Jiyan di bin roja Mîtra de dimeşê (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Jiyan di bin roja Mîtra de dimeşê
Nivîskar Abdusamet Yigit
Şêwe Dîrok
Ziman Kurdî
Dîrok 2014
Weşanxane Weşanên Han
Rûpel 120
ISBN ISBN:978-3-942735-20-9

Jiyan di bin roja Mîtra de dimeşê[1]. , pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit a ku di destpêka sala 2014´an hat weşandin. Pirtûk, li ser Mîtra û dema wê disekinê. Bi wê re pirtûk, li felsefe, bawerî û ola Mîtrayê û dema wê disekinê. Pirûk, di encama lêkolînekê de hatiye nivîsandin. Di pirtûkê de, giranî hatiye dayîn li pêşketinên ku li ser ola Mîtrayê re bûne.

Destpêka pirtûkê, bi van gotinan destpê dike: "´Mîtra, sûwarê leheng ku sûwar dibû, bi haspê xwe re bi ber rojê ve difirî´. Mîtra, destpêkek bû. Bi wî re û navê wî re zayîneka mejûyî hebû. Mîtra, hê ku piçûk bû, ew bi kirin û gotinên wî ên bi aqilane re ew dihat li berçav û nasîn. Navê wî, bi wî rengî hebû. Mîtra, oldar û pêyamnêrî dema Mîtannîyan û ji mîtannîyan bû. Mîtannî jî kurd bûn. Bo vê yekê jî, ew weke «sûwarê Mîtannî, ku bi ber rojê ve difirî» dihat binavkirin."

Di bawerîya Mîtra de ´Ga´ û ´gurandina ga´ û ´xwarina pîroz´.[biguherîne]

Mîtra, bi gurandina ga´ re mazinatî, serdestî û yekîtîya yazdanê mazin denezend. Lê Mîtra, bi gurandina ga´ re kevneşopîyek û bawerîya wê ya bi hezaran salan ku hebûna xwe heta wê demê domandibû dabû bû berxwe. Ew, kevneşopîya bi hezaran salan, heta wê demê civat afirandîya. Bawerîya li wê, li her deverê welêt heya. Wê ev çawa bûba? Mîtra, bi vê rewşê, rewşeka nû afirandibû. Di derbarê wê kirina mîtra de, herkesek di serê xwe de û bi zanebûna xwe re ne têr bû.

Dema ku bahse Mîtra dihê kirin, ev gotin, dûbare dihê ser ziman di nava kurdan de. "Mîtra, gayê xwe li mal digirt. Hemû tişt ji wî re dikir. Weke yazdanekê lê meyîzend. Lê rojekê ku derî vekirî bû û ga derfet dît, êdî ga ji malê derket û ravî. Piştî ku Mîtra hat û dît ku wa gayê wî ne li cihê xwe ya pirr bi mereq bû û ket pay dîtina gayê xwe de. Li gelek zevî û deveran gerîya. Piştre li ber avekê li deverekê li devereka şîn ew gayê xwe dibînê. Piştre Mîtra li wir gayê xwe digirê û wî dihêne malê û li wir wî digûrêne ji yazdanê mazin re." Lê berî vê gûrandin jî, dihê gotin ku "mîtra li ser wê rewşê hizirî û pirr hizirîya. Di ancama hizirkirina xwe de gihiştîya wê têgihiştin û ancamê ku "yazdanaka heya ku min jî û ew jî afirandîya" û "ew afirînerê hemû tiştî ya" û "wî her kes û gerdûn afirandî ya." Bi wê re jî, Mîtra, ew yazdanê xwe yê ku di serê xwe de kifşkirî, ji wî re wî gayê xwe dike boraq. Lê Mîtra, di farqê pîrozîya ga de ya. Bo vê yekê Mîtra, tê gotin ku wî dengê yazdanê xwe kirîya û yazdanê wî ji wî re gotîya ku "Mîtra, zaroyê min, ezê tişta ku min dayî wî gayî bidina te." Ji aliyê bawermendên vî ve, ev tişta ku tê gotin hatîya li Mîtra di wê demê de, ew pîrozîya jî ya. Bi vê yekê re, Bawermendên Mîtra, ew pîrozî çiqasî mazin a, bi navê ga re hertimî hewldane ku wê tefsîr bikin. Ga, li gelawêjê bicih kirina. Mîtra li Keywanê bicih kirina. Ji xwe yazdanê Mazin jî, roj weke ya wî ya. Ew, weke dagera wî jî dihê dîtin û ser ziman.

Di Mîtratiyê de Pergale stêrzaniyê a Mîtra[biguherîne]

Mîtra, Pergaleka ´gerwêrkî´ û ankû ´tîr´î li azmana hanîbû ser ziman. Di bawerîya olî a olzanî de navê heft "qadên binê ardê" û ankû "heft qat(tabaqa)ên li azmana" hatîya kirin. Ev di temenî bi bawerî de di bawerîya bavûkalên Mîtra hebû. Lê Mîtra jî, ev hanîna ser ziman. Navê Rojê("sol" û ankû "sor")ê hanîya ser ziman. Roj, navek ji wan navan a ku navê yazdanê mazin jî ya. Mîtra, bi vê yekê, divê ku mirov bibêje ku ew her heft qat(tabaqa)ên li azmana, weke tabaqayên "dunyayî" ku li wan jîyan heyî û ankû awayna darêjkên jîyanî ku yazdanê mazin li wan bicihkirî dihên ser ziman.

Bi vê yekê, navê heyvê jî her her wusa heya. Lê bi navê ´heyvê" re navê "meh" jî heya û bi wê re di dema Mîtra de ji wê re navna din jî "rona" ku di wate rohniyê de hatîya ser ziman li heyvê hatîya kirin. Li wê herêma berfiratê, heyvê, hertimî di demên havînê de bi şevê reşî dikir rohnî. Di wê şevê de kirina rohnî ya reşîya şevê, ji wê re di kurdî de dihat gotin "şêwîn". Ev jî, navekî din ê wê rewşa rohniya heyvê ya.

Mîtra li azmana hizirîya û hizirkirîya û hanîya ser ziman ku li azmana gelek ´tîr´ û ankû ´gerwêrk´ hena. Bi wê re jî, ev gotina "qat(tabaqa)ya" şîrove kirîya û her yekê, ´weke dunya me ku li azmana´ şîrove kirîya. Gotina, ´heft´ê, ku heta roja me jî di êzîdîtîyê de heya û bi gelek rengên wê hatîya biwate kirin û ser ziman, di wê demê de di temenê ´heft qatên azmana´ de hatîya ser ziman. Di têgihiştinkirin û hişkirinê de, weke heft qatên ku li ser hevdû hatina danîn jî hatîya fahm kirin. Lê Mîtra, di dema xwe de, ji dunyê û heyîna heyvê ya li berçav gav diavêje û weke dunyeyek biserê xwe şîrove dike û dihêne ser ziman. Bivê yekê, navê Stêran ku heya, lê bi wê re navê tîr(gerwêrk)ên ku heya ên weke rojê, heyvê, keywanê, Berçîsê, gelawêjê, behramê û tîrê hanîya ser ziman. Ev heft gerwêrk, giring û hatina bi wate kirin û gelek tefsîrkirinên bi wan re û bi navê wan re ku hatina kirin in hena. Di tefsîrkirina Mîtra de cihekî teybet ji pîrozîya ga´ re hatîya vaqatandin. Mîtra, çend ku hin tefsîrna bi heyvê re û li ser heyvê re bi ga re dike(ev rengê tefsîrê, di demên berî Mîtra de bi anû re û bi navê ga´ re hatîya kirin bi heyvê re), lê Mîtra ga´ li cihê qat û ankû gerwêrka gelawêjê bicih dike. Navê gerwêrka gelawêjê, bi navê ga´ re ew tênê ser ziman. Heta ku li cihna navê gerwêrka gelawêjê, tefsîra ga´ dide tefsîr kirin. Gerwêrka gelawêjê, weke gerwêrkeka giring a.

"tîra ku ji destê Mîtra bi kavana wî re ji destê wî çû, wê qanciyê bi xwe re bêne. Wê başî û evîndarîyê li dil serdest bike. Wê hijkirinê bike dil. Wê rastîyê bide li berçav." Bi vî rengî, weke ku ew ´tîr´a ku ji wê kavanê dihat avêtin, ku weke ku bi "gîyan" bê, dihat şîrove kirin û şîroveya wê dihat pêşxistin. Mîtra, ew tîr û kavana wî jî, wê ji dev bi hanîna ser ziman û şîrovekirinê wê pîrozîyek bi navê wê re û bi wê re were ser ziman. Weke ku çawa ku Mîtra, li azmana li "qata keywanê" hatîya bicih kirin, weke ku "ga li gelawêjê hatîya bicih kirin", wê tîr û kavana wî jî, bi vî rengî bi awayekî stêrzanî û kozmosî wê were dîtin û wê bi dunyekekê re were dîtin. Ew qata azmana jî, wê qata bi navê "qata tîrê" bê. "qate tîrê" û ankû "tabaqaya tîrê", yek ji wan qat(tabaqa)yên heftan ên ku Mîtra bahse wan kiribû bû. Bi vê yekê, ew tîra Mîtra, divê ku mirov bi teybetî bahse wê bike. Piştre, rêmildarên oldarî ên Mîtrayî, bi wê re weke ku piştre "fal tên vekirin û lê nerin", "pêşaroja mirovan bi wê tê xwandin" û hwd, wê rewşên bi vî rengî ên kozmoskî bi wê re pêş bikevin û werina ser ziman. Dema dema ku em li nava wan dagerên ku ku bi wan "fal dihatina vekirin" û ankû "li falan dihatin nerin" û bi wê li "pêşaroja mirovan dihat nerîn ku ka wê çi werê pêşîya wan bi qancî û ankû xirabî, emê bibînin ku hemû dagerên ku bi Mîtra re bûna. Şêr, dema ku Mîtra li daristanê li ser hasp dimeşê li aliyê wî yê çapê heya. Mar li aliyê wî yê rastê heya. Demsala ku herî germa û ku di wê demê de têhna rojê dide dunyê de ´tûpişk´ derdikeve ser rûyê ardê. Piştre oldarên Mîtrayî, tefsîra wê çêkirina û mirov ku nêvî mar û nêvî tûpişk çê kirina. Hinekan piştra gotîya ku ew nêvî aliyê mirov Mîtra jî ya. Bi wî re jî, n ku hanîna ser ziman jî hena. Wekî din jî, "dare qaj" ku bi navê ´dare çamê´ jî tê bi nav kirin heya. Mîtra, çûya ser serê dare qajê û dar di nêvî de bûya sê-beş. Ew dare qaj(çam)ê, piştî ku li sê-beşan bûya beş, êdî ew beşbûna dare qajê jî, bûya weke sembelek û behîteka Mîtra. Oldarên Mîtra, wê wê dare qajê ku li sê-beşan bûya beş, di hildin li hêtên parastgehê naqş dikin. Bi wê re jî, dare qajşê, pîrozîyek û tefsîrek pîroz standîya. Ev dare qajê, divê ku mirov bibêje ku di nava çanda Mîtra de û di nava bawerîya wî de, cihekî wê yê teybet ê pîroz jî heya. ..

Di bawerîya MÎtra de "heft qatên azmana"[biguherîne]

Di dema wî de jî, di nava oldarên xwe de wî pirr zêde bahse keyanîya yazdanê mazin kirîya- Mîtra gotîya ku "yazdanê mazin li ser taxtê xwe rûniştîya û ji wir hertiştî dibînê û bi rê ve dibê. Ji wir bihûşt dojeh çêkirîya. "Heft qatên azmana´ çêkirîya û li gorî qancî û kirinên mirov ên baş, ew mirov li wanderan bicih dike. Di bawerîya Mîtra de, "hemû gîyan, wê di dawiyê de bi hewa bibin û herina azmana." Lê hinek gîyan, wê zû neçin. Wê di tirba xwe de û li dûnyê bimênin. Wê ev jî, ji wan re bê weke cezayekî ku beremberê kirinên wan ên nebaş. Hinek mirov wê hindikî bimênin. Hinek jî, wê zêde bimênin. Lê yazdanê mazin, sînorê hemûyan jî, bikirin û hewldanên wan re bi sînor kirîya.

Lê gîyanên ku bi hewabûn û çûna azmana, wê li wir serbest û azad bin. Wê bi rûmet û rêz bin. Wê binirx bin. Ew gîyan, wê piştre carek din, ku yazdanê mazin rast dît, wê bi laşekî re bişêne dûnyê. ..´

Bersiva Mîtra ji wê re heya ku dema ku gîyane mirov care duyemin bi laş bû û hat dûnyê jî. Rojekê, oldarekî Mîtra ji wî pirsîya ku "dema ku care dûyemin gîyan bi laş bû hat dûnyê, wê bi zanebûna jîyane xwe ya berê wî jî wê were?". Mîtra bersiv daye wê pirsê û gotîya ku "wê tenê ew hişê jîyane wê gîyanê ya berê, ku li azmana bû û gîyan bû wê bibe. Lê wê jê neçê û newê ji bîr kirin. Piştre jî, wê were dûnyê. Ku hat dûnyê bi care duyemin, wê wê tenê di hişê wê jîyane xwe ya wê demê de bê. Bo ku ew karibê wê jîyane xwe bi rastî û di aramîyê de bijî, wê ew ji bo wî wusa bê. " Li vir Mîtra, xate kîşandîya û gotîya ku mirovê ku bi jîyane xwe ya li dûnyê j destpêka jîyanê xwe û heta dawîya jîyanê xwe ku bi başî jîya ku care duyem bi laşbû û hat dûnyê ku bijî, wê bi wê qancî û paqijîya xwe bibîr bike. Wê hingî, ahangekê bi wî re bi afirê." Mîtra, ev jî gotîya. Lê Mîtra, ev jî gotîya, ku "mirovê ku qanc bê û di jîyane xwe de hertimî qancî kiribê, wê li azmana li cem taxtê bavê min, wê min bibîne, wê çavên wan bi min bikeve." Ev gotin jî, Mîtra gotîya.

Mîtra û ´tîr û kevana´ wî[biguherîne]

Mîtra li gorî ku tê gotin tîr û kevanî heya. Ev tîr û kevana wî li pişta wî ya. Mîtra textê wî li keywanê ya. Ew tîr û kevana mîtra jî pîroz hatîya ditin. Ew gotina "tîr û kevan" ya di falvekirinan de ku heya jî, ji vê hebûna tîr û kevana Mîtra tê.

"Mîtrayî, di 25´ê berfanbarê de ´sersalê´ê pîroz dikin."[biguherîne]

Di tefsîran de, aliyekî din ê ku divê ku mirov biteybetî bahse wê bike jî ew a ku taxtê wî ji aliyê ga ve dihê kişandin bi ber rojê ve li azmana. Ev rewş, bi gelek şêwayên wê ji aliyê bawermendên wî ve hatîya naqşkirin jî. Her wusa, bi naqşkirinê hatîya danîn li berçavan. Bi wê yekê, hatîya xwestin ku vê rastîya Mîtra dênina li berçav. Mîtra, bi wî re jî, kevneşopîya "pîrozkirina sersalê" dihê domandin. Weke rojbûna Mîtra, her sal di 25 berfanbarê de dihê pîroz kirin. Bi wê yekê re, êdî ew dihê bîrhanîn. Di wê rojê de berg dihên kirin. Bîrhanîn dihê kirin. Û her wusa, di wê rojê de çûyina mêhvandarîya li hevdû û bi hevdû re xwarin û hwd jî dihê kirin. Ev roj, weke rojek teybeta di çand Mîtratîyê de. Çanda Mîtratiyê, weke çandaka bi vî rengî ya dema şariştanî a hemdem a. Bi wê yekê re, Mîtra, di dema xwe de, pirr zêde li ser pirsgirêkên civatê sekinîya û axiftîya. Hanîya ser ziman. Xwestîya ku her mirov aqilê xwe baş û rast bikarbêne.

Vegotina "carek din vegerîna Mîtra li dûnyê û serdestkirina wî ya aliyê qanciyê li dijî aliyê xirabîyê"[biguherîne]

Mîtra, di derbarê wî de, dema ku bahse jîyane wî dihê kirin, di temenê behîtekê de bahs dihê kirin. Bi teybetî, dema ku bahse goçkirina Mîtra ji dûnyê dihê kirin, dihê gotin ku "ew li ser taxtê xwe bû û ga, ew taxtî wî yê ku ew li ser rûniştîya hilkişandina bi azmana ve. ..

Mîtra, dema ku bahse wê dihê kirin, dihê gotin ku ew namirîya. Ew, dema ku dema wî hat ku wê ji dûnyê goç bike, ew bi taxtê wî re çûya azmana û li wir dimêne. Li wir, "cihê wî, di rex yê yazdanê wî de ya." Mîtra, wê serdema qanciyê serdest bike. Ew, wê serdestîya yazdanê xwe li dûnyê serdest bike. Bi wê yekê, Mîtra, weke peyamnêrekî yazdanê mazin ê qadîm dihê dîtin û ser ziman.

Mîtra, piştî hat vegerîya dunyê, wê êdî şerekî mazin li ber xirabî ne qanciyê bike. Di dawîyê de, weke ku yazdanê wî jî di baxtê wî de nivîsandî ew wê bi serkeve. Piştre wê piştî wê serkevtinê re, weke ku bawermendên wî jî dibêjin "wê gûr bi mehê re biçêrê, lê wê ji wê re ne zirer bê."Piştî wê serkevtina Mîtra, wê bi vî rengî 40 salî dunya di aramiyê de bi buhurê di bin rêvebirina Mîtra bixwe de. Piştre wê, dunya wusa xweş bibe ku weke bihûştê lê were. Êdî bûna xatirê Mîtra, wê yazdanê mazin derîyên bihûştê li dunyê veke û bina yek." Piştî vê re êdî ew "aramîya sermedî" a ku Mîtra û bawermendên wî bahsê dikin wê were û bibe, û serwer bibe.

Çavkanî[biguherîne]

Beşên vê nivîsê ji navaroka pirtûka "jîyan dibin roja Mîtra de dimeşê" ya nivîskarê kurd Abdusamet Yigit hatîya girtin

Û ji nivîsa wî ya bi navê "[li ser raman û bawerîya Mîtra di dema wî de" http://rojevakurdistan.org/index.php/kurdi/13223-li-ser-raman-u-baweriya-mitra-di-dema-wi-de] sûd hatîya vergirtin.

  1. 1