Here naverokê

Kîmerî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kîmerî
  • Gel Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kîmerî, ango qewmê kîmeriyan, di serdemên kevnar de li rojavayê Asyayê jiyane. Qewmekî koçber û şerrker bû. Axa ku ew jê derketina piranî wek welatê kîmeriyan (kîmeristan) tê navkirin.[çavkanî hewce ye]

Di sedsalên 8em û 7em berî zayînê de êrîşan li ser axa Anatolyayê û Trakya kirine. Ji ber vê yekê di nav çavkaniyên yewnanî kevnare de gelek agahî li ser wan hene. Lê belê ji xeynî yewnaniyan çavkaniyên derheqê wan yên binivîs gelek kêm in. Cara ewilî Homêros behsa wan kiriye û Hêrodotos jî derheqê wan gelek agahiyên daye.

Tê texmînkirin ku qewmê kîmeriyan nêzîkê sikîtiyan e û wek wan ew jî gelên îranî ne.[1]