Kalidasa
| Jidayikbûn |
Dema nenas Cih nayê zanîn |
|---|---|
| Mirin |
Dema nenas Cih nayê zanîn |
| Pîşe |
Helbestvan, lyricist, şanonivîs, nivîskar, film screenwriter |
| Salên çalak |
Nêz.Sedsala IV- |
| Şêweyên hunerê |
Kalidasa (bi sanskrîtî: कालिदास,"Xizmetkarê Kali"; sedsala 4-5ê berî zayîne) nivîskarekî sankrîtî ya klasîk bû ku pir caran wekî şair û dramaturgê herî mezin ê Hindistana kevnar tê hesibandin.[1] Tiyatro û şiîrên wî bi giranî li ser Purana (cureyekê nivîskarî yê hindû) û felsefeya hindû ne. Eserên wî yên mayî ji sê tiyatro, du şiîrên destanî û du şiîrên kurttir pêk tên. Ji bilî tiştên ku ji şiîr û şanoyên wî têne bawerkirin, gelek tişt li ser heyata wî nayên zanîn.[2] Eserên wî bi rastî nikarin werin tarîxkirin, lê bi îhtîmaleke mezin ew berî sedsala 5an a p.z. di serdema Guptayê de hatine nivîsandin.
Şiîrên evînê yên Kalidasa li ser gelek kesayetiyên jin disekinin, wek keça Şakuntala ya dilsoz a di dramaya hevnav Şakuntala de, Urvaşî ya hestyar, û Malavika, çîkekî kole ku aşiqê padîşah bûye. Şiîra wî ya destanî Kumarasamphava (kurdî: Jidayikbûna Xwedayê Şer) li ser çîroka evîna dilşewat a di navbera xwedayên Şiwa û Parvatî de behs dike. Destana Raxuvamşa (kurdî: Eşîra Raxu) îşaretên rexnekirina serwer dihewîne. Şiîra lîrîkî Mexaduta (kurdî: Peyamnêrê Ewr) êş û hesreta cotek evîndar ên ji hev veqetiyayî nîşan dide.
Eserên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji ber ku çend nivîskar bi heman navî hene, nasnameya şanoyan ne diyar e.
Tiyatro
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Malavikagnimitra
- Vikramorvaşiya
- Şakuntala
Destanên hunerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kumarasambhava
- Raxuvamşa
Şiîr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Mexaduta
- Ritusamhara
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Chandra Rajan (2005). The Loom Of Time. Penguin UK. rr. 268–274. ISBN 9789351180104.
- ^ Kālidāsa (2001). The Recognition of Sakuntala: A Play In Seven Acts. Oxford University Press. rr. ix. ISBN 9780191606090. Ji orîjînalê di 22 çiriya pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2016.