Kêmxwînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Kêmxwîniya xaneya dasî
Kêmxwîniya xaneya dasî

Kêmxwînî an ji anemî nexweşiyeke xwînê ye. Eger ji ber hin sedeman di nav xwînê de hejmara xirokên sor kêm bibe, ev rewş wekî kêmxwînî tê binavkirin. Zêdetirî 400 cureyên kêmxwînî heye[1]. Ji boy kêmxwînî gelek sedem hene.

Sedemên serekî yên kêmxwînî[biguherîne]

Ji ber kêm-hesinî[biguherîne]

Eger mêjera hesin di nav laşê mirov de ji asta asayî kêmtir bibe vê gavê bi têra xwe hemoglobîn çê nabe. Ji ber kêmbûna hemoglobînê, di nav xwînê de hejmara xirokên sor nagihîje asta asayî.

Ji ber ducanîbûnê[biguherîne]

Pêdiviya mirova ducanîbûyî hê pirtir bi hesin heye. Dergûş ji dayika xwe hesin digire, loma asta rêjeya hesinê laşê ducan dadikeve. Ew jî dibe sedema kêmxwînî.

Ji ber kêmasiya vîtamînan[biguherîne]

Ji boy çêkirina xirokên sor, divê di laşê mirov de bi têra xwe vîtamîna B12, Vîtamîna B9(Asîda folîk) û vîtamîna C hebe. Di laşê mirov de yek ji van vîtamînan kêm be, kêmxwînî rû dide.

Ji ber birîn û birindarbûnê[biguherîne]

Xwînçûna birînan jî dibe sedemê kêmxwînî, wekî mînak birînên aşikê(made),û yên rûvî ji derve bi çav nayê dîtin, loma dibe ku demek dirêj ji mirov xwîn biçe.

Ji ber nexweşiyan[biguherîne]

Nexweşiyên wekî şêrpence, AIDS, nexweşiya gûrçikan, hejmara xaneyên xwînê kêm dike.

Ji ber sedemên genetîk(bomaweyî)[biguherîne]

Şiklê asayî ya xiroka sor gilover e. Ji ber nexweşiyeke bomaweyî di xwîna mirov de xirokên sor ne bi şiklê gilover, lê bi şeweya dasî ne.[2] Ev nexweşî wekî kêmxwîniya xaneya dasî (Sickle cell anemia ) tê binavkirin. Ji ber şiklê dasî, xirokên sor bi têra xwe hemoglobîn li xwe nagirin, loma veguhêztina oksîjenê têra laş nake. Nexweşiya bi navê talasemiya (Thalassemia) jî dibe sedema kêmxwîniyê.

Hin nîşaneyên kêmxwîniyê[biguherîne]

Nîşaneyên kêmxwîniyê
Rengê tenê mirovên bi kêmxwînî zerokî ye.

Di destpêka nexweşiyê de nîşanên nexweşiyê hindik in, lê bi pêşveçûna nexweşiyê ve nîşanên ji boy kêmxwînî zêde dibin.

Mirovên bi nexweşiya kêmxwînî ketine;[3]

-Bêhemd dikevin, zû diwestin.

-Ahenga lêdana dilê wan ne asayî ye.

-Tengnefesî ne, singê wan diêşe.

-Bi kêşeyên bîr û têgihîştinê re rû bi rû dimînin.

-Gêjî û serêşî li wan peyda dibe.

-Qerim(kramp) dikeve hêt û çîpan. Hin beşên laş ditevize.

-Dest û ling sar dibe, bi gelemperî pileya germahiya laşê wan nizim e û dicemidin.

-Rengê tenê mirovên bi kêmxwînî zerokî ye.

Eger hin ji van nîşanan di laşê we de derketiye, divê hûn bi demûdestî serî li nexweşxaneyê bidin.

Xurek û kêmxwînî[biguherîne]

Mirov bi xurekên rojane jî dikare rê li ber hin cureyên kêmxwîniyê bigire. Kêmxwîniya ji ber kêmasiya hesin û kêm vîtamînî dibe ku bi xurekan baş bibe. Goştê sor, kezeb, sipil gelek hesin lixwe digirin. Riwekên bi rengê keskê tarî wekî mînak brokolî, spînax(îspanax),kelema brûkselê gelek hesin lixwe digirin. Çavkaniya serekî ya vîtamîna B12 goşt, hêk û şîr e.[4] Bi taybetî goştê sor, kezeb, hêk, pênîr, kakil gelek vîtamîna B12 lixwe digirin. Di nav fasûlî,spînax, porteqal, nan,û findiq de gelek ji vîtamîna B9 heye. Ji nav rûvî de ji boy mijandina hesin, pêdivî bi vîtamîna C heye. Ango eger di laşê kesekî de bi têra xwe vîtamîna C tune be, ji xurekan hesin derbasî nav xwînê nabe. Vîtamîna C bi gelemperî di nav mewe û zebzeyan de gelek e.

Çavkanî[biguherîne]

  1. OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 , p 796 [1]
  2. OpenStax, Biology. OpenStax. May 20, 2013. p1154 [2]
  3. Mayo Clinic,Anemia[3]
  4. Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4 p 877