Here naverokê

Hunerên afirîner

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji ser ber bi aliyê rastê ve:
  • Jiyana Bêtevger bi Profîla Laval, Paul Gauguin, 1886
  • Lîstikvanê defê li festîvala dansê ya debaa ya adetî li Mayotte
  • Mabeda Las Lajas, Departmana Nariño, Kolombiya
  • Lîstikvanekî bian lian
  • Rûpela sernavê ya sonetên Shakespeare di çapa 1609an de ji hêla Thomas Thorpe ve

Hunerên afirîner ev kiryarên mirovan ên curbicur in ku bi îfadekirinên afirîner, çîrokbêjî û beşdariyên kulturî eleqedar dibin. Hunerên afirîner bi riya gelek cureyên amûran fikir, emel û hebûnên cihêreng digirin nav xwe. Hunerên afirîner xisûsiyeteke jiyana mirovan a hem dînamîk û hem jî bi karektera xwe daîmî ne ku gihiştine formên wisa yên her diçe zêdetir stîlîze û tevlihev dibin. Ev yek bi riya xebateke dirêj û bi zanibûnê, bi hînbûnê an jî bi teorîzekirina di nava tradîsyonekê de di nav nifşên dûv hev de û hetta di navbera medeniyetan de çêdibe. Hunerên afirîner ew wasite ne ku mirov pê nasnameya xwe ya civakî, kulturî û şexsî ava dike; di heman demê de nirx, têsîr, hikum, fikir, dîtin, maneyên manewî, şêweyên jiyanê û tecrubeyên xwe yên di nav wext û mekan de ji nifşên din re digihîne.

Hunerên afirîner dibin sê şaxên sereke: hunerên dîtbarî, edebiyat û hunerên sehneyê. Nimûneyên hunerên dîtbarî (en) ev in: mîmarî, hunera seramîkê (en), xêzkirin (en), fîlmçêkirin (en), resamî, fotografgirî (en) û heykelsazî. Nimûneyên edebiyatê ev in: honak, drama, şiîr û nesir. Nimûneyên hunerên sehneyê (en) ev in: dans, muzîk û tiyatro. Hunerên afirîner dikarin qabîliyet (en) û xeyalê bi kar bînin da ku cismên fizîkî (en) û pêrformansan çêkin, fikr û tecrubeyan îfade bikin, û mekan û muhîtên tebiî yên nû ava bikin.

Hunerên afirîner dikarin ji karên 'umûmî, populer û rojane bigirin heta xebatên hîn pêşketî, sîstematîk û resmî di nava xwe de bihewînin. Ew dikarin bi serê xwe û serbixwe bin, an jî bi cureyên din ên hunerê re têkil bibin û di nav hev de derbas bibin; wek nimûne di xêzeçîrokan de esera resamî û nivîs bi hev re tên bikaranîn. Formên hunerê herwiha dikarin îmkanê bidin pêşketina formên hunerê yên hîn komplekstir an jî tevkariyê li wan bikin; wek nimûne di sînematografiyê de. Ji ber mahiyeta xwe, hunerên afirîner bixwe her tim misaîd in ku ji nû ve werin tarîfkirin. Wek nimûne îcrakirina hunera modern (en) delîla wan sinorên guherbar, jixweberî û ceribandin, mahiyeta refleksîv, û xwerexnekirin (en) an pirskirinê ye ku huner bi xwe û şertên wê yên çêkirin, qebûlkirin û pêkanînê dikarin tê re derbas bibin.

Hem wekî wesîleyeke ji bo pêşxistina qabîliyetên dîqet û hesasiyetê hem jî wekî armanceke bi serê xwe (huner ji bo hunerê (en)), hunerên afirîner dikarin bibin şiklekî cewabê li hemberî dinyayê. Ew riyek e ji bo veguhertina reaksiyonên însanan û wan hedef û daxwazên ku însan bi qîmet dihesibînin. Ji resmên şikeftan ên pêştarixî di dewra Paleolîtîka Jorîn de bigire, heta formên rîtuelan (en) ên qedîm û îroyîn û fîlmên modern; hunerên afirîner têkiliyên însanan ên her tim guherbar ên bi hev re û bi dinyayê re qeyd, temsîl û muhafeze kirine.

Hunerên afirîner ew fealiyet û eşyayên curbicur tên hesibandin ku însanên xwedî qabîliyet, afirînerî û xeyalê di nav medeniyetên cuda û di dirêjiya tarîxê de çêkirine.[1] Di nava van fealiyetan de resm, heykel, muzîk, tiyatro, edebiyat û gelekên din hene.[2] Huner şiklê kirin an tetbîqkirina qabîliyetên însanan ên afirîner bi piranî -lê ne mecbûrî- di forma dîtbarî de îfade dike.[3][4]

Feqat li ser wê yekê îxtîlaf derketine ku gelo tiştek wekî berhema hunerî were tesnîfkirin an na. Wek nimûne resmên kubîst û împresyonîst (en), Çeşmeya (en) Marcel Duchamp (en), teqlîdên banknotan ên J. S. G. Boggs ên herî serkeftî, hunera konseptuel (en), fîlm û lîstikên vîdyoyê nimûneyên van îxtîlafan di asra 20an de ne.[5]

Tarîx û Tesnîfkirin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Venusa Brassempouyê (en); heykeleke ji diranê fîlan ê parçebûyî ku ji dewra Paleolîtîka Jorîn maye

Di Yewnanistana antîk de ji bo huner û zenaatê kelîmeya "techne (en)" dihat bikaranîn. Hunera Yewnanistana antîk qedirdayîna sûretê heywanan û pêşxistina qabîliyetên munasib ên ji bo nîşandana adale, bejn, bedewî û nisbetên anatomîk ên rast da nasîn. Hunera Romaya antîk xwedê wekî însanên îdealîzekirî teswîr dikirin, ew bi xisûsiyetên wan ên xas dihatin nîşandan wek nimûne birûska Zeus. Di hunera Bîzans û Gotîk a Çaxa Navîn de ji ber ku li Ewropayê dêr û dewlet di nav hev de bûn, dêra hakîm li ser îfadekirina temayên xiristiyan israr dikir.[6] Hunera Asyayê (en) bi giştî di stîla nêzîkî hunera Rojavayê ya Çaxa Navîn (en) de xebitiye, yanî giranî daye ser nexşên rûyî û rengên eslî (en).[a] Xisûsiyeteke vê stîlê ev e ku rengê eslî yê her tiştî di nav xeteke diyarkirî de dimîne, xêzkirinên kartonî (en) jî muqabîla wê ya îroyîn e. Ev yek di hunera Hindistan, Tîbet û Japonê de eyan e. Hunera îslamî (en) di kontekstên dînî de ji teswîrkirina mexlûqên zindî xwe dûr dixe bi xisûsî jî ji ya însan û heywanan.[7] Li şûna wê, fikirên dînî bi wasiteya xettatî û dîzaynên geometrîk îfade dike.[8]

Catullus-at-Lesbia's, Lawrence Alma-Tadema, 1865

Di Çaxa Navîn de hunerên lîberal li unîversîteyên Ewropayê wekî perçeyekî "trîvîûm (en)" û "kuadrîvîûm (en)" dihatin dersdayîn. Trîvîûm mufredateke destpêkê bû ku gramer, retorîk û mantiq[9] di nav de bûn; kuadrîvîûm jî mufredateke "hunerên matematîkî" bû ku ji arîtmetîk, geometrî, muzîk û astronomiyê pêk dihat.[10] Di akademiya modern de hunerên afirîner dikarin bikevin nav koma zanistên mirovahiyê (en) an jî wekî beşek ji wan werin dîtin.[11]

Hunerên afirîner di heft şaxan de hatine tesnîfkirin: resamî, mîmarî, heykelsazî, edebiyat, muzîk, tiyatro û sînema.[12] Hinek hunerên afirîner dikarin ji yên din werin girtin; wek nimûne drama edebiyata bi lîstinê (en) ye,[13] dans ev muzîk e ku bi wasiteya hareketê (en) tê îfadekirin,[14] û stran jî muzîka bi edebiyat û dengê însên (en) e.[15] Di akademîya fransî de carinan ji televîzyonê re hunera "heştan" û ji xêzeçîrokan re jî hunera "nehan" tê gotin; bi vî awayî ev her du li ser "heft hunerên klasîk" hatine zêdekirin.[16][17] Qadên kulturî yên mîna gastronomiyê (en) tenê carinan wekî hunerên afirîner tên hesibandin.[18]

Meymûn wek Hakimên Hunerê, Gabriel von Max, 1889

Rexneya hunerê (en) minaqeşekirin an jî nirxandina hunerê ye.[19][20][21] Rexnegirên hunerê (en) bi piranî di konteksta estetîkê an jî teoriya bedewiyê de hunerê rexne dikin.[20][21] Armanceke rexneya hunerê lêgerîna li ser esasekî maqûl ji bo ecibandina hunerê ye[19][20][21] feqat cihê şikê ye ku gelo rexneyeke wisa dikare ji şert û mercên civakî û siyasî yên hakîm derbas bibe.[22]

Çeşîdbûna hereketên hunerê (en) bûye sebeb ku rexneya hunerê dabeşî ser dîsîplînên cuda bibe; her yek jî ji bo hikumên xwe dibe ku krîterên cuda bi kar bîne.[21][23] Dabeşbûna herî meşhûr di qada rexneyê de di navbera van her duyan de ye: ya ewil rexne û nirxandina tarîxî ye (ku bi xwe formeke tarîxa hunerê (en) ye), ya diduyan jî rexneya muasir a li ser eserên hunermendên sax e.[19][20][21]

Tevî wan qenaetên ku dibêjin rexne ji çêkirina hunerê bêtir fealiyeteke bi rîskeke kêmtir e, fikirên li ser hunerên îroyîn bi derbasbûna zemên re misaîdê sererastkirinê ne.[20] Ji ber ku wan hunermendên îro muteber red kirine (mîna eserên împresyonîstan ên ewilî) rexnegirên berê dibe ku bibin cihê tinazan.[21][24][25] Hinek hereketên hunerê bi xwe ji aliyê rexnegiran ve ji bo biçûkxistinê hatine binavkirin; feqat paşê hunermendên wê stîlê ew nav wekî nîşaneke îftîxarê qebûl kirine û maneya menfî ya ewil hatiye jibîrkirin wek nimûne împresyonîzm û kubîzm.[24][26][27] Minasebeta hunermendan bi rexnegirên xwe re her tim biîxtîlaf bûye. Ji bo dîtin û firotina eserên xwe hunermend bi piranî hewcedarê fikrên rexnegiran ên pozîtîv in.[20][28]

Gelek unsir hikumê li ser hunerê tayîn dikin wek nimûne estetîk, îdrak yan jî fêmkirin. Teoriyên estetîk, pragmatîk, ekspresîv, formalîst, relatîvîst, teqlîdî, rîtuelî, îdrakî, mîmetîk û postmodern hinek ji wan teoriyên muxtelîf in ku ji bo rexnekirin û ecibandina hunerê tên bikaranîn. Dema mirov hunerê rexne dike yan jî diecibîne, carinan zewqa şexsî ya li ser estetîk û şiklê dibe esas feqat carinan jî prensîbên dîzaynê û qebûlkirina civakî û kulturî derdikevin pêş.[29]

Meseleyên siyasî û exlaqî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Minasebeteke qayîm di navbeyna hunerên afirîner û siyasetê de, bîlxase di navbeyna cinsên mixtelif ên hunerê û iqtidarê (en) de, di dirêjahiya tarîxê û kulturên arkeolojîk (en) de tê dîtin.[30] Gava ku hunerên afirîner li gorî xeber (en) û siyasetê şekil digirin, ew hem aliyên siyasî hem jî civakî hildigirin ser xwe, bi vî şeklî dibin merkeza minaqeşeyan û ji bo guherîna civakî (en) û siyasî dibin quweteke mezin.[31]

Tê dîtin ku hinek hunermend xwedî ruhê azad (en) in. Wek nimûne nivîskarê muteber[32] ê rûsî Aleksandr Pûşkîn bû sebeba acizbûna meqamên resmî yên Rûsyayê bîlxase jî ya Împerator Alexanderê Yekê (en). Çimkî wî "li şûna ku di qedemeyên dewletê yên îdarî de bibe xizmetkarekî baş û di nivîsên xwe yên meslekî de (eger mecbûr be binivîse) pesnê fêzîletên klasîk bide, şiîrên gelekî qurre, serbixwe û xirab dinivîsandin; di nûbûna terza şiîra wî de, di cur'eta xeyalên wî yên hestiyar de û di meyla wî ya tinazkirina bi zalimên mezin û biçûk de, azadiya fikrî ya bitalûke eyan dibû."[32] Di zemanê hîn nêziktir de hunermendê grafîtiyê (en) yê li Îngilistanê Banksy jî ji ber eserên xwe wekî "ruhê azad" tê hesibandin ku her tim bi meqamên resmî re dikeve îxtîlafê.[33][34]

Hunermend eserên xwe bi kar tînin da ku fikirên xwe yên siyasî îfade bikin û ji têsîra negatîv a bi gotinên nefretê (en) bigirin heta têsîra pozîtîv a bi riya aktîvîzma hunerî (en) guherîna civakî bi pêş bixin.[35] Hikûmet huner an jî propagandayê bi kar tînin da ku armancên xwe pêş bixin.[36]

Meseleyên exlaqî têsîr li ser hunerê dikin û huner jî têsîr li ser nîqaşên meseleyên exlaqî dike.

  1. ^ Rengê sade yê eşyayekê; wek nimûne ji bo cibeyeke sor tenê rengê sorê eslî, ne ku ew ton û guherînên rengî yên ku ji ber ronahî, sî û şewqê peyda dibin.
  1. ^ Fernandez 2024.
  2. ^ Merriam-Webster 2023.
  3. ^ Oxford 2016.
  4. ^ Adajian 2007.
  5. ^ Deborah Solomon (14 kanûna pêşîn 2003). "2003: the 3rd Annual Year in Ideas: Video Game Art". The New York Times Magazine. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 sibat 2017.
  6. ^ Thorson 2020.
  7. ^ Canby 2005, r. 33.
  8. ^ Canby 2005, r. 21, 81.
  9. ^ Onions, Friedrichsen & Burchfield 1991, r. 994.
  10. ^ Gilman, Peck & Colby 1905.
  11. ^ Henseler 2020.
  12. ^ Walker, Sylvia (26 çiriya pêşîn 2021). "What are the 7 Forms of Art? A Complete Overview". Contemporary Art Issue.
  13. ^ Landauer, Jeff; Rowlands, Joseph. "Esthetics - Drama". Importance Of Philosophy. Ji orîjînalê di 6 tebax 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 tebax 2024.
  14. ^ Landauer, Jeff; Rowlands, Joseph. "Esthetics - Dance". Importance Of Philosophy. Ji orîjînalê di 21 kanûna paşîn 2025 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 kanûna paşîn 2025.
  15. ^ Landauer, Jeff; Rowlands, Joseph. "Esthetics - Song". Importance Of Philosophy. Ji orîjînalê di 12 sibat 2025 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 sibat 2025.
  16. ^ Miller 2007, r. 23.
  17. ^ Ryynänen 2020, r. 37.
  18. ^ Desai, DeSimone & Henig 2013.
  19. ^ a b c "Art Criticism". Comprehensive Art Education. North Texas Institute For Educators on the Visual Arts. Ji orîjînalê di 10 sibat 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2013.
  20. ^ a b c d e f Gemtou, Eleni (2010). "Subjectivity in Art History and Art Criticism" (PDF). Rupkatha Journal on Interdisciplinary Studies in Humanities. 2 (1): 2–13. doi:10.21659/rupkatha.v2n1.02. Ji orîjînalê di 28 îlon 2021 de hat arşîvkirin (PDF). Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2013.
  21. ^ a b c d e f Elkins, James (1996). "Art Criticism". Bi Jane Turner (edîtor). Grove Dictionary of Art. Oxford University Press. Ji orîjînalê di 14 gulan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 kanûna pêşîn 2023.
  22. ^ Kaplan, Marty. "The curious case of criticism." Girêdana arşîvê 5 adar 2016 li ser Wayback Machine Jewish Journal. 23 January 2014.
  23. ^ Tekiner, Deniz (2006). "Formalist Art Criticism and the Politics of Meaning". Social Justice. 33 (2 (104) – Art, Power, and Social Change): 31–44. JSTOR 29768369.
  24. ^ a b Rewald, John (1973). The History of Impressionism (4th, Revised Ed.). New York: The Museum of Modern Art. p. 323 ISBN 0-87070-360-9
  25. ^ Ackerman, James S. (Winter 1960). "Art History and the Problems of Criticism". Daedalus. 89 (1 – The Visual Arts Today): 253–263. JSTOR 20026565.
  26. ^ "The Collection | MoMA". Ji orîjînalê di 13 tebax 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 kanûna pêşîn 2023.
  27. ^ Fishman, Solomon (1963). The Interpretation of Art: Essays on the Art Criticism of John Ruskin, Walter Pater, Clive Bell, Robert Fry, and Herbert Read. University of California Press. r. 6.
  28. ^ Seenan, Gerard (20 nîsan 2004). "Painting by ridiculed but popular artist sells for £744,800". The Guardian. Ji orîjînalê di 5 kanûna paşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2013.
  29. ^ "Is Art Subjective or Objective?". EDEN Gallery. Ji orîjînalê di 19 gulan 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 gulan 2024.
  30. ^ "Intersection of Art and Politics". Wells International Foundation. Ji orîjînalê di 2 hezîran 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 hezîran 2024.
  31. ^ "Art of Propaganda". The Independent Uganda (bi îngilîziya amerîkî). 14 hezîran 2016. Ji orîjînalê di 7 hezîran 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 hezîran 2024.
  32. ^ a b Vladimir Nabokov (1981) Lectures on Russian Literature, lecture on Russian Writers, Censors, and Readers, pp.13–4
  33. ^ Syer, Joe. "F**k the Police: The Theme of Disorder & Authority in Banksy's Prints". MyArtBroker. Roja gihiştinê 6 sibat 2024.
  34. ^ Agnihotri, Akanksha (9 çiriya paşîn 2023). "'The Mystery of Banksy': The unauthorized exhibition". Hindustan Times. Roja gihiştinê 6 sibat 2024.
  35. ^ Jääskeläinen, Tuula (nîsan 2020). "Countering Hate Speech through Arts and Arts Education: Addressing Intersections and Policy Implications". Policy Futures in Education. 18 (3): 344–357. doi:10.1177/1478210319848953. hdl:10138/312169. Roja gihiştinê 29 tîrmeh 2024 – bi riya ERIC.
  36. ^ "The Art of War: Understanding How Art Was Used by Governments to Win Over People". odyssey route. 11 tîrmeh 2023. Ji orîjînalê di 29 kanûna pêşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 kanûna pêşîn 2023.
Kitêb
Meqale
  • Adajian, Thomas (2022). Edward N. Zalta (edîtor). "The Definition of Art". The Stanford Encyclopedia of Philosophy. Metaphysics Research Lab, Stanford University. Roja gihiştinê 29 tîrmeh 2024.
  • Fernandez, Angel (30 nîsan 2024). "The Importance of Art". Tarrant County College District. Ji orîjînalê di 1 hezîran 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 tebax 2024.
Online