Hurmizgan (helbest)
Xuyakirin
Hurmizgan (an jî: Hormizgan, Hurmuzgan) helbesteke kevin a kurdî ye ku li dema êrişên erebên misilman bo ser Kurdistanê hatiye nivîsandin.
Ew helbest ku li ser pêstê askê hatiye nivîsîn di destpêka sedsala 19'an de li nêzîkê gundê Hezarmerd a ser bi bajarê Silêmaniyê ve hatiye dîtin.[1]
Dîroknasê kurd yê bi nav û deng Mehrdad Izady di derbarê vê helbestê de di pirtûka xwe a bi navê Kurds de wisa dibêje: Ev helbesta ku bi navê Hurmizgan ku tê de behsa Misilmanan li Zerdeştiyan zilmê kirine bêguman bi sextekarî ve hatiye çêkirin. Jiber ku;
- Ji bo bi pêşkeve hîna lazime ku 1000 sal derbas bibe yanê bi Soranî hatiye nivîsandin. (Ku helbest rast ba wê bi Goranî ve hatiba nivîsandin).
- Cîhê ku dibên ev helbest lê hatiye dîtin di sedema Belavbûna îslamê de bi pirranî Xiristiyan bûn û yên din jî Yaresanî bûn. (Zerdeştî û Cihû bûn)
- Li ser vê helbestê tu car xebatên zanistî nehatiye çêkirin û lêkolîn nehatine kirin û wêneyê wî jî tuneye.
Gelo kî/kê çima vê helbestê nivîsand ?
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Armanca nivîsandinê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Armanca nivisandinê Mehrdad Izady wisa dibêje: "Muhtemele ku kurdekî bêumidê neteweperwerê sextekar xwestiye ku destpêka Wêjeya kurdî wek bi Soranî ve destpêkiriye bide nîşandan".
Helbest
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Hurmizgan riman, Atiran kûjan
- Wişan şardewe gewrey gewrekan
- Zorkar ereb kirne xapûr
- Ginay paleyi heta Şarezûr
- Jin û kenikan we dîl beşîna
- Mêrd aza tlî we rûy hwêna
- Reweşti Zerdeşt manuwe bêkes
- Bezeyika neka Hewrmez we hwîçkes.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Hurmizgan: Yekem helbesta nivîskî ya Kurdan, ji orîjînalê di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2015
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |