Hozan Sefkan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hozan Sefkan ango Şehîd Sefkan (bi navê xwe yê fermî Celal Ercan, z. 1960, Dersim - m. 16'ê nîsanê 1985'an, çiyayên Qendîl), hunermend û şehîdeke tevgera azadiya gelê kurd e.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şehîd Sefkan di sala 1960'an de li gundê Laleşoxa ya Çemişgezek'ê (Dersim) hate dinê. Piştî ku li Elezîzê dibistana xwe ya navendê û ya lîseyê diqedîne, ew di sala 1978'an de xwe qeydî enstîtûya perwerdehiyê ya Amedê dike. Di salên xwe yên ku li Amedê derbas dike dikeve nava tevgera azadiya kurdan û li dibistan û komeleyan xebat dike.

Piştî demekê ew êdî bi awayeke bingehîn tevlî PKK'ê dibe û digel çend şoreşgerên din ji Amedê derbasî Libnan û Filistînê dibe.

Piştî perwerde stendinê dîsa vedigere Kurdistanê û xwe li herêma Dersimê bi cih dike. Li wir dibe berpirsyarê mezrayê û di vê çarçovê de him karên leşkerî him jî yên rêxistinê dimeşîne. Hêjayî gotinê ye ku wî karên xwe di dema darbeya leşkerî 12'ê îlonê de di nava tengasiyên gelek dijwar de meşandibû.

Şehîd Sefkan di sala 1982'an de digel Şehîd Mizgîn derbasî Ewropayê (Swîsrê) dibe û ew li wir yekemîn komeleya çand û hunerê ya Ewropê ya bi navê Huner Kom'ê dadimezirînin. Di heman demê de ew koma muzîkê ya bi navê Koma Berxwedan avadikin, ya ku di muzîka kurdî de yek ji komên herî girîng ên tevgera azadiya kurdan e.

Hozan Sefkan yê ku heta sala 1984'an li Ewropa dimîne, di havîna wê salê de biryar dide ku ji nu ve vegere welêt. Gava digihêje welêt, ew derbasî çiyayên Qendîlê dibe û dest bi jiyana gerîllayê dike.

Hozan Sefkan di 16'ê nîsana 1985'an de digel 7 rêhevalên din dikeve faqeyeke partiya komunîst a Iraqê û jiyana xwe ji dest dide.