Indie (muzîk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Independent ango Indie (ji îngilîzî bi wateya Serbixwe), navê cureyekî zimananîna hunerî ye. Di çapemeniyê de wek beşeke muzîkê bi nav û deng e û bi hewldana cûdabûna/serxwebûna ji muzîka piyasê tê naskirin. Ev cureyê muzîkê wek cureyekî tenê hatibe binavkirin jî, di nava xwe de gelek beşên cur bi cur vedişêre. Hewldanên hunera serbixwe di gelek beşên hunera nûjên kare bê dîtin û bi taybetî di beşên muzîka pop, fîlm, nivîskarî, lîstok û modayê de cihê xwe girtiye. Peyva Indie îro bi gotina hunera underground (bin erd; alternatîv) heman heman hevbeş e.

Li gorî hunermendên vê beşê gotina Independent qala serxwebûna hunera wan a ji piyasa û çapemeniya cîhanî dike.

Yek ji sedemên pêkhatina beşa Indie hewldanên populîzmê yên şîrketên mezin ên muzîk û fîlmê ne: hewldanên wan di salên dawî de hereketên alternatîv provoke kirin, ji ber ku li şûna ku giraniyê bidin kalîte û entegrîteya hunerî, armanca şîrketên cîhanî yên wek Major-Labels û Hollywood meztirînkirina qezencên aborî yên li hemû cîhanê ye.

Independent bi gelemperî wek qitûtiyeke rexneker tê nirxandin, ya ku darêjên civakî û siyasî pirsyarî dike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]