Jaroslav Heyrovský

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jaroslav Heyrovský
Jaroslav Heyrovský li cem xebata xwe
Jidayikbûn20ê kanûna pêşîn a 1890an
Mirin27ê adara 1967an (76 salî)
Prag, Çekoslovakya
EsilÇek
HevwelatîÇekoslovakya
PerwerdeZanîngeha Charles a Pragê, Akademiya Zanîngeha Londonê
Xebatên navdarPolarografî, Elektroanalîtîk kîmya
HevjînMarie Koranová
XelatXelata Nobelê ya Kîmyayê (1959)
Kariyera zanistî
Qada xebatêPolarografî, Elektroanalîtîk kîmya
KargehRoyal Air Force
biguhêreBelge

Jaroslav Heyrovský (bilêvkirina bi kurdî: Yaroslav Heyrovskî) (20ê kanûna pêşîn 1890 - 27ê adarê 1967) kîmyager û dahênerekî çek bû. Ew weke bavê metodên elektroanalîtîk tê zanîn ku ev şêwaz di kîmyaya analîtik de tê bikaranîn.[1] Jaroslav ji bo xebata xwe ya polarografiyê di sala 1959an de Xelata Nobelê ya Kîmyayê wergirtiye.[2][3]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jaroslav Heyrovský di sala 1890î de li Pragê ji dayîk bûye. Kurê Leopold Heyrovský yê pêncem e. Bavê wî li Zanîngeha Pragê profesorê beşa Dadnasiya Romayê bû û bi Clara re zewicî bû.[4] Jaroslav li zanîngeha li Pragê ya Charlesê xwendina kîmya, fîzîk û matematîkê kiriye. Di navbera salên 1910 û 1914an de li Akademiya Zanîngeha Londonê (University College London) xwendina xwe kiriye.
Di dema şerê cîhanê yê yekem de di nexweşxaneya leşkerî de xebitiye. Vî karî derfet dida wî ku di heman demê de xwendina xwe jî bidomîne. Lewma wî di sala 1918an de mastera xwe li Pragê û di 1921ê de jî doktoraya xwe li Londonê domand. Wî di sala 1922an de xebata xwe ya polarografiyê dahênand û piştî vê re li ser elektrokîmyayê hûr bû. Di sala 1926an de li zanîngeha Charlesê bû profesor.
Di sala 1952an de bû birêveberê Enstîtuya Polarografiyê ya li Akademiya Zanistan a Çekoslovakyayê ku îro navê wê Akademiya Zanistan a Çekyayê ye.

Jaroslav di sala 1926an de bi Marie Koranová re zewicî û keçek (Judith) û kurekî (Michael) wan çêbû. Jaroslav di 1967an de çû ser dilovaniya xwe û gora wî li goristana Vyšehradê ya li Pragê ye.

Polarografa Jaroslav Heyrovský

Rûmetî û xelatên jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek zanîngehan rûmetî da Jaroslav Heyrovský. Ew di 1927an de bû akademisyenê Akademiya Zanîngeha Londonê. Di sala 1955an de ji Zanîngeha Teknîkî ya Dresdenê, di 1956an de ji Zanîngeha Warşovayê, di 1959an de ji Zanîngeha Aix-Marseille, di 1960î de ji Zanîngeha Parîsê rûmetdariya doktorayê wergirt. Jaroslav di sala 1933an de li Akademiya Amerîkan a Huner û Zanistan, di 1955an de li Akademiya Zanistan a Macarî û li Akademiya Zanistan a Hindî, di 1962an de li Akademiya Zanistan a Polonî weke endamê rûmetdar hate hilbijartin. Jaroslav bi dehan caran bû akademisyenê rûmetiyê yê gelek zanîngehan. Ew bû endamê rûmetdariyê yê civaka kîmyayê yên li Çekoslovakya, Awistriya, Polonya, Înglistan û Hindistanê.

Jaroslav Heyrovský li Çekoslovakyayê xelata pileya yekem a dewletê wergirt û di 1955an de bû xwediyê nîşana neteweyî ya komara Çekoslovakyayê.

Wî dersên polarografiyê li welatên DYA'yê, Rûsya'yê Înglistanê, Swêd û Komara Gel a Çînê dane xwendin.

Li ser Heyvê ji bo rûmetdarkirina wî navê kraterekê kirine Heyrovský.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]