Here naverokê

Kamîl Paşa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kamîl Paşa
Image dans Infobox.
Serokwezîrê osmanî (d)
-
Serokwezîrê osmanî (d)
-
Serokwezîrê osmanî (d)
-
Serokwezîrê osmanî (d)
-
Beylerbeyê wîlayeta Misûlê (d)
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Mizgefta Erebehmed (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
Kamil PaşaLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Zarok
Abdullah Lami Bayur (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xizm
Yusuf Hikmet Bayur (en) (neviyê kur)
Zeki Alasya (en) (great-nephew)
Perihan Arıburun (d) (granddaughter)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiya siyasî
Partiya Azadî û Lihevkirinê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endamê
Komeleya Fîlolojîk a Helenî ya Konstantînopolîsê (d) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Wêneyê goristanê

Mehmûd Kamîl Paşayê Kîprosê (osmanî: محمد كامل پاشا; jdb. 1833an - m. 14ê mijdara 1913an) di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de dewletmedarekî osmanî bû ku ji bilî wergirtina meqamên herêmî û navneteweyî yê di împeratoriya osmanî, çar caran jî bûye sedrazem.[1]

Jiyana dêstpêkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew di 1833an de li Nîkosyayê wekî kurê efser Selîh Axa li gundê Gazilerê jidayik bûye.[1] Yekem karê wî di nav malbata xedîwiyetan li Misirê de bû ku di wî demê tenê bi navê xwe di bin desthilatdariya osmanî ya li Stembolê de bû. Di dema wezîfeya xwe de, ew wekî şaperonê yek ji kurên xedîwî beşdarî Pêşangeha Mezin a 1851an li Londonê bû.[1] Mayîna Kamîl li Îngiltere ew bi tevahî heyranê Brîtanyaya Mezin hişt û di dema kariyera wî ya di nav dewleta osmanî de, ew wekî anglofîl (kesê ku ji çand, gel û zimanê inglîzan hez dike) dihat nasîn.[1][2] Bi zanîna xwe ya hêja bi inglîzî, ji wê demê heta dawiya kariyera xwe ji bo dostaniya di navbera Îngilterê û Împeratoriya Osmanî de hewl da.[1]

Piştî ku wî deh salan li Misirê ma, li dora 1860an de wî posta xwe ya di bin serokatiya Ebbas yê Yekem de bi posteke di hikûmeta osmanî de guherand û di 19 salên pêş de - heta ku ew cara yekem tevlî kabîneyê bû - li hemû deverên împeratoriyê gelek postên îdarî girt. Wî wîlayetên wekî Rumeliyaya Rojhilat, Herzegovîna, Kosova û xwecihê xwe Kîpros birêvebir an jî alîkarî kir ku wan birêve bibe.[1]

Di navbera 1885 û 1913an de, çar caran wek sedrazmê împeratorî xizmet kiriye. Ew di bin Ebdulhemîd II û Mehmed V de xizmet kiriye.[1]

Desteserkirin û sirgûnkirin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di gulana 1913an de, ew vegeriya Kîprosê ku ji dema erka xwe ya dawî ya li wir di 1864an de ve nedîtibû. Sedem ne xweş bû. Piştî Şoreşa tirkên ciwan a 1908an, Kamîl di destpêkê de hewl da ku bi serdestên nû re lihev bike. Lê wî zû biryar da ku li dijî rejîma tirkên ciwan derkeve û bû serokê muxafeletê ku jê re digotin lîberal (muhafizekar-kevneşopîtir).[3] Piştî hilweşansina rejîma tirkên ciwan di havîna 1912an de, ew bû sedrazm di bin lîberalên ku niha desthilatdar bûn. Lêbelê, wî dem tunebû ku desthilatdariya xwe xurt bike, ji ber ku Împeratoriya Osmanî di Şerê Balkanê yê Yekem a 1912/13an de tevlî bû û têkçûnên leşkerî yên giran, ku bi komkujî û koçberiyek girseyî ya niştecihên misilman ji parêzgehên Balkanan ên nakokî re hatin, kişand. Di çileya 1913an de, hikûmeta Kamîl biryar da ku şertên aştiyê yên dijwar, di nav de windahiyên mezin ên axê, qebûl bike. Tirkên ciwan ên di artêşê de vê serdema qelsiya zêde û nepopulerbûna hikûmetê ji bo derbeya xwe ya duyem bikaranîn.[3]

Di 23ê çileya 1913an de, Enver Paşa, yek ji serokên milîsên tirkên ciwan û çend alîkarên wî bi zorê ketin nav civîna kabîneya Porta Bilind. Yek ji efserên Enver Paşa, Yakub Cemîl, Wezîrê Şer Nazım Paşa gulebaran kir û komê Kamîl Paşa neçar kir ku zû îstifa bike.

Kamîl di bin çavdêriya malê de ma. Sedrazmê berê, ku jiyana wî di xetereyê de bû, ji hêla hevalê wî yê brîtanî, Herbert Kitchener ve ji bo Qahîre hate vexwendin. Piştî sê mehan li Misrirê, Kamîl Paşa biryar da ku li benda kêliyek guncawtir bisekine da ku vegere Kîprosê.[3]

Pênc hefte piştî vegera wî bo Kîprosê, di hezîrana 1913an de, cîgirê wî yê tirkên ciwan Mehmûd Şevket Paşa hate kuştin, dibe ku sedem bo tolhildana kuştina Nazım Paşa bû. Rejîma tirkên ciwan bi zilm û zorê li siyasetmedarên muxalefetê yên navdar bersiv da. Tirkên berê ên navdar hatin sirgûnkirin an jî neçar man ku ji Împeratoriyê birevin. Cemal Paşa, parêzgarê tirkên ciwan li Stembolê, ji malbata Kamîl re nîşan da ku divê ew Împeratoriya Osmanî biterikînin an jî bi girtinê re rû bi rû bimînin. Malbata wî sirgûn hilbijart.[3]

Di 14ê mijdara 1913an de, Kamîl Paşa ji ber seqetiyê ji nişka ve mir û li goristana Mizgefta Erebehmed hate defînkirin. Wî berê plan kiribû ku di 1914an de dîsa serdana Îngiltere bike. Yek ji neviyên wî lîstikvan Zekî Alasya bû.[1]

  • Friedrich Schrader: Jiyana rewşenbîrî li Tirkiyeyê û rejîma niha. Di: Serdema Nû: Nirxandinek li ser Jiyana Rewşenbîrî û Giştî de, 1899–1900, rr. 548–555; r. 551 Friedrich-Ebert-Stiftung (almanî)
  1. ^ a b c d e f g h Şen, İsmail (1995). "Sadrazam Kıbrıslı Mehmed Kamil Paşa: 1832-1913". Ankara Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü doktora tezi. Ji orîjînalê di 1 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin.
  2. ^ Finkel, Caroline (1 tebax 2007). Osman's Dream: The History of the Ottoman Empire. Basic Books. r. 523. ISBN 978-0-465-00850-6.
  3. ^ a b c d Çetin, Atilla. KIBRISLI KÂMİL PAŞA maddesi. Ji orîjînalê di 28 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 tebax 2020.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Kamîl Paşa de hene