Îbn Sîna

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ibn Sîna hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Îbn Sîna
Persian Scholar pavilion in Viena UN (Avicenna).jpg
Peykerê Îbn Sîna
Navê rastî Ebû Elî el-Husên ibn Ebdullah ibn-î Sîna

ابو علی الحسین ابن عبدالله ابن سینا‎

Bernavk Îbnî Sîna
Bûyîn 980
Xorasan
Mirin 21 hezîranê 1037
 Îran / Hamedan
Esil  Faris
Serdem Serdema Zêrîn a Îslamê
Pîşe felsefe, matematîk, astronomî, fizîk, kîmya, bijîşkî û mûzîk
Bandorbar Felsefe û Zanista Îslamê, Arîstoteles, Hîpokrat, Bîrûnî, Kindî
Bandorker Şihabedînê Suhrewerdî, Omer Xeyam, Nesîredînê Tûsî, Albertus Magnus

Îbn Sîna an jî Ebû Elî el-Hesen ibn Ebdullah ibn Sîna (bi latînî: Avicenna, bi farisî û erebî: ابو علی الحسین ابن عبدالله ابن سینا‎ Abū Alī al-Husayn ibn Abdullāh ibn Sīnā) fîlozofekî navdar di beşên, felsefe, matematîk, astronomî, fizîk, kîmya, bijîşkî û muzîkê de xebatên girîng kiriye. Wî hewl daye ku felsefeya Arîstoteles di çarçoveya misilmantiyê de şîrove bike.[1]

Îbnî Sîna di tirmiha 980an de li Afşena gundekî Herîsa, li herêma Xorasanê hatiyê dinê û li 21 hezîranê sala 1037an de li Hamedanê çûye ber dilovaniya xwedê. Bavê wî ji bajarê Belxê bû ye û di dema Keyetiya Nûh Mansûr çûye Bûharayê.

Ibn Sîna, pêşî ji bavê xwe û şûnde jî ji zanistên navdar Natîlî û Îsmaîl dersên mentiq, matematîk û astrolojiyê girtine. Wî di 7 saliya xwe de, pirtûka misilman an Quranê ji ber kiriye. Ew demekê di beşa bijîjkiyêde li ser sedemên belavbûna naxweşiyan xwebitî û li ser tedawiya wan sekinî.

Li Ewropayê bi navê Avicenna (Avîsena) tê naskirin.

Berhem[biguherîne]

Dest nivisa Îbnî Sîna a El-qanûn fi tib


Pirtûkên Ibn Sîna yên dinê jî li ser metafizîk, matematîk û astronomiyê ne. [2]

Girêdanên derve[biguherîne]