Kûruşê Mezin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kûruşê II hat beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Kûruşê Mezin
𐎤𐎢𐎽𐎢𐏁
Şahanşah
Great Men and Famous Women Volume 1 - Cyrus the Great.png
Serwerî 559–530
Şahê Med
Serwerî 549–530
Şahê Lîdya
Serwerî 547–530
Jînenîgarî
Zayîn ~600 b.z.
Mirin 4ê kanûna pêşîn 530

Kûruşê II, ango Kûruşê duwem yan Kûruşê Mezin (bi zimanê farsiya kevin:KUURUUSHA کوروش Kûruş, bi zimanê Babîloniyan: Kuraş, bi zimanê yewnanî: Kyros), şahanşah pêşî yê Hexamenişî‎ e (558 b.z.- 530 b.z.). Jê hatîbûna wîyî siyasî û leşkerî hişt ku ew desthilatiya împeratoriya farisan bihêz bike û li hemû rojhilata navîn desthiladariya farisan (Axamenî) qewîn bike. Gelek agahdariyê cihê di derbarê wî de hene. Lê em dizanin ku ew ji binemala Axameniya bû, ku keyên farisan bûn.

Ew heman demê li gor Herodot xwarziyê Astiyagesê keyê Medan yê dawiyê bû. Astiyages xwestibû piştî ku Koçekan jê re gotibûn ku dê xwarziyê wî desthilatiya wî ji bistîne, Kûruş bikuje.lewre vî destur da wezîrê xwe Harpagos ko wî bikuje û Harpagos ew kar da şiwanek bi nawê Mehrdad Lê mehrdad vî nekuşt. Herodot dibêje ku Kûruş di deh saliya xwe de êdî mîna Keyekî ye, ew ji zarokan re dibêje ezê bibime kralê we. Kûruş jê agahdar dibe ku xwarziyê Astiyages e û Astiyages jî êdî dizane ku ew dijî. Li ser vê yekê Astiyages wî ji seraya xwe dûrdixe û wî dike Mîrê farisan. Lê Kûruş dixwaze bi xwe bibe keyê împeratoriyê hemûyî. Piştî ku Harpages jî bi xiyaneta xwe alîkariya wî dike li dijî Astiyages bi ser dikeve û dibe keyê împeratoriya farisan yê pêşî.

Şahitî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Gora Kûruşê II li Pasargadê (Îran)

Dûv derbaza textê bû di 550 b.z. de şahê Madyan Astiyag (bi zimanê farsiya kevin: Rişti Vaiga) bin xist, paytexta Medyan Ekbatana dest xwe xist û Împeratoriya Persanê mezin ava kir.

Paş Kûruş Împeratorî ava kir Lîdyan pêşengiya Krösus de bi Babîlan Misir û Spartan va piştgirtî kir. Lê Kûros di 546 b.z. de Lîdyan bin xist û Krösus dîlgirt. Paş re Asya Biçûk, ango Anatolî, jî dest xwe xist.

Dûv di 29'ê kewçêrê 539 b.z. de Babil vegirt şunda hem Împeratorî bitûnî serwer kir, hem jî cihû li Sirgûnê Babîl filîtandin.

Di 530 b.z. de 71 salan de cenga bi Masaget re de birin bû û 3 rojan din şunda jî mir.

Kûruşê mezin Cihûyan li surgunê difilitiîne û Orşelîm şunda ava dike.

Balora Kûruş[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Kênga Kûruş Babil vegirt li ser balorakê danezanêk nivisand. ew di 1879an de li Babil hat veditîn û îroj li Perûkxane British tê veşartin. Gorî hin Dîrokzanan ew Danazena Mafên Mirovana herî pêş de ye.

Navên Kûruşê Mezin[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Şahê Pars, Şahê Enşan, Şahê Mad, Şahê Babil, Şahê Sûmer û Ekked, Şahê çar aliyên cîhanê.

Giredanê Web[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]