J. H. van 't Hoff

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Jacobus Henricus van 't Hoff(1852-1911)

Hoff, yekemîn wergirê xelata Nobel'ê ye. Ew di zanîngehên Amsterdam û Berlin da mamosteyê kîmîfîzîkê buye.

Hoff, damezrînerê Kîmiya fezayî yan kîmiya 3alî di sala 1877'an da ye. Girîngiya xebatên wî yên zanistî piştî 10 salan bi riya Joseph Le Bel, hate zanîn. Wî di warên zanistî yên cihê da bi berfirehî xebatên pir hêja kiriye. Wek mînak di warê Hevkêşe yan hevsengiya Kîmyewî( chemical equilibrium), Kînîtîkên Kîmyewî( chemical kinetics), Pestoya Osmozîk, Kîmiya 3alî(stereochemistry), şêwazên nû jibo texmînkirina kêş yan wezna Mulukulan û jihevveqetandina Elektrolîtan da, encamên pir balkêş bidest xistiye.

Hoff, jiber keşfa qanûnên pestoya osmozîk( osmotic pressure)di sala 1901'an da, xelata Nobel'a Kîmiyê wergirt.



[1]

|Jacobus Henricus van 't Hoff(1852-1911)

  1. https://en.wikipedia.org/wiki/Jacobus_Henricus_van_'t_Hoff