unix Server (Linux). Nirxandina wan wiha tê kirin.

Windows Server: Di Windows Server de PHP û ASP dikare were xebitandin. Lê bi piranî, an jî nêzî ji %100'ê wan ASP tercîh dikin. Panela kontrolê Plesk e. Her wisa di ASP'ê de dane li dosiyên acess tên hilanîn. Dirêjahiya wan .mdb ye. Lê ji ber ku di pergalê de gelek bug hene û mîhengkirina permission (destûr) gelekî zehmet e, Windows Server nayên tercîhkirin.

Unix Server: Unix server PHP, Perl û .C dixebitîne. Lê c. û perl gelekî nayên bikaranîn. Bi tenê ji bo ji bo mirov ji bugên pergalê sûdê wergire û root bibe exploit bi van zimanan tên nivîsîn. Heke li Unix server bug tune be û bi tenê xwediyê pêşkêşkerê (server) di nivîsbariyên xwe de bug bi kar anîbe, dikare pirsgirêk derkeve. Ji lewre Unix server ji aliyê datacenter ve tê tercîhkirin. Daneyên PHP û Perl bi saya nivîsbariya mysql tên hilanîn, veşartin. Dirêjahiya wan jî .sql ye.