Kadifekale
Kadifekale | |
|---|---|
| 38°24′50″Bk 27°08′45″Rh / 38.4139°Bk 27.1458°Rh | |
| Dewlet | Tirkiye |
| Li beşa îdarî | |
| Bilindahî | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Kadifekale an keleha Kadifekaleyê keleheke dîrokî yê li bajarê Îzmîrê ye. Keleha ku akropola Smîrna ya kevnar e, li ser girê Pagosê, li bilindahiyeke ku 186 mêtre ji asta deryayê bilind e ku li kendava Îzmîrê dinêre, hatiye avakirin.[1] Keleh bi qasî 2 km ji xeta peravê dûr e ku ji kelehê ve dîmeneke giştî ya beşek mezin a bajarê Îzmîrê û her wiha dimîna kendava Îzmîrê tê dîtin.
Keleha Kadifekakeyê di sedsala 3an a b.z. ji aliyê împeratoriya Romayê ve hatiye avakirin.[1]
Di sala 2007an de şaredariya bajarê mezin a Îzmîrê dest bi xebatên nûjenkirin û restorasyonê li Kadifekaleyê kiriye. Di sala 2020an de, Kadifekale wekî beşek ji "bajarê bender a dîrokî ya Îzmîrê" bûye cihê mîrateya cîhanê ya demkî.[2]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji nû ve damezrandina bajarê Smîrnayê li ser çiyayê Pagosê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yekem dîwarên parastinê ku li kelehê hatine çêkirin, xebata Lysimachos e ku "cîgirê" (diadochus) Îskenderê Mezin ku paşê bûye padîşahê (306 b.z.) li Trakya û Asyaya Biçûk. Ev avakirin bi ji nû ve damezrandina Smîrnayê re ku bi Îskender ve girêdayî ye û bajêr ji Smîrnaya Kevin veguhezandiye ser girekî li quncika başûrê rojhilatê kendava hundurîn ku tenê çend hezar kes dikarin lê bi cih bibin. Ev veguhestina ji bo bicihkirina bajarekî nû û mezintir di efsaneyekê de ku ji aliyê Pausanias ve hatiye vegotin bi navdar bûye ku li gorî wî Îskender, di dema bêhnvedanê de piştî nêçîra di bin dareke çinarê de li nêzîkî pîrozgeha li ser girê du Nemeseis ku ji aliyê smîrneiyan ve dihatin perestin, di xewa wî de xwedawendeke nêzîkî wî dibe û jê re dibêje ku li heman cihî bajarekî ava bike û niştecihên cihê berê veguhezîne wir. Piştre, bi kahîneya navdar a li Clarosê şêwir kirin û bersiva wergirtî wiha bû:
Niştecihên ku li Pagusê li pişt Melesa pîroz dijîn, dê di pêşerojê de sê çar caran zêdetir bextewar bin.
Her çiqas Îskender tenê dibe ku ev koçberî îlham kiribe û/an dest pê kiribe jî, kolandinên dawî yên li Îzmîra kevin nîşan dane ku niştecihbûna li wir dibe ku di dema jiyana wî de jî bi dawî bibe. Ev evsane pir caran li ser pereyên kevnar ên ku li herêmê hatine dîtin, hatine xêzkirin.
Çîroka herdu bajaran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Strabo di tomarên xwe de tomar kiriye ku tenê beşek piçûk ê ji Smîrnayê li ser girê ye û beşa mezin li dora bendera li deştên jêrîn kom bûye. Yarîgeh û şano li ser çiyayên di bin lûtkeyê de bûn. Niştecihbûnên li ser gir û nêzîkî peravê di hinek serdemên diyarkirî de xwedî dîrokên cuda bûn. Wek mînak keleha gir di sedsala 14an de ji aliyê aydınoğullariyan ve hatiye dagirkirin ku di heman demê de bajarê benderê heta ku di sala 1403an de ji aliyê Tîmûr ve hatiye dagirkirin, digel kelehek din, di destê cenovayan de maye.
Dîwarên heyî yên kelehê di serdema navîn de hatine çêkirin. Hinek çavkanî îdîa dikin ku perçeyên kevirên serdema helenîstîk di bin dîwarên heyî de hatine dîtin lê ev yek bi gelemperî nehatiye pejirandin. Çala dirêj a li rojavayê kelehê cihê Stadyûma ku St. Polycarp lê hatiye kuştin nîşan dide û niha bi tevahî ji nû ve hatiye avakirin. Her çend hêjî çend şopên wê bi çavê tazî xuya bibe jî rewşa ji bo şanoya kevnar a Smîrnayê jî eynî ye ku li rojhilatê deriyên kelehê ye. Her du xebat jî hewldaneke ji nû ve avakirina piştî erdheja mezin a di sala 178an de ne.
Çalakiya keça kurd Rehşan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Keça ciwan a kurd Rahşan Demirel di 21ê adara sala 1992an de ji ber qedexeya Newroza sala 1992an û ji ber zextên Tirkiyeyê li ser kurdan li ber dîwarên keleha Kadifekaleyê bedena xwe şewitandiye.[3] Rahşan Demirel berê xwe bişewitîne tomareke bideng û nameyeke kurt lê pey dihêle û serê sibeha 21ê adarê li vir xwe şewitandiye.[4]
Avahîsazî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîwarên rojava û başûr û pênc bircên kelehê ku bi kevir û kerpîçên kevir hatine çêkirin, heta roja îro hatine. Bilindahiya bircên kelehê di navbera 20 û 35 mêtreyan de diguhere. Embara ava kelehê ku çil stûn ên embarê hene û bi kolandina kevirê sereke yê andezîtê hatiye çêkirin. Banê jorîn a embarê ji kemerên çargoşeyî pêk tê ku bi bîst lingên fîlan hatiye piştgirî kirin. Kapasîteya embara avê 2.650 m3 e rûbera girtî embarê 750 m2 ye.[5]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1 2 "KADİFEKALE". Kültür Portalı. Roja gihiştinê 19 îlon 2025.
- ↑ Centre, UNESCO World Heritage. "The Historical Port City of Izmir". UNESCO World Heritage Centre (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 îlon 2025.
- ↑ "NEWROZ bi têkoşînê hatiye şikilkirin". YeniOzgurPolitika.com (bi tirkî). 24 adar 2022. Ji orîjînalê di 7 tîrmeh 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 îlon 2025.
- ↑ "Jinên agirê Newrozê: Zekiye, Rahşan, Berîvan, Ronahî û Sema – Newaya Jin". www.newayajin.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 18 îlon 2025.
- ↑ "Wayback Machine" (PDF). www.researchgate.net. Roja gihiştinê 20 îlon 2025.