Îlyasê Kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ilyasê Kurdî hat beralîkirin)

Îlyasê Kurdî an jî Îlyasê Goranî (jdb. 1637, Şam, Rojavayê Kurdistanê - m. 1726), nivîskarekî kurd û alimekî îslamê bû.[1]

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îlyasê Kurdî an Şêx Îlyas bin Îbrahim bin Dawid bin Xizir Elkurdî Elgoranî.

Navê bavê wî Îbrahîm û navê kalikê wî jî Dawid e, Ew di sala 1637an hatiye dinê, wî hevotina xwe a dîn li Şamê girtiye. Bi pirranî li ser fiqiha mezheba şafiî xwedî 'îlim bû Îlyas geleke pirtûk li ser hiqûqa Îslamê jî nivîsandiye.

Tê gotin pirtûkeke wî bi zimanê kurdî jî heye.

Îlyas ku bi eslê kurd bûye ji ber wî jêre gotine "Îlyasê Kurdî" Lê bi erebî jê re dibejin "Îlyas Elkurdî"[2]

Di salên xweyê dawîn de çûye Mekeyê heca xwe kiriye û dîsa vegeriyaye Şamê, sala 1726an de li Şam çûye ber rehma Xwedê.[3]

Çend Berhemên Îlyas[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1- Camiu'l-Kasir
  • 2- Haşiyete şerhî caimû cewamî
  • 3- Haşiyete İsaxucî
  • 4- Haşiyete wadî lîl isam
  • 5- Haşiyete şerhi akaidî sadî
  • 6- Haşiyetû ala senusî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 28 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 kanûna paşîn 2016.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 28 kanûna paşîn 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ Mucem-ül-müellifîn cild-2, r. 310