Hozan Efrînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Hozan Efrînî
Hozan Efrînî.jpg
biguherîneBelge

Erif Xelîl ê Mihemd ê Murşid ê Ehmed ê Hec Qedûr ê Bejûj ê Mirano ê Mezyano, rojnamevanê kurd e ku di nava kar û xebata siyasî û rojnamevaniyê de, bi navê Hozan Efrînî û carna Hozan Xelîl tê naskirin. Di sala 25ê tebaxa 1970`ê de, li gundê Miskê Jêrîn ya ser bi navçeya Cindirêsa Kantona Efrînê li Rojavayê Kurdistanê di hembêza malbateke welatparêz û fedakar hatiye dinê û çavên xwe li jiyanê vekirî.

Li dibistana gundê Miskê û piştre jî li navendiya Jindirêsê û piştre jî li navendiya Mazin Dabakh ya Alepoo dixwîne û xwendina xwe bi dawî nake û peywendî bi rêzên tevgera azadiya Kurdistanê ve dike û bi germî ligel rêxistinan bi awayekî aktîvana di kar û çalakiyan de berdewam dike.

Leşkeriya Neçar û tèkelîkirina bi Tevgera Kurdî re[biguherîne]

Di sala 1989`an de, diçe xizmeta leşkeriya neçar ya Sûriyê li Lubnanê (Lebanon) di bajarê Balabakê de, di wê derê de, derfet ji kar û xebata wî re zêdetir dibe û peywendiyên xwe ên rêxistin û siyasî kurdî berferehtir û bihêztir dike û wek xebatkarekî pir çalak dikeve nava xebata siyasî ya tevgera azadiya Kuridstanê û gelek caran beşdarî çalakiyên cur bi cur ên derbarê maf û azadiyên gelê kurd û Kurdistanê dikir heya sala 1992`an ku xizmeta leşkeriya Sûrî bi dawî kir.

Tevlêbûna fermî ji tevgera kurdî re[biguherîne]

Di 15-5-1992`an de, Hozan Efrînî bi fermî têkelî bi rêzên xebata Tevgera Azadiya Netewî Kurdistan re dike. Ji sala 1992`an ve ku bi awayekî fermî dest ji jiyana mal û jiyana xweyî berdide û tevlî rêzên Tevgera Rizgariya Netewa Kurd dibe û heya tebaxa 2004`an dirêjahiyê bi kar û xebatên xwe dide.

Fêrbûna nivîs û xwendina zimanê zikmakî...[biguherîne]

Di sala 1992`an de, bi riya van kesna fêrî zimanê kurdî bû, xalên xwe yên nemir Bekir û Xelîl Hesen Elî ji gundê Keferdela jorîn û bi riya helbestvanê kurd ê Efrînî nemir bavê Welat ku ew jî ji Keferdela Jorîn bû, xwe fêrî rêzmanê kurdî latînî kiribû, sûdeke pir mezin ji xalê xwe yê nemir û ji helbestvan ê nemir Bavê Welat girtibû. Pişt re jî, dema ku tevlî xebata tevgera rizgarîxwaza kurdî dibe, ji bo bihêzkirin û serrastkirina rêzman û wêjeya kurdî a resen, beşdarî perwerdeya zimanê kurdî li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dibe, piştî bi dawîbûna perwerdeyê, ew wek mamoste dest bi karên dayîna waneyên kurdî ji bo komên kadro û cebhewiyên û ciwan û zarokên kurdî xebatkarên navxweyî ku di xebata nava gel dikirin.

    • 1992 derbasî xolên perwerdeyê ziamnî kurdî dibe

Efrînî dibêje; Dema ku min di sala 1992"an de perwerdeya zimanê kurdî bi serkeftî bi dawîkir, pişt re jî, ez wek mamosteyê zimanê kurdî hatim destnîşankirin. Êdî pişt re min waneyên perwerdeya zimanê kurdî, ji bo komên zimanê kurdî dest bi kar kir û bi serkeftî jî derbas kir.

Her weha Efrînî di dirêjahiya gotinên xwe de, wiha dibêje; Xalê min Xelîl ê nemir û her weha xalê min Bekir é nemir, her du wek mamosteyên min bû, bi taybetî di warê hendan û destekdayînê de, gelek xweşhaliya xwe ji min re anîn ser ziman û herdukan bi awayekî geşbînî ez hendam û ji bo dirêjedayîn bi zimanê kurdî tako di pêşerojê de, ez xizmetekî di wê barê de ji bo dewlemendkirina ziman û çanda netewaya kurdî bikim... Li gor axiftinên Efrînî ku Xalê wî Bekir ê ku çû ser dilovvaniya Xwedayê xwe, xwendin û nivîsa xwe ya zimanê kurdî latînî pir baş bû ye. Her weha zimanê kurdî yê xalê wî ê ku di sala 2009`an de koça dawî kiribû Xelîl bavê Ocalan jî her wusa bû.

    • Her du xalên min û helbestvan Bavê Welat mamosteyê Efrînî bûn

Efrînî dibêje; Ew herduk ligel helbestvanê nemir Bavê Welat ê ji gundê Keferdelê jorîn, hender û destekvanên min di warê pêşxistina zimanê kurdî de bûn.

Helbestvanê nemir bavê Welat, yek ji kesayetiyên herî çalak di warê pêşxistina zimanê kurdî de bû. Ew xalê xalojna min Almaz xwîşka siyasetmedar û damezrênerê tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê Dr. Xelîl Abdula ye.

Nemir bavê welat jî alkariya min pir kir bi taybetî di barê rêzmanê zimanê kurdî de. Ez henderî helbestan jî kirim û ji ber wê jî min çendîn helbest bi zimanê kurdî amadekirin û niha jî ez hewildidim ku bikim pirtûk. Ji ber wê jî, dema ku ez li Eşrefiyê û taxa Muxaberata tevlî xolên perwerdeya kurdî bûm, min dikarî di asta baş de derbas bibim û pişt re jî we mamosteya imanê kurdî omên ziman birêve bibim. Ji ber wê jî ez heya niha jî girîngî bi zimanê kurdî didim û iha min pirtûkek derbarê Rojavayê Kurdistanê de amadekiriye tako di demên pêş de drbaî çapê bikim.

Veguhertina awaya xebatê[biguherîne]

Her weha di dawiya 2004`an de, piştî derketina nakokî û aloziyan ligel hinek ji serkirdeyên Tevgerê, Efrînî neçar dibe dest ji xebata pîroz berde û berê xebata xwe bide bi xebatên sivîlî û rojnamegerî û niha jî di nava kar û xebatên rojnamgerî û nivîskarî û rêxistinên sivîlî berdewam e.

Xebata sivîl û rojnamegerî[biguherîne]

Rojnameya Aso ya ser bi saziya Xendanê[biguherîne]

Di sala 2005`an de, bi fermî wek peyamnêrek û rojnamevanek di Rojnameya Aso ya girêdayî saziya Xendanê ya çap û weşanê ku li bajarê Silêmaniyê derdiket dixebitî. Efrînî li wir piştî ezmûnkirin û teqîkirina bi têwrî û kirdarî, ji aliyê komîteya destnîşankirina peyamnêran ve, hate pejirandin û bi fermî wek peyamnêr û şopênerê karûbarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê, dest bi kar dike.

Di rojnameya Aso de, gelek hevpeyvînên girîng ligel serok û sekreter û endamên serkirdeyetî û politburoyên piraniya partiyên Rojavayê Kurdisdtanê û Bakurê Kurdistanê saz kiriye û rojena jî nûçeyên derbarê fişar û êrişên rêjîma Sûrî li ser aliyên kurdî çi bi nûçe û çi bi raportên nûçeyî diweşand.[1]

Efrînî û Şêrkoyê Bêkes.jpg

Hevpeyvîna Efrînî li gel helbestvanê nemir Şêrko Bêkes

Fişara aliyên kurdî li ser Aso û deskişandina Efrînî ji xebata rojnameya Aso[biguherîne]

Her weha Ji 2005 heya dawiya sala 2009`an di kar û xebata Rojnameya Aso de berdewam dibe. Lê ji ber fişarên hinek ji Partiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi serkêşiya nûnerê Partiyên Rojavayê û berdewamkirina wan part û aliyan li gilîkirin û dijayetîkirinên li hemberî xebata rojnamegeriya Efrînî di rojnameya Aso de, bi taybet piştî ku xebatên xwe li dijî reftarên şovenîst ên rêjîma Sûrî bihêz kir. Her weha û çend carekê jî, di rojnameya Aso de, bi awayekî fermî daxuyanî ji aliyê Mesûd Kobanê ve hatibû weşandin ku tê de daxwaza destpêkirina şerê çekdarî li dijî rêjîma Baesê kiribû.

Her weha di encamê de, sernûserê Aso Arif Qurbanî ji Efrînî daxwaz dike ku dest ji rojnameya Aso berde û li ser malpera Xendanê beşê kurmancî de bixebite tako fişarên partiyên kurdên Rojava li ser saziya wan bête sivikkirin. Lê ji bo wê karî, Efrînî bi pêşniyara wî razî nabe, li gor Efrînî ku ew aliyên Rojavayê Kurdistanê bi zanebûn giliyan li dijî wî tomar dikin, çendîn car ji aliyê serkirdeyên partiyên Rojavayê Kurdistanê ve hatibû rexnekirin ku ziman û pênûsa wî li ser rêjîma Sûrî pir tûje û nivîsên wî yên li dijî siyaset û reftarên rêjîma Sûrî dibe sedema ku li Rojavayê Kurdistanê rêjîm fişarê bixe ser karê wan û rewşa wan têk diçe û nerihetî ji wan re derdikeve. Hozan Efrînî neçar dibe ku dest ji rojnameya Aso û saziya Xendanê bi giştî berde û destjikarberdana xwe pêşkêş rêvebriya saziya Xendanê dike û ji saziyê derdikeve.

Livîn Press[biguherîne]

Di saa 2008-2009`an di kovara Livîn de jî dixebitî, di barê raportên li ser Rojavayê Kurdistanê de, kar dikir û bi awayekî pir çalak dikarî siyaseta rêjîma Sûrî ya ku di navbera erebên Suna û Elewiyan de hevparkiribûn û proje ş armanc û kiriyarên aliyên ku bêhtir dijheyatiya doza kurdî dikirin aşkire bikireye û rastiyên heye ji bo jinabirina doza kurd li ber çavên ragihandina cîhanê zelal dikir û rizwa dikir.[2],

Rojnameya Çavdêr[biguherîne]

Efrînî ji sala 2006`an ve wek nivîskar û raportger di rojnameya Çavdêr de, xebat berdewam dikir û heya niha jî tê de berdewame. [3] Nivîsên Efrînî heya 2011`an li ser Bakur û Rojavayê Kurdistanê bûn, lê piştî destpêkirina buyer û aloziyên li Sûriye, êdî hemû erk û nivîs û rapor û hevpeyvînên wî, di der bar ê Sûriye bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî ye.

Fişarên rêjîma Sûrî li ser malbta Efrînî[biguherîne]

Ji ber ku di heman demê de, li Rojavayê Kuridstanê fişareke mezin li ser malbata wî hebû û rojana birayê wî Ebdurihman Xelîl Murşid bangî baregehên ewlekariya xwe dikirin û gef lê dikirin ku berê jî bi dehan caran hatibû girtin û di zîndan de hatibû eşkencedan. Wek tê zanîn ku gelek caran ew dixistin jêr fişarê û jê re digotin agahî ji me re tên ku birayê te Hozan Efrînî di zaziyên rojnamegeriya Amerîkî de dixebite û ew karê ku dike gelek metirsiye li ser ewlehiya nîştimanî ya Sûrî.

Vejîn li kola dayîkê.jpg

Astangiyên li ser tomarkirina keçka Efrînî ya biçûk ji aliyê rêjîmê ve[biguherîne]

Her di heman demê de, keçkeke hevîjna wî li Efrînê bi navê Vejîn jidayîk dibe, ango di roja 13-11-2008`an, lê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve nehate tomar kirin û her çiqas hewildan jî hatin kirin û bi taybetî ji aliyê nusîngeha peywendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê ve li Şamê berdewamî hebû, lê ew hewldan bi ser neket û wek Efrînî di nivîseke xwe de nisiye û wiha dibêje; Nemir Salah Berwerî ji min re got rewşa te aloze û îstîxbarata rêjîmê ji me re bi zelalî got ku Hozan Efrînî li cem me wek AFYONê ye û em li wî digerin û pêwîste ku ew were û xwe radestî ewlehiya siyasî bike. Ji ber wê jî, Berwarî ji Efrînî re dibêje tu hawil bide zarokê xwe bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bike tako metirsî li ser nemîne û ew pirsgirêk bi wê rengî çareser bibe.

Li KNN dest bi kar kir[biguherîne]

Piştî ku dest ji karê Rojnameya Aso berda, li kampaniya Wuşe di kenala KNN'de, ku ji aliyê serkirdeyê kurd yê mezin û navdar Newşîrwan Mistefa ve birêvbe diçû, dest bi kar dike heya 6 mehan û piştre jî, li Mekteba Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dest bi kar dike û di beşa kurmancî ya PUKmedia`yê de nûçesazî dike û heya niha jî her berdewam e.

Di KNN`ê de.jpg
Di sala 2006an bi fermî beşdarî xoleke perwerdeya rojnamegeriyê li Kerkûkê dike û bawernameyê bi dest dixe.Di sala 2007`an de, careke din beşdarî xoleke rojnamegeriyê li bajarê Silêmaniyê dibe û bawernameyê bi dest dixe . Di heman sala 2007`an de, beşdarî xoleke perwerdeya rojnamegeriyê li Peymangeha Birîtanî ya Şer û Aştî dike û bi serkeftî derbas dike.. Di kovara Livîn-Siyaset-Xêzan-Xewin de û di rojnameyên Awêne û Chawder û hinek rojnameyên din yên bi zimanê kurdî zeraveya soranî. Ji sala 2006`an ve endamê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê ye.[4]


H.Efrînî.jpg

Bû Serokê Komelaya Kurdî-Kenedî ya Mafên Mirovan[biguherîne]

Ji sala 2008`an ve bi riya netê, pewendî ligel rêveberên Komelaya Kenedî Kurdî ya Mafên Mirovan saz dike û wek peyamnêr bi wan re dixebite heya sala 2009`an, piştre ji ber girîngiya karûxebatên Efrînî di barên civaka sivîl de, rêveberiya Komeleya Kenedî ji Efrînî daxwaz dike ku şaxê Komeleyê li Herêma Kurdistanê bide saz kirin û ew wek serok hate dest nîşankirin û bi piştgiriya wezareta pîşesaziya Kenedayê, ew ji bo vekirina çaxa Komeleyê hate piştgirîkirin û nameyek fermî ji bo wezareta pîlansaziya hikûmeta Herêma Kurdistanê hate şandin. Hozan Afrînî ji sala 2009 heya 2013 bi fermî û bi piştgiriya welatê Kenedayê, wek serokê Komeleya Kenedî-Kurdî ya Mafên Mirovan li Êraq û Herêma Kurdistanê erkên xwe heya sala 1-6-2013 bi rêve biriye. Lê ji ber sedemên ewlehiyê, xebata Komeleyê li Herêm û Êraqê hat rawestandin, lê ew rêxistin hîn jî bi fermî li ser navê wî tomarkirî ye û bi piştgiriya wezareta pîşesaziya Kenakeyê.

Vexwendina Efrînî ji aliyê parlemana Kurdistanê ve[biguherîne]

Vexwendina Hozan Efrînî wek serokê Komeleya Kenedî-Kurdî ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê û Êraqê ji aliyê parlemana Kurdistanê ve 2 caran pêkhat Diserdana şandeya Komeleya Kenedî Kurdî ya Mafên Mirovan bi serokatiya Hozan Efrînî bo parlemana Kurdistanê ku bi awayekî fermî ji aliyê lîjneya mafên mirovan ve hatibû vexwendin, li ser rewşa penaberên kurd yên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê û xwendekarên kurd yên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê gotûbê hat kirin.

Şandeya Komeleya Kenedî-Kurdî Ya Mafên Mirovan ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî û serokê federesyona giştî ya penaberên Êraqê Arî Celal û nûnerê Komelaya Kenedî -Kurdî yê li Hewlêrê rêzdar Kemîran Şêxo ve pêkhatibû û ji aliyê serokê lîjneya mafên mirovan kak Salar Mehmûd û Xanim Viyan û Heja Silêman ve hatin pêşwazî kirin.

Di wê dîdarê de, serokê Komeleya Kenedî-Kurdî ya Mafên mirovan Hozan Efrînê, dosyay penaberên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê û rewşa xwendekarên Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî serokî lîjneya mafên mirovan li parlemana Kurdistanê kaka Salar Mehmûd kir û derbarê hevkariyê de, çend pêşniyar arastreya wan kiribû.

Jialiyê xwe ve jî, Salar Mehmûd spasiya xwe pêşkêş bi şandeya mêvan kir û soz da ku ewê di barê daxwazî û mpêşniyerên Komeleya Kened-Kurdî de bipeyvin û bikin projeyek ji karên lîjneya xwe re. Her weha pîrozbahiya wergirtina muleta fermî ya komeleyê ji aliyê wîzareta pîlansaziya herêma Kurdistanê ve li serokê komeleyê û şandeya pê re kir.

KENEDI.jpg

Serokê Rêxistina Hawarê[biguherîne]

Di sala 20/10/2012`an de li bajarê Silêmaniyê, Hozan Efrînî ligel komeke rewşenbîr û xwendekar û çalakvanên sivîlî, Rêxistina Hawar ya Mafên Penaberên Kurd - Sûriya damezrand û di Kongireya yekmîn de, wek serokê Hawar hat hilbijartin û heya îro jî wek serokê Rêxistina Hawar ya Mafên Penaberan di nava xebat û kar de ye.

xebata rojnamegerî li PUKmedia`yê.[biguherîne]

Di meha 9 ya sala 2010`an, li bajarê Silêmaniyê, Hozan Efrînî dest bi xebata rojnamegerî li malpera PUKmedia`yê a girêdayî bi Mekteba Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê kir. Her weha heya niha jî wek berpirsê beşa kurmancî li wir di xebata xwe de berdewam e. www.pukmedia.com

D72E5390.jpg

Berpirsê peywendiyên HRRK`ê li Başûrê Kurdistanê.[biguherîne]

HRRK.jpg

Di destpêka sala 2015`an ve, rojnamevan Hozan Efrînî, ji aliyê rêveberiya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ve, hat bi erkkirin tako konferansa damezrandina Şaxa Herêma Kurdistanê ya Hevgirtinê bide lidarxistin û di 2-8-2015`an de, ew konferans bi serkevtî derbas bû, niha jî wek Serokê komîteya Peywendiyên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê yê şaxa Herêma Kurdistanê di nav kar û xebatê de ye.

Çavdêr û şirovekarê ramyarî di kenalên ragihandinê de şirovekare.[biguherîne]

Ckahr (40).jpg

Ji sala 2008`an ve, wek çavdêrê siyasî û rojnamevan, di piraniya kenalên kurdî ûn her çar aliyên Kurdistanê de, heya roja îro jî, dirêjahî bi karên xwe dide, wek şirovekar û çavdêrê ramyarî û carna rojnamevan tê bi nav kirin.

Xebatkarê rojnamegeriya meydanî li Rojava bû ye[biguherîne]

Di xebatên rojnamegeriya meydanî de, di sala 2013`an de, beşdarî şopandina rojnamegeriyê li Kantona_Efrînê kiriye, di şerên li sînorê Cindirês û Atmê û ya gundê Dêrbeûtê û Dêwa û Celemê û navçeyên din ên ser bi Efrînê ve li stuyê xwe girtiye û bi hevpeyvîn û raport û nûçeyan dirêjahî bi kar û xebatên xwe ên rojnamegeriya meydanî daye. Her weha di sala 2014`an jî, di dema ku şerê DAIŞê li ser kantona Kobanê berferehtir bû ye, Efrînî beşdarî li remalkirinm û şopandina cenga giran û berxwedaniya bê wêne ya şervanên YPG-YPJ`î li dijî dagîrkirina DAIŞê ji bajarê Kobanê re. Beşdarbûna Efrînî di xebata rojnamegeriya meydanî ya li Kantona_Kobaniyê ya dîrokî, wateyeke xwe cuda heye. Ji ber ku di wê şerî de, terazoyên hêz bi yekcarî hatine veguhstin û Kurd bi serket û teror jinavbir.

Kobanê.jpg

Her di naverasta sala 2015`an de, beşdarî remalkirin û çalakiyên rojnamegerî, li Kantona_Cizîrê kiriye û di navçeyên Dêrik û Til Koçer û Qamîşlo û Serê Kanî û Til Temirê (Girê Xorma) û derdora Hesekê û çiyayê Kawzane, dirêjahî bi kar û xebatên xwe ên rojnamegeriya meydanî de ye, her bi hevdîtinên vîdyoyî ligel şervanên di eniya şer de û ên li biryargehan û li gel xelkên sivîl ji hemû pêkhatan pêkhatine, her weha di sala 2017`an de jî, li tevahiya Rojavayê Kurdisanê geriya ye û raport û nûçe û vîdyo amadekirine û wê hem bike pirtûk û hem jî bike bi filîmên dukumenter li ser şoreşa Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê.

Bû bi endamê fermî yê ‏‎Journalist‎‏ ‏‎IFJ[biguherîne]

NASNAME.jpg

Di sala 2017`an de, piştî bi derbaskirina 12 saliya xwe di nava kar û xebata rojnamgeriyê û endamtiya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê, ji ber karên xwe ên serkeftî û pabendbûna xwe bi rastiya destur û yasayên xebata rojnamgeriyê, bawername û kerta nasnameya rojnamegeriya navnetewî jî bi dest anî û niha endamê ‏‎Journalist‎‏ ‏‎IFJ - International Federation of Journalists‎‏ http://www.ifj.org/ ye.

Dîsa vegeriya xebata rêxistina siyasî[biguherîne]

Di sala 10-8-2016`an de, wek nûnerê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî li Başûrê Kurdistanê hat destnîşankirin û di 24-5-2017`an de, di duyemîn kongireya Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî ku li herêma Efrînê birêve çû, wek endamê Desteya Cêbicêker ya Hevpeymanê hate hilbijartin û bi fermî bû bi serokê Şaxa Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî li Başûrê Kurdistanê..

Behî ya Mam Celal.jpg

Efrînî hîn jî di nava kar û xebatên Hevpeymaniya Nîştimanî ya Demokrata Sûrî de dirêjahî bi karên xwe dide. Gelek car beşdarî li kongire û civîn û çalakiyên derbarê aloziya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de dike.

Gera Efrînî ya Rojavayê Kurdistanê[biguherîne]

Cara yekemîn ku serdana Efrînê dike di 9-6-2013`an de bû ku dema bi hevjîna xwe Mêdiye Elî û keîka xwe Vejîn Efrînî re derbas bibû. Wek Efrînî di nivîsên xwe de çêrê serdana xwe ya yekemîn dike ku ew xewin bû, lê pêkhat. Ji ber ku dema ku derketibû, rêjîma Sûrî li Efrînê desthilatdar bû, lê dema ku vegeriya, rêvebiriya kurdî a Rojavayê Kurdistanê desthilat girtibû bi dest.

Her weha di roj 3-3-2017'an de jî ji bo kongireya Encûmena Ciwanên Sûrî hat vexwendin û di roja 4-3-2017'an de beşdar bû.

Qamîşlo.jpg

Beşdarbûna Efrînî di kongireya damezrêner ya Ciwanên Sûriye Demokratîk de[biguherîne]

Kongireya Ciwanan.jpg

Gera Efrînî ya Rojavayê Kurdistanê[biguherîne]

Piştî beşdarbûna Efrînî li kongireya damezrêner ya Ciwanên Sûriye Demokratîk kir. Pişt re jî dest bi gera xwe ya pêwîst kir ku hinek ji sedemên wê karên rojnamegerî û ya amadekirina pirtûka derbarê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû.

Di roja 12-3-2017'an, ew beşdarî kongireya ragihandina Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk Munbij û gundwarên wê ku ji aliyê Encûmena Zagonan ve hatibû lidarxistin. Roja Yekşemê 12-3-2017`an, Kongireya Bajara Munbicê avakirina Rêveberiya xwe yê Demokratiya Sivîl nişan û aşkire kir. Di Kongireyê de Endamên Encûman a yasedanan /zagonan/û hemû saziyên Encûmana Sivîl amade bûn,bi axaftina Faroq El-meşî serokê Encûmanê Yasedanan li ser meşandina karê saziyan ji hemû pêkhatiyan re dest bi Konferensî bû.

Di wê barê de Endezyar Îbrahîm Qeftan yê Areb û Zêneb Qenber ya Kurd wek serokên Hevbeş ji Rêveberiyê re hatin hilbijartin. Hêjayî gotinêye ku di wê Encûmanê de hemû pêkhatiyên civakê hene (Areb,Tirkman, Çerkez, Ermen, Kurd, Mesîh), û her pêkhatiyek li gor zimanê xwe yê dayîk hat beş kirin.

    • Efrînî beşdarî civîna Encûmena Zagonan ya Mubicê bû.

Her weha di roja 14-3-2017`an de jî, tevlî civîna giştî ya Encûmena Zagonan ya Mubicê bû. Ew li Efrîn û Şahbayê û Helebê û Kobanê bi navê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokraîka Sûrî tevgeriye. Ji ber ku ew wek nûner û serokê şaxê Hevpeymaniya Nîştimanî li Herêma Kurdistanê ye. Li kantona Cizîrê û heya Girê Spî û Eyn Îsa û Kobanê û Munbic û heya Şahba û Efrîn û Helebê û di dawiyê de, tevgera xwe li Kobanê bi dawî kir û careke din berê xwe da Herêma Kurdistanê.

Munbij.jpg
    • Efrînî ber bi Efrînê ve bi rêkevt..

Hozan Efrînî piştî bi dawîkirina serdana xwe ji Munbicê re, berê xwe da herêma Efrînê , dema ku gihîşt ber sînorê Kantona Şahbayê, ji aliyê Kordînetorê Giştî yê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî rêzdar Ehmed Hiso ve, hat pêşwazî kirin û dûv re serdana bingeheke leşkerî ya ser bi Artêşa Şoreşgeran kirin û şevek bi şervanên Artêşa Şoreşgeran û bi ên Eniya Kurdan re jî derbas kir û roja din berê xwe dan navçeya Şêrawayê kirin ku bi armanca dîtina cih û warên kevnar û dêrîn ên wê navçeyê ku tê de Perestgeha Maronî ya cîhanî jî heye.

    • Efrînî ji aliyê Ehmed Hiso ve hat pêşwazîkirin

Efrînî dema ku gihîşte sînorê Şahbayê, ji aliyê kurdenîsyona giştî yê Heveymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî ve tê pêşwazî kirin. Di wê serdanê de, li gundên Şêrawayê yên ser bi herêma Efrînî ligel Ehmed Hiso serdana mala dayîka dayîka wî kir. Li wir çîroka girtina xalê Ehmed Hiso ji aliyê pitka wê ve dibhîse ku çawa xwestibû bi riya Azazê derbasî Bakurê Kurdistanê û pişt re jî derasî Başûrê Kurdistanê bibe kir, ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve tê girtin û bê ser û şên kirin.

Serdana Efrînî ji gundê xwe Miskê re[biguherîne]

Pişt re jî rojnamevan Hozan Efrînî piştî 4 salan, careke din berê xwe dide gundê xwe Miskê û malbata xwe şah dibe. Her kesên ku bihîst ku Hozan Efrînî vegeriya Efrînê, serdana wê li gundê Miskê kirin û bi xêrhatina wî kirin. Piştî 27 salan bo yekem car Hozan Efrînî tevlî şahiya cejna Newrozê ya Herêma Efrînê dibe û bi dilgeşî û xweşî ew roj ligel welatiyên Efrînê derbas kir.

Mala apê min.jpg


Amadekar û pêşkêşkarê bernameya Ji Rojava ya D.G.K`ê.[biguherîne]

Di destpêka meha eylona 2017`an de, rojnamevan Hozan Efrînî erka amadekirin û pêşkêşkirina bernameya Ji Rojava ya ku di Radyoya Gelî Kurdistanê de tê bexişkirin li stuyê xwe girt û heya niha tê de dixebite. Bernameya (Ji Rojava ve) di radyo Gelî Kurdistanê de tê weşandin... Berê di hemû rojên çarşemê demjimêr 11 bo 12'an nîvro de, di radyoya dengê Gelî Kurdistanê de, bernameya Ji Rojava`yê tê weşandin û îsal dema wê hat guhertin û di hemû rojên duşemê demjimêr 2 bo 3 tê weşandin.. Hûn diakrin li ser vê linke http://karwan.tv/dengi-geli-kurdistan.html, guhdar bikin û bernameya Ji Rojavayê ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînê ve tê pêşêş kirin.

Li gorî gotina Efrînî ku Radyoya Dengê Gelî Kurdistan, di her bernameyên xwe de, bi riya telefon û studyoyê, mêvanan vedixwîne bernameyê, her weha li ser rewşa ramyarî ,ewlekarî,civakî û giştî çi li Sûriye û çi li Rojavayê Kurdistanê be, bi awayekî babetî û zelal nêrînên cuda cuda tên şirove kirin.

Her weha Efrînî aşkire dike ku jî ku mirov dikare xebatên bernameya Ji Rojavayê, bi riya vê rûpelê jî www.facebook.com/dgkradio/ guhdarî bernameyên derbasbûyî bikin.

Stidyo.jpg

Çavkanî[biguherîne]

Gundê Miskê Cindirêsê...