Here naverokê

Kêlhenek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Keçel
Geronticus eremita
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Ciconiiformes (?)
Famîle: Threskiornithidae
Binefamîle: Threskionithinae
Cins: Geronticus
Cure: G. eremita
Navê zanistî yê latînî
Geronticus eremita
(Linnaeus, 1758)
Geronticus eremita

Kêlhenek an keçel an jî teyrê keçel (Geronticus eremita), cureyekî balindeyên dirûvê leglegan (Ciconiiformes) e.

Kêlhenek balindeyeke ku ji sala 1879an û vir de li bajarê Bîracika Rihayê dijîn. Hejmara wan kêm e û ji bo vê yekê bi taybetî li Bîracikê ji layê Endazyariya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ve dihêne parastin. Nika bi tenê li Bakurê Kurdistanê, Sûrî û Fasê dihêne dîtin.

Navê xwe ji serê xwe yê kêl û ji rengê serê wî tê. Gorî çîrokan ew çûka dihere li welatê Ereban li bin darê heneyê dijî. Çima ku hene bi ser serî wî de tê serî xwe sor dibe.

Di çavkaniyên dîrokî de kêlhenek

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta demeke dirêj li Bîracikê populasyona herî dawî ya xwezayî ya kêlhenekan (Geronticus eremita) hebû. Ew bajar hê jî weke welatê kelhênekan tê nasîn. Mixabin jmara vê çûkê li ber tehlûkeya tunebûnê ye. Hêjayî gotinê ye ku di sala 2002'an de gelheyên din a xwezayî li Sûriye hate dîtin. Îro neslê kelhênekê di bin parastinê de ye û ji bo ku jimara wan zêdetir bibe, li Bîracikê navendeke hilberîn û mezinkirina kelhênekan hate damezirandin. Ev navend li dinyayê bêhempa ye.

Ev çûk di pirtûka pîroz a xirîstiyanan de wek çûkeke pîroz derbas dibe. Li gorî vê yekê, kelhênekekê piştî dawiya selava mezin ji keştiya pêxember Nuh re rê nîşan daye û wan ji çiyayê Araratê aniye ber kenarên çemê Feratê, li şûna ku pêxember Nuh bi malbata xwe re xwe bi cih kiriye. Lewra xirîstiyanên Birthayê kelhênekê weke ajaleke pîroz didîtin, ew diparastin û her sal carekê ew bi mihrîcanên bi coş pîroz dikirin.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]