Feqiyê Teyran
Feqiyê Teyran | |
|---|---|
| Navê rastî | Mihemed |
| Jidayikbûn | 1590 |
| Mirin | 1632 Xîzan, Bidlîs |
| Esil | Kurd |
| Bernav | Feqiyê Teyran, Feqiyê Gerok, Mîr Mihê, Miksî, Mîn û Hê |
| Hevwelatî | |
| Perwerde | Medrese |
| Destûrname | Melayê Cizîrî |
| Pîşe | Helbestvan, Çîroknivîs û Fîlozof |
| Serdem | Sedsala 16 û 17'an |
| Bandorker | Ehmedê Xanî, Şêx Memdûhê Birîfkanî |
| Dîn | Îslam |
| Dê û bav |
|
| biguhêre | |


Feqiyê Teyran bi navê rastî Mîr Mihemed (jdb. 1590 Colemêrg − m. 1632[1] Şandîs, Xîzan), yek ji fîlozof û helbestvanên zimanê kurdî yên klasîk e ku bi helbesta xwe ya Zembîlfiroş û bi nivîsandina çîroka pêşî ya wêjeyî ya Şerê Dimdimê ku di salên 1609 û 1610an de qewimiye, hatiye naskirin.[2][3] Di edebiyata kurdî ya klasîk de helbestvanek pêşeng e ku bi Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Mela Huseynê Bateyî û Ehmedê Xanî re yek ji damezrînerê kevneşopiya edebiyata kurdî ye.[4]
Di berhemên wî de xweza mîstîsîzm û çîrokên gelêrî li pêş in û ew bi taybetî bi nasnavê xwe yê qelemî "Feqîyê Teyran" (ku tê wateya şagirtê teyran) hatiye nas kirin. Feqîyê Teyran wekê zanyarekî rêwî li gelek deveran geriya ku di heman demê de di nav gel de wekî "Feqiyê Gerok" jî hatiye nas kirin. Di helbestên xwe de cih daye hînkirinên mîstîk ku bi vegotinên xwe yên alegorîk û çîrokên sembolîk ên li ser teyran bal kişandiye ser xwe. Feqiyê Teyran bi mîrateya xwe ya mîstîk û edebî şopeke kûr li ser edebiyata kurdî hiştiye û helbestên wî heta roja îro hatiye û di nav çanda nûjen a kurdan de cihê xwe girtiye.
Li gorî hinek dîroknasan Feqiyê Teyran di sala 1590an de hatiye dinê û di sala 1632-1660an de çûye dilovaniya Xwedê. Li ser van dîrokan hêj jî niqaş hene. Ya rastî ew e ku Feqiyê Teyran di sala 1590an de hatiyê dinê û jiyaneke mezin û bi zanist berdewam kiriye.[çavkanî hewce ye]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Feqiyê Teyran di sala 1590an de li gundê Miksê ji dayik bûye ku di wî demê de gundekî bi ser bajarê Colemêrgê ve bûye. Miks niha yek ji avçeyên bi ser parêzgeha Wanê ve ye.[5]
Li gorî vegotinan Feqiyê Teyran di temenekî biçûk de eleqeya wî bi xweza, ajal, bi taybetî bi çûkan re çêbûye û dest bi gotinên xweş kiriye.[5]
Feqiyê Tayran ku navê wî yê rastî Mihemedê Evdillah e ku di medreseyê de perwerde dibîne her ku mezin dibe pişta xwe dide malbata xwe ku malbateke Mîr e ku hemû derfetên malbatê yên ku malbata wî di dest wî de ye û berê xwe dide xwendin, helbest û xwezayê. Ji aliyekî ve perwerdeya xwe werdigire û ji li aliyek din ve jî dest bi gera xwe yê hawirdorê dike. Bi kurdiyek zelal û fehmbar ku gel pê diaxive, helbestan dinivîse, çîrok û destanan berhev dike û wek vebêjer tevê nava gel dibe. Ew di demeke kurt de li gelek deveran digere ku navûdengê wî digihîje welatên dûr û bi xwe jî derdikeve rêwîtiyek dûr û dirêj.[5]
Her ku diçe kîjan gund, bajarok û bajaran bi şêweya dengbêjiyê helbestan dibêje çirok û destanan dibêje, li çîrokan guhdarî dike û çîrokên nû hîn dibe. Ji ber vê yekê navekî din ê Feqiyê Teyran, Feqîyê Gerok e.[5]
Li gorî çavkaniyên nivîskî Feqiyê Teyran pêşî li medreseyên Bidlîsê xwendiye, piştre jî li Medreseya Sor a Cizîrê ku ji bo edebiyata kurdî navendek perwerdehiya girîng e, perwerdehiya xwe domandiye.[5]
Di gelek vegotin û nivîsan de Feqiyê Teyran wekê helbestvan hatiye diyar kirin lê li gorî hinek hîpotezan ew ne tenê helbestvanek bû ji xeynî helbestvaniyê ew wekê fîlozofekî jî hatiye diyar kirin. Di dema xwe de li ser hizir pir kûr bûye û pir nivîsandiye. Herçend zêde kitêbên wî heta îro nehatibin jî lê tê texmînkirin ku wî gelek kitêb nivîsiye. Li ser felsefe, dîroka dema xwe de û li bûyerên ku dema wî de qewimiye hizrê xwe aniye ser ziman.
Navê Feqiyê Teyran a rastî wekê di çarînê de gotiye "Mihemed" (Mîr Mihemed) e. Feqî di helbestek xwe de navlêka xwe "Mîr Mihê" aniye ziman. Feqiyê Teyran bi xwe ji malbatek eşîriye. Bav û kalên wî yek ji mîrên Kurdistanê bûne. Feqiyê Teyran di dîroka wêjeya kurdî de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destannivîs û çîrok nivîsekî mezin e ku kurê mirekî kurd e. Berhemên wî yê nivîskî wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewla Hespê Reş e.
Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê girtiye. Kesekî xwenda û zana ye. Di dema wi de axa Kurdistan û rojhilatê medreseyên olî hebû ne. Di van medreseyan de agahiyên olî, dersên ziman û wêjeyê hatine dayin. Bi navê “Feqî” peyva ilm û şagirtiyê ya “teyrê” ji berhema bi navê mentiq et-teyrê têt in. Ev berhema ku pir tê zanin a Feridedîn Etar e. Wateya wê, axafitina çûka ye. Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîs e, hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Feridedîn Atarî girtiye. Mewlana jî tesîr ji ferasate tesewufî ya Feridedîn Atarî girtiye. Feqî di wêjeya kurdî de helbestvanekî girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfî nivîsiye. Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miskî, Xoce, Mîr Mihê, Mim û hê jî bi kar aniye. Li gorî lêkolînan, dibe ku Feqî ji malbateke mîran be û navê wî yê bi rastî Mihemed e. Tirbeya wî li navçeya Miksê ya Wanê ye.
Şêwaz û mîrate
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Feqiyê Teyran berhemên xwe bi helbestan dinivîsand û bawer dikir ku helbest ji pexşanê bêtir bandorê li guhdêr dike û wî dike guhdarekî çalak. Li gel hinek helbestên wî ku bi şêwazeke kûr hatiye nivîsandin, wî bi gelemperî zimaneke sade di helbestên xwe de bikar aniye ku ji aliyê gel ve bi hêsanî hatiye fêmkirin. Berhemên wî bi gelemperî dikarin li du komên sereke werin dabeş kirin: helbestên didaktîk ên ku armanca wan rêberiya gel bike û helbestên felsefî yên ku cîhana wî ya ramanê nîşan didin. Wek mînak her çiqas wî di helbesta xwe ya "Dilo Rabe" de bi karanîna zimanekî sade şêwazek rêberî bikar anî be jî, di hevberiya wêjeyî ya ku ew bi Melayê Cizîrî re ketibû de, wî şêwazeke kûrtir û rewşenbîrtir tercîh kiriye.
Du çarbend ên pêşîn ji helbesta Dilo rabe
| Dilo rabe dilo rabe,
Veke çava, ku êvar e, Nezan û bes di xew da be, Bi newmê ra mebe yare.. Dil û şîrîn neke newmê, Ji nefsa xwe bike lewmê, Neçe nêzîka wê qewmê, Dilo ew fîîla xesar e.. |
Helbestên Feqîyê Teyran ku wekê 'rengîn' hatine wesifandin, di serdema nûjen de di muzîka gelêrî ya kurdî de hatine bikar anîn.[6] Wî di berhemên xwe de zimanekî sade bikar aniye, hêmanên folklorî bi kar aniye û bal kişandiye ser mîstîsîzmê. Di nav mijarên helbestên wî de evîna Xwedayî, zanîn, hikmet, bedewiya jinan, xweza û metafizîka sofîzmê hebûn. Helbestên wî bi prozodî an xwesteka hêvîyî hatine nivîsandin û wî di helbestên de xwe bendên çarbendî tercîh kiriye.[7]
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ey Avê Av: Ji 277 malikan pêk hatiye. Di sala 1989an de bi xebata Abdulreqîb Yûsiv li çapxana "El Hewadîs" li Bexdayê hatiye çapkirin.
- Şêxê Sen'an: Ji aliyê xanim Margirit Rodînko ve hatiye berhev kirin û di sala 1965an de, li Moskow çap kiriye. Berhem ji 313 çarînan pêk hatiye.
- Bersîsê 'A'bid: Li gorî Abdulreqîb Yûsiv ev helbest ji 422 malikan pêk hatiye.
- Qewlê Hespê Reş
- Sîseban
- Xan Dimdim
- Qiseya Bersivayî
- Zembîlfiroş
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Ji nivîstekên li ser kêla gora Feqiyê Teyran jî tê fêmkirin ku Feqî di sala (hicrî: 1041) 1632yan de koçî dawiyê kiriye.
- ^ "زەمبیلفرۆش كێیە و چۆن گەیشتە باتیفا". www.wishe.net. Roja gihiştinê 11 tîrmeh 2023.
- ^ Foundation, Encyclopaedia Iranica. "Welcome to Encyclopaedia Iranica". iranicaonline.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 11 tîrmeh 2023.
- ^ "FAKĪ-yi TEYRÂN". TDV İslâm Ansiklopedisi (bi tirkî). Roja gihiştinê 11 tîrmeh 2023.
- ^ a b c d e "Şeyhmus Çakırtaş | Feqiyê Teyran…". Independent Türkçe (bi tirkî). 16 kanûna pêşîn 2020. Roja gihiştinê 11 tîrmeh 2023.
- ^ Leezenberg, Michiel (20 tebax 2020). "Between Islamic Learning and Philological Nationalism: Mullah Mahmûdê Bayazîdî's Auto-ethnography of the Kurds". Die Welt des Islams. 60 (4): 433–472. doi:10.1163/15700607-00600A09. ISSN 1570-0607.
- ^ "FAKĪ-yi TEYRÂN". TDV İslâm Ansiklopedisi (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 hezîran 2025.
Bîblîografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kovara W, 29, çiriya paşîn-kanûna pêşîn 2009, r. 36-58. (Dosyayeke Feqiyê Teyran tê da heye)
- Mele Xalidê Sadînî (2000). Feqiyê Teyran (jiyan, helbest û berhemên wî). Nûbihar, Stembol.
- Abdusamet Yigit, Feqiyê Teyran, roman, 2009, Han, berlin. ISBN 978-3-94040997-34-0