Kanî Yilmaz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Kanî Yilmaz
Jidayikbûn 1950 Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Mirin 11 sibat 2006 Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Iraq Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Cihê goristanê Riha Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Hevwelatî Tirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Pîşe
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîneBelge

Faysal Turnaci (Faysal Dunlayici, Kanî Yilmaz) (jdb. 1950 li Serê Kaniyê ya Rihayê - m. 11'ê reşemiyê 2006 li Silêmanî) endamê kevn yê PKK û yek ji damezranêrên PWD bû. Di roja 11.02.2006 li Silêmaniyê hat kuştin.

Jiyan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Eslê wî ji gundê Tixûbê ye. Di Sala 1975 tevlî PKKê dibe. 12'ê gulanê 1980 tê girtin û heya reşemiya 1989ê li zîndanê dimîne. Bi serbestberdanê ve dîsa tevlî PKKê dibe.

Di nava salên 1992 - 1992 li rojhilata navîn, di baregehên PKKê de dimîne. Sala 1993 derbasê Almanyayê dibe, li wir serî li mafê penaberiyê dide. 23'ê kewçêrê 1994 li Londonê polîsên Brîtanyayê wî digirin, davêjin zîndanê. Wê demê Yilmaz berdevkiya ERNKê dikir.

11'ê reşemiyê 1998ê de tê berdan. Sala 1999 bo rojhilata navîn tê şandin.

Bi tevî Osman Öcalan, Nizamettin Taş, Hıdır Yalçın ûêd ji PKKê vediqete û partiya PWD (Partiya Welatparêzên Demokrat) dadimezirînin (sala 2004).

PKKê kujtina wî negirt ser xwe û nepejirand. Hat îdîakirin ji aliyê PKKê ve hatiye kujtin.[çavkanî hewce ye]