Jêdera pileya yekem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Jêderên pileya yekem hat beralîkirin)
Ev tabloya dîwarê ku li bajarê romayî yê Pompeiiyê hatiye dîtin, mînakeke jêdera pileya yekem a li ser mirovên Pompeiiyê di dema Romayê de ye. (Portreya Terentius Neo)

Di lêkolîna dîrokê de jêdera pileya yekem (ku jê re jêdera orijînal jî tê gotin) belge, rojnivîs, destnivîs, otobiyografî, tomar an çavkaniyeke agahiyê ya din ya ku di wextê ku tê lêkolandin de hatiye çêkirin e. Ew di derbarê mijarê de wekî çavkaniyeke agahiyê ya orijînal xizmet dike. Pênaseyên bi vî rengî di zanist û lêkolînên din de jî tên bikaranîn, lê belê her lêkolîn xwedî pênaseyeke cuda ye.

Di rojnamevaniyê de jêdera pileya yekem dikare keseke ku xwedî zanîna rasterast a rewşekê yan belgeyeke ku ji hêla keseke wiha ve hatiye nivîsandin, be.[1]

Jêderên pileya yekem ji jêderên pileya duyem tên cudakirin. Jêderên pileya duyem belgeyên ku jêderên pileya yekem vedibêjin, şîrove dikin, an jî li ser wan ava dibin in. Bi gelemperî, qeydên ku piştî bûyerê hatine nivîsandin jêderên pileya duyem in.[2] Jêdereke pileya duyem jî li gorî awayê bikaranînê wekî jêdereke pileya yekem dikare were hesibandin. [3] Wek mînak, dibe bîranînên nivîskarekê di lêkolînên derbarê nivîskarê xwe de yan jî li ser hevalên wê yên ku di hindurê wê de têne destnîşankirin de wekî jêdereke pileya yekem were hesibandin, lê heman bîranîn dikare bibe jêdereke pileya duyem heke ji bo lêkolîna çanda ku nivîskarê wê tê de jiyaye were bikaranîn. Divê "yekem" û "duyem" wekî têgihên guherbar werin fêmkirin, piştî ku çavkanî li gorî konteskta dîrokî ya taybet û tiştê ku tê lêkolandin were kategorîzekirin.[4]: 118–246 [5]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Journalism: Primary Sources". Pepperdine University. Roja gihiştinê 17 kanûna paşîn 2018.
  2. ^ "Primary, secondary and tertiary sources". University Libraries, University of Maryland.
  3. ^ "Primary and secondary sources Girêdana arşîvê 2016-03-01 li ser Wayback Machine". Ithaca College Library.
  4. ^ Oscar Handlin and Arthur Meier Schlesinger, Harvard Guide to American History (1954)
  5. ^ Kragh, Helge (1989). An Introduction to the Historiography of Science. Cambridge University Press. r. 121. ISBN 0-521-38921-6.