Here naverokê

Kanada

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Canada Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kanada
Canada Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Dirûşm: Keep exploring Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: O Canada Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kanada li ser nexşeyê
Map
Paytext

60°Bk, 110°Ra
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî padîşahiya destûrî, federasyon (Canadian federalism), Pergala parlamenter Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet Charles III (Mary Simon, nirxa herî nû, 2022–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Mark Carney (2025–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 1 tîrmeh 1867 (Canadian Confederation, federalization, home rule) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 9.984.670 ±1 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 36.991.981 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirav
  • Dolarê kanadayî
  • Demjimêr
    • Newfoundland Time Zone
    • Atlantic Time Zone
    • UTC-4
    • Eastern Time Zone
    • UTC-5
    • Central Time Zone
    • UTC-6
    • Mountain Time Zone
    • UTC-7
    • Beşa saetê ya Pasîfîkê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
    Hatûçûna ajotinê
    • rast Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
    Koda telefonê +1
    Malper
    https://www.canada.ca Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

    Kanada[a] (bi inglîzî û fransî: Canada) welatekî federaliyê li Amerîkaya Bakur e ku bi deh parêzgeh û sê herêman pêk tê ku ji Okyanûsa Atlantîkê heta Okyanûsa Pasîfîk û ber bi bakur ve heta Okyanûsa Arktîkê dirêj dibe. Kanada ji aliyê rûberê ve duyem welatê herî mezin ê cîhanê ye ku ew dike duyemîn welatê herî mezin e û ji aliyê dêrîjbêna peravê re welatê yekem e ku xwedî dirêjtirîn perava deryayê ye. Sinorê bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re dirêjtirîn sînorê bejahî yê navneteweyî ye. Welat xwediyê herêmên meteorolojîk û jeolojîk ên cûrbicûr e. Nifûsa Kanadayê 41 milyon e ku piraniya nifûsê li deverên bajarî dijîn û deverên mezin ên berfireh bi gelemperî nifûs lê kêm e. Paytexta Kanadayê Ottawa ye û sê herêmên wê yên herî mezin ên metropolî Toronto, Montreal û Vancouver e.

    Gelên xwemaliyên Kanadayê bi hezaran salan e ku li herêma ku niha Kanada ye, bi berdewamî dijîn. Di sedsala 16an de di dema seferên brîtanî û fransî de brîtanî û fransî pêşî peravên Atlantîkê dibînin û paşê jî Kanadayê bi cih dibin. Di encama gelek pevçûnên çekdarî de, Fransayê di sala 1763an de hema hema hemî koloniyên xwe yên li Amerîkaya Bakur berda. Di sala 1867an de, bi yekbûna sê koloniyên Brîtanî yên Amerîkaya Bakur bi rêya konfederasyonê, Kanada wekê serweriyek federal ê ku ji çar parêzgehan pêk dihat, hatiye damezrandin. Bi vê awayê parêzgeh û herêman hatine yekkirin ku bûye sedema koçberkirina nifûsên xwemalî û pêvajoyeke herêma xweseriyê û cûda bûna ji Keyaniya Yekbûyî. Ev serwerî bi statuya Westminster a sala 1931ê re hatiye ragihandin û bi qanûna Kanadayê ya 1982an gihîşt lûtkeyê ku girêdayîbûna qanûnî ya bi parlamentoya Keyaniya Yekbûyî qut kiriye.

    Kanada li gorî kevneşopiya Westminster demokrasiyeke parlemanî û monarşiyeke destûrî ye. Serokê hikûmetê ya welêt serokwezîr e ku bi şiyana xwe ya bidestxistina baweriya Meclisa Awam a hilbijartî, wezîfeyê digire û ji aliyê pafêzgerê giştî ve tê erkdar kirin ku nûnertiya monarşiya Kanadayê û serokê merasîmî ya dewletê dike. Ev welat beşek ji commonwealthê ye (yekîtiya milatê înglîzî) û di dadweriya federal de bi fermî de bi zimanê înglîzî û zimanê fransî, duzimanî ye. Di pîvandinên navneteweyî yên şefafiyeta hikûmetê, kalîteya jiyanê, pêşbaziya aborî, nûjenî, perwerde û mafên mirovan de Kanada di rêzeke pir bilind de ye. Welat yek ji neteweyên herî cihêreng û pirçandî yên cîhanê ye ku berhema koçberiya berfireh e. Têkiliya dirêj û tevlihev a Kanadayê bi Dewletên Yekbûyî re bandorek girîng li ser dîrok, aborî û çanda walat kiriye.

    Her çend gelek teorî li ser koka etîmolojîk a Kanadayê hatine pêşniyarkirin jî, niha tê qebûlkirin ku nav ji peyva kanata ya ji zimanê îrokêzên Saint-Lawrence tê ku tê wateya 'gund' an 'wargeh'.[3] Di sala 1535an de, niştecihên xwemalî yên herêma bajarê Quebec a îro vê peyvê bi kar anîn e ku keşifgerê fransî Jacques Cartier ber bi gundê Stadaconayê ve bibin.[4] Cartier paşê peyva Kanada bi kar aniye ku ne tenê ji bo wî gundê, ji bo tevahiya herêma ku di bin destê Donnacona (serokê Stadacona) de ye ku heta sala 1545an, pirtûk û nexşeyên ewropî dest pê kirine ku vê herêma piçûk a li kêleka Çemê Saint Lawrence wekê Kanada bi nav bikin.[4]

    Ji sedsala 16an heta destpêka sedsala 18an, navê Kanadayê beşa Fransaya nû rave dikir ku li kêleka Çemê Saint Lawrence bû.[5] Piştî desteserkirina Fransaya nû yê ji aliyê Brîtanyayê ve, ev herêm ji sala 1763ê heta sala 1791ê wekî parêzgeha brîtanî ya Quebecê hatiye naskirin.[6] Di sala 1791ê de, herêm veguheriye du koloniyên brîtanî yê bi navê Kanadaya Jorîn û Kanadaya Jêrîn. Ev her du kolonî heta ku di sala 1841ê de wekî yekîtîya wan wekî Parêzgeha Kanadayê pêk hatiye, bi hev re wekê Kanada hatiye binavkirin.[7]

    Piştî damezrandina konfederasyona di sala 1867an de, Kanada wekê navê yasayî yê welatê nû di Konferansa Londonê de hatiye pejirandin û peyva serdestî wekî sernavê welêt hate pejirandin.[8] Di salên 1950an de, peyva Serdestiya Kanadayê êdî ji hêla Keyaniya Yekbûyî ve nehatiye bikar anîn ku Kanada wekî "dewleta Hevbendiyê" hatiye dîtin.[9]

    Qanûna Kanadayê ya sala 1982an ku destûra Kanadayê bi tevahî xistiye bin kontrola Kanadayê, tenê behsa navê Kanadayê dikir. Paşê di heman salê de, navê cejna neteweyî ya Kanadayê ji roja serdestiyê wekê roja Kanadayê hate guhertin.[10]

    Gelên xwemalî

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Bi gelemperî tê texmînkirin ku xwemaliyên pêşîn ên Amerîkaya Bakur ji Sîbîryayê bi rêya pira bejahî ya Beringê koç koçê deverê bûne û herî kêm 14.000 sal berê gihîştine wir.[11] Cihên arkeolojîk ên paleo-îndiyan li Old Crow Flats û Bluefish Cavesê ne ku du ji kevintirîn cihên jiyana mirovan a li Kanadayê ye.[12] Taybetmendiyên civakên xwemaliyên wargehên berdewamî, çandinî, hiyerarşiyên civakî yên tevlihev û torên bazirganiyê vedihewîne.[13] Hinek ji van çandan heta dema ku keşifgerên ewropî di dawiya sedsala 15an û destpêka sedsala 16an de gihîştine deverê hilweşiyane û tenê bi lêkolînên arkeolojîk hatine keşifkirin.[14] Gelên xwemaliyên yên li Kanadaya îro neteweyên yekem înuît û metî ne ku gelên dawî yên ji eslê tevlihev in ku di nîvê sedsala 17an de derketine holê ku ev gelên neteweyên yekem bi koçberên ewropî re zewicîn û zarokên wan paşê nasnameya xwe pêş xistine.[15]

    Nexşeya Kanadayê ku li gorî hêjmara nifûsa ya Kanadayê ku di sala 2021ê de hatiye hêjmartin, rêjeya nasnameya xwemaliyên ya xweraporkirî (Neteweyên Yekem, Înuît, Metî) li gorî beşa hêjmara nifûsê nîşan dide

    Tê texmînkirin ku nifûsa xwemaliyên di dema niştecihbûnên pêşîn ên ewropî de di navbera 200.000 kes û 2 milyonî de bûn û hêjmara 500.000 ji aliyê komîsyona qraliyetê ya gelên aborjîn a Kanadayê ve hatiye pejirandin.[16][17][18] Wekî encameke kolonyalîzma ewropî, nifûsa xwemaliya ji sedî çilan heta ji sedî heştê kêm bûye.[19] Ev kêmbûn ji ber çend sedeman tê vegotin ku di nav de veguhestina nexweşiyên ji Ewropayê ku parastina xwezayî ya wan ji van nexweşitan re tune bû, şerên li ser bazirganiya postê, şerên bi rayedarên kolonyal û koçberan re û windakirina erdên xwemaliyên ji koçberan re û paşê hilweşîna xweseriya çend neteweyan hebûn.[20][21]

    Her çend bê nakokî nebin jî, têkiliyên destpêkê yên kanadayîyên ewropî bi Neteweyên yekem û nifûsa Înuît re bi bi kêmanî aştiyane bûn.[22] Neteweyên yekem û gelên métis di pêşveçûna koloniyên ewropî yên li Kanadayê de roleke girîng lîstine, nemaze ji bo rola wan ê di alîkariya coureurs des bois û voyageurên ewropî de di keşfên wan ên parzemînê de ku di dema bazirganiya postê ya Amerîkaya Bakur de pêk hatiye.[23] Ev têkiliyên destpêkê ya ewropiyên bi neteweyên yekem re dê ji bo desteserkirina erdên xwemalî ji peymanên dostaniyê û aştiyê bi rêya peymanan biguherin.[24] Ji dawiya sedsala 18an ve kanadayiyên ewropî gelên xwemalî neçar kirine ku di nav civaka rojavayê Kanadayê de asîmîle bibin.[25] Kolonyalîzma niştecihbûnî di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de gihîşt lûtkeya herî bilind.[26] Serdemeke sererastkirinê bi avakirina komîsyoneke lihevhatinê ji aliyê hikûmeta Kanadayê ve di sala 2008an de dest pê kiriye.[27] Ev yek qebûlkirina qirkirina çandî, peymanên çareseriyê û başkirina pirsgirêkên cudakariya nijadî ye ku wekî çareserkirina rewşa jinên xwemaliyên winda û kuştî, di nav xwe de girtiye.[28][27][29]

    Kolonîzasyona ewropiyan

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
    Nexşeya îdiayên axê li Amerîkaya Bakur heta sala 1750an. Milkên Amerîkaya Brîtanî (pembe), Fransaya Nû (şîn), û Spanyaya Nû (porteqalî); Kalîforniya, Bakurê Rojavayê Pasîfîkê û Hewza Mezin nehatine destnîşankirin.

    Tê bawerkirin ku yekem ewropiyê belgekirî ku perava rojhilatê Kanadayê keşif kiriye keşifgerê norsî Leif Erikson bû.[30] Li dora sala 1000 p.z. de norsiyan wargehek piçûk a demkurt ava kirine ku bi awayekî sporadîk dibe ku 20 salan li L'Anse aux Meadows li dawiya bakurê Newfoundlandê mane.[31] Dema ku deryavan John Cabot bi navê Henry VII yê Îngilîstanê peravên Atlantîk ên Kanadayê dîtiye û lê xwedî derketiye û edî heta sala 1497an keşîfên din ên ewropî çênebûne.[32] Di sala 1534an de keşifgerê fransî Jacques Cartier Kendava Saint Lawrence keşif kiriye ku li wir di 24ê tîrmehê de, xaçek 10 metreyî çêkir ku li ser nivîsîbû "bijî Padîşahê Fransayê" û axa Fransaya Nû li ser navê qiral Francis I desteser kiriye.[33] Di destpêka sedsala 16an de, deryavanên ewropî bi teknîkên navîgasyonê yên ku ji aliyê bask û portekîziyan ve hatine pêşxistin ku li peravên Atlantîkê cihên nêçîrvaniya balîna û masîgiriyê yên demsalî ava kirine.[34] Bi gelemperî, wargehên destpêkê ya di serdema vedîtinê de ji ber tevlîheviyek ji avhewaya dijwar, pirsgirêkên di rêyên bazirganiyê de û hilberên dijberîtiyê li Skandînavyayê kurttemen hatiye dîtin.[35]

    Di sala 1583an de, Sir Humphrey Gilbert, bi destûra qraliyetê ya qiralîçe Elizabeth I, St John's, Newfoundland, wekî yekem kampa demsalî ya îngilîzên Amerîkaya Bakur damezrandiye.[36] Di sala 1600an de, fransiyan yekem baregeha xwe ya bazirganî ya demsalî li Tadoussac li kêleka Saint Lawrence ava kirine.[31] Keşifgerê fransî Samuel de Champlain di sala 1603an de gihîşt wir û yekem wargehên ewropî yên daîmî yên tevahiya salê li Port Royal (di sala 1605an de) û Quebec City (di sala 1608an de) ava kiriye.[37] Di nav kolonîstên fransaya nû de, kanadayî bi berfirehî li geliyê Çemê Saint Lawrence bi cih bûne û akadyayiyan jî li deverên deryavaniyên îro bi cih bûne, di heman demê de bazirganên postê û mîsyonerên Katolîk Golên Mezin, Kendava Hudson û çavkaniya çemê Mississippi heta Louisianayê keşif kirine.[38] Şerên Beaverê di nîvê sedsala 17an de li ser kontrola bazirganiya postê Amerîkaya Bakur dest pê kiriye.[39]

    Îngilîzan di sala 1610an de li Newfoundlandê wargehên din û her wiha li sêzdeh koloniyan li başûr jî wargehên din ava kirine.[40] Di navbera salên 1689 û 1763an de li Amerîkaya Bakur a kolonyal rêze şer qewimîne û di dawiyê de şerên paşîn ên wê serdemê Şerê Heft Salan a Amerîkaya Bakur derketiye.[41] Nova Scotia ya sereke bi Peymana Utrecht û Kanadayê ya 1713an ketiye bin desthilatdariya Brîtanyayê û piraniya Fransaya nû û piştî Şerê Heft Salan, di 1763an de ketiye bin desthilatdariya Brîtanyayê.[42]

    Amerîkaya bakur a brîtanî

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Danezana qraliyetê ya sala 1763an mafên peymana Neteweya Yekem destnîşan kiriye ku Parêzgeha Quebecê ji Fransaya Nû hatiye ava kirin û Girava Cape Breton bi Nova Scotia ve hatiye girêdan.[43] Girava St John (niha Girava Prince Edward) di sala 1769an de bû koloniyeke cuda.[44] Girava St John (niha Girava Prince Edward) di sala 1769an de bûye koloniyeke cuda. Ji bo rêgirtina li ber pevçûn û şerên li Quebecê, Parlamentoya Brîtanî Qanûna Quebecê ya sala 1774an pejirandiye ku axa Quebecê heta Golên Mezin û Geliyê Ohioyê berfireh kiriye.[45] Girîngtir ew bû ku Qanûna Quebecê di demekê de ku Sêzdeh Koloniyan li dijî desthilatdariya brîtanî her ku diçû zêdetir nerazîbûn ên xwe nîşan dane ku ev bûye sedem ku xweseriyeke taybet û mafên xwerêveberiyê bidin Quebecê.[46] Vê yekê zimanê fransî, baweriya katolîk û qanûna sivîl a fransî li wir ji nû ve saz kiriye û mezinbûna tevgera serxwebûna wan, berevajiyê mezinbûnên Sêzdeh Koloniyan, asteng kiriye.[47] Danezana Quebecê û Qanûna Quebecê gelek niştecihên Sêzdeh Koloniyan hêrs kiriye û di salên beriya Şoreşa Amerîkî de hestên dijbrîtanî zêdetir kiriye.[43]

    Piştî Şerê Serxwebûna Amerîkî ya serketî, bi Peymana Parîsê ya sala 1783an serxwebûna Dewletên Yekbûyî ya ku ji nû ve hatiye ava kirin, hatiye nas kirin û şertên aştiyê destnîşan kiriye û deverên brîtanî yên Amerîkaya Bakur li başûrê Golên Mezin û rojhilatê Çemê Mississippi radestê welatê nû kiriye.[48] Şerê serxwebûnê ya amerîkî di heman demê de bûye sedema koçberiyek mezin a dilsozên (Loyalizm) li dijî serxwebûna amerîkî şer kiribûn. Gelek ji wan koçî Kanadayê bûne ku bi taybetî Kanadaya Atlantîk û hatina wan belavbûna demografîk a deverên heyî guhertiye.[49] Di encama de wekê bajarê yekem ê Kanadayê, New Brunswickê ji Nova Scotia wekê beşek ji nû ve rêxistinkirina wargehên Loyalîstê ji herêma Maritimesê hatiye veqetandin ku bûye sedema tevlêbûna Saint John, New Brunswickê.[50]

    Kanada di Şerê 1812an de di navbera Dewletên Yekbûyî û Keyaniya Yekbûyî de eniya sereke bû. Aştî di sala 1815an de hatiye ku sinor nehatin guhertin.[51] Koçberî di astek bilindtir de ji nû ve dest pê kiriye ku di navbera salên 1815 û 1850an de zêdetirî 960.000 kes ji Brîtanyayê hatine deverê.[52] Di nav kesên ku nû hatine de penaberên ku ji ber Birçîbûna Mezin a Îrlendayê reviyane û her wiha skotlendiyên ku bi zimanê gaelîk diaxivin û ji ber Paqijkirinên Çiyayên Bilind ji cih û warên xwe bûne hebûn.[53] Ji ber nexweşiyên vegirtî ji %25 û %33 yê ewropiyên ku berî sala 1891ê koçî Kanadayê bûne de mirine.[17]

    Xwesteka ji bo hikûmeteke berpirsiyar bû sedema serhildanên bêencam ên sala 1837an.[54] Rapora Durham paşê hikûmeteke berpirsiyar û asîmîlekirina fransî û kanadayiyan di nav çanda îngilîzî de pêşniyar kiriye.[43] Qanûna Yekîtîyê ya 1840an kanadayiyan yekgirtî dike û di sala 1855an de ji bo hemî parêzgehên Amerîkaya Bakur a Brîtanî li rojhilatê Gola Superiorê hikûmetek berpirsiyar hatiye damezrandin.[55] Îmzekirina Peymana Oregonê ji aliyê Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve di sala 1846an de nakokiya sinorê Oregonê bi dawî kiriye û sinorê ber bi rojava ve li ser paralela 49an hatiye dirêj kirin.[56] Vê yekê rê li ber koloniyên brîtanî ya li Girava Vancouver (1849) û li Kolombiya Brîtanî (1858) vekiriye.[57]

    Konfederasyon û berfirehbûn

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
    Nexşeyeke anîmasyonî ku mezinbûn û guhertina parêzgeh û deverên Kanadayê ji Konfederasyonê di sala 1867an de nîşan dide.

    Piştî sê konferansên destûrî, Qanûna Amerîkaya Bakur a Brîtanî ya sala 1867an di 1ê tîrmeha 1867an de bi fermî Konfederasyona kanadayî ragihandiye ku di destpêkê de ji çar parêzgehên wekê Ontario, Quebec, Nova Scotia û New Brunswickê pêk hatine.[58] Kanadayê kontrola Rupert's Land û Herêma Bakurê Rojava bidest xistiye ku Herêmên Bakurê Rojava ava bike ku li wir gazinên métisan bûye sedema Serhildana Çemê Sor û avakirina parêzgeha Manitobayê ya tîrmeha 1870an.[59] Kolombiya Brîtanî û Girava Vancouverê (ku di sala 1866an de hatibûn yek kirin) di sala 1871ê de bi soza rêhesinek transkontînental ku di nav 10 salan de heta Vîktoryayê dirêj dibe ku tevlî konfederasyonê bûne û di heman demê de Girava Prince Edward jî di sala 1873an de tevlî bûye.[60][61] Di sala 1898an de di dema lêgerîna kana zêrê ya Klondikê de li Herêmên Bakurê Rojava, Parlamentoyê Herêma Yukonê hatiye avakirin. Alberta û Saskatchewan di sala 1905an de bûn parêzgeh.[61] Di navbera salên 1871ê û 1896an de, hema hema çaryeka nifûsa Kanadayê koçê aliyê başûr, ber bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve koç bûye.[62]

    Ji bo vekirina Rojava û teşwîqkirina koçberiya ji Ewropayê, hikûmeta Kanadayê avakirina sê rêhesinên transqravî (di nav de rêhesina pasîfîk a Kanadayî jî hebû) piştgirî kiriye ku Qanûna Erdên Dominionê derxistiye ku niştecihbûnê birêkûpêk bike û polîsên siwarî yên bakurê rojava ava kiriye ku desthilatdariya xwe li ser axê ferz bike.[63] Ev serdema berfirehbûna ber bi rojava û avakirina neteweyê bûye sedema koçberbûna gelek gelên xwemalî yên deştên kanadayî ber bi "rezervên hindî" ve û rê li ber niştecihbûnên blokên etnîkî yên ewropî vekiriye.[64][65] Ev bûye sedema tunebûna Bîzonên deştî yên rojavayê Kanadayê û hatina çewlikên pez û zeviyên genim ên ewropî ku li herêmê serdest bûye.[66] Gelên xwemalî ji ber windabûna bizonan û qadên nêçîrî yên kevneşopî, birçîbûn û nexweşiyên berfireh dîtine.[67] Ji ber vê yekê bi şertê ku gelên xwemalî koçî rezervan bibin, hikûmeta federal alîkariya awarte ragihandiye.[68] Di vê demê de, Kanadayê Qanûna Hindî derxistiye û heta ku di nav de mafên perwerde, hikûmet û qanûn hebûn, kontrola xwe li ser Neteweyên Yekem berfireh kiriye.[69]

    Destpêka sedsala 20an

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    Posterên di derbarê Şerê Kanadayî yên 1918an ku sê jinên fransî nîşan didin ku çotek dikişînin ku ji bo hespan hatibû çêkirin

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
    Versiyona Îngilîzî - "Ew xizmeta Fransayê dikin—Ez çawa dikarim xizmeta Kanadayê bikim? Berhemên serkeftinê bikirin".

    Ji ber ku Brîtanyayê di bin Qanûna Amerîkaya Bakur a Brîtanî ya 1867an de hê jî kontrola karûbarên derve yên Kanadayê digirt, ragihandina şerê di sala 1914an de bixweber Kanadayê aniye nav Şerê Cîhanê yê Yekem.[70] Dilxwazên ku ji bo eniya rojava hatin şandin paşê bûne beşek ji milek artêşa kanadayî ku di Şerê Vimy Ridge û şerên din ên girîng ên şer de roleke girîng lîstine.[71] Krîza leşkerî ya mecbûrî ya 1917an dema ku pêşniyara kabîneya yekîtîxwaz a zêdekirina hejmara endamên çalak ên leşkerî yên ku her ku diçû kêm dibûn, bi leşkerî ya mecbûrî re rastî nerazîbûnên tund ji aliyê quebeceriyên fransîaxiv ve hatiye, derket holê.[72] Di sala 1919an de, Kanada bi awayekî serbixwe ji Brîtanyayê tevlî yekîtiya neteweyan bûye û Statuya Westminsterê ya 1931an serxwebûna Kanadayê piştrast kiriye.[73]

    Depresyona Mezin a Kanadayê di destpêka salên 1930an de bûye sedema qeyraneke aborî ku li seranserê welêt bû sedema zehmetiyan.[74] Di bersiva krîza aborî de, Kooperatîva Hevpar (CCF) li Saskatchewan di salên 1940 û 1950an de gelek hêmanên dewleta xizmetguzariyê (wek ku ji hêla Tommy Douglas ve pêşengî lê hat kirin) destnîşan kiriye.[75] Li ser şîreta serokwezîr William Lyon Mackenzie King, di 10ê îlona sala 1939an de, ji aliyê Qiral George VI ve, Keyaniya Yekbûyî piştê heft rojan li dijî Almanyayê şer ragihandiye. Ev derengketin serxwebûna Kanadayê tekez kiriye.[76]

    Yekem yekîneyên artêşa kanadayî di kanûna sala 1939an de gihîştine Brîtanyayê. Bi tevahî, di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de zêdetirî milyonek kanadayî wekê hêzên çekdarî de xizmet kirine.[77] Leşkerên kanadayî di gelek şerên girîng ên şer de rolên girîng lîstine ku di nav wan de Serdegirtina Dieppe ya têkçûyî ya 1942an, dagirkirina Îtalyayê ya ji aliyê hevalbendan ve, derketina Normandiyê, Şerê Normandiyê û Şerê Scheldtê ya di sala 1944an de hebûn.[76] Kanadayê di dema dagirkirina monarşiya holendî de penageh daye û ev yek ji aliyê holendiyan ve ji bo beşdariyên mezin ên di rizgarkirina wan ên ji Almanyaya Nazî de tê naskirin.[78] Tevî krîzeke din a leşkeriya neçarî li Quebecê di sala 1944an de, Kanadayê şer bi artêşeke mezin û aboriyeke bihêz bi dawî kiriye.[79]

    Krîza darayî ya Depresyona Mezin bûye sedem ku Domînyona Newfoundland di sala 1934an de dev ji hikûmeta berpirsiyar berde û bibe koloniyeke Tacê ku ji aliyê parêzgarekî brîtanî ve tê rêvebirin.[80] Piştî du giştpirsiyên li Newfoundlandê ku di sala 1949an de hatiye lidarxistin, welatiyên Newfoundlandê xwestine ku Newfoundland wekê parêzgehekê tevlî Kanadayê bibe.[81]

    Mezinbûna aborî ya Kanadayê piştî şer, digel polîtîkayên hikûmetên lîberal ên li pey hev, bûye sedema derketina holê ya nasnameyeke nû ya kanadayî ku bi pejirandina ala pelê gûzê di sala 1965an de,[82] pêkanîna duzimanî ya fermî (îngilîzî û fransî) di sala 1969an de[83] û sazkirina pirçandîtiya fermî di sala 1971an de hatiye nîşankirin. Her çiqas hikûmetên parêzgehan, bi taybetî Quebec û Alberta, van bernameyan wekê destwerdanên qada erkdariya xwe bibînin jî, bernameyên sosyaldemokratên wekê medicare, plana teqawidbûnê ya Kanadayê û krediyên xwendekarên Kanadayê hatiye diyarkirin.[84]

    Nivîsek ji peymana maf û zadiyên kanadayî

    Di dawiyê de rêze konferansên destûrî yên din bi Qanûna Kanadayê ya 1982an encam daye ku destûra Kanadayê ji Keyaniya Yekbûyî vegerandiye welêt ku bu awayeke hevdem afirandina şertên maf û azadî ya kanadayî pêk aniye.[85] Kanadayê wekê welatekî serbixwe di bin monarşiya xwe de serweriya xwe ya tevahî ava kiribû.[86] Di sala 1999an de, piştî rêze danûstandinan bi hikûmeta federal re, Nunavut dibe axa sêyem a Kanadayê.

    Di heman demê de Quebecê bi Şoreşa Bêdeng a salên 1960an guhertinên kûr ên civakî û aborî bidest xistiye ku bûye sedema çêbûna tevgereke neteweperest a sekuler.[87] Fronta rizgariya Québecê ya radîkal (FLQ) di sala 1970an de bi rêze teqîn û revandinên krîza cotmehê daye destpêkirin û Partiya Québécois a serwer di sala 1976an de hatiye hilbijartin û di sala 1980an de giştpirsyariyeke bêserketî li ser hevkariya serweriyê organîze kiriye.[88] Hewldanên ji bo bicihkirina neteweperestiya Quebecê bi rêya Peymana Meech Lake di salên 1990î de bi ser neketin.[89] Ev yek bûye sedema avakirina Bloca Québécois li Quebecê û xurtkirina Partiya Reformê ya Kanadayê ya li Rojava.[90] Referandûmeke duyem (giştpirsî) di sala 1995an de pêk hatiye ku tê de serwerî bi rêjeyeke kêmtir a ji sedî 50,6 li hember ji sedî 49,4 nehatiye pejirandin.[91] Di sala 1997an de, Dadgeha Bilind biryar daye ku veqetandina yekalî ji aliyê parêzgehekê ve ne li gorî destûrê ye, û Qanûna Zelaliyê ji aliyê Parlamentoyê ve hate pejirandin ku şertên veqetandina ji Konfederasyonê ya bi danûstandinan destnîşan kiriye.[89]

    Ji xeynî pirsgirêkên serweriya Quebecê, di dawiya salên 1980an û destpêka salên 1990an de hejmarek krîzan civaka Kanadayî hejandiye. Di nav wan de teqîna Balafira Hewayî ya 182 a Air India ya di sala 1985an de heye ku mezintirîn kuştina girseyî di dîroka Kanadayê de bû; komkujiya École Polytechnique di sala 1989an de, gulebaranek li zanîngehê ku xwendekarên jin hedef digirt û Krîza Oka ya sala 1990an bû ku yekem car hejmarek pevçûnên tundûtûj di navbera hikûmetên parêzgehan û komên xwemalî de pêk hetibû.[92][93][94] Kanada di sala 1990î de tevlî Şerê Kendavê bûye û di salên 1990î de di gelek erkên aştiyê de çalak dibe ku di nav de operasyonên li Balkanan di dema û piştî Şerên Yugoslavyayê de û li Somaliyê ku di encamê de bûyerek çêbûye ku wekê "serdema herî tarî di dîroka artêşa Kanadayî de" hatiye binavkirin.[95][96] Kanadayê di sala 2001ê de leşker şandiye Afganistanê ku di encamê de ji Şerê Koreyê di destpêka salên 1950î de heta niha, hejmara herî zêde ya kanadayîyane di erkeke leşkerî de hatine kuştin.[97]

    Di sala 2011an de, hêzên kanadayî beşdarî destwerdana NATOyê ya di Şerê Navxweyî yê Lîbyayê de bûne û her wiha di nîvê salên 2010an de beşdarî şerê li dijî serhildana DAÎŞê ya li Iraqê bûye.[98][99] Pandemiya COVID-19 li Kanadayê di 27ê çileya 2020an de dest pê kiriye û bû sedema têkçûneke civakî û aborî ya berfireh.[100] Di sala 2021ê de dibe ku gorên ên zarokên gelên xwemalî bin li nêzîkî dibistanên niştecîhî yên berê yên Kanadayê hatine dîtin ku ev yek qirkirina çandî ya li dijî gelên xwemalî ronî kiriye.[101] Şerê bazirganiyê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de di 1ê sibata sala 2025an de dest pê kiriye ku serokê Amerîkayê Donald Trump fermanên ferzkirina bacên gumrikê li ser kelûpelên ku dikevin Dewletên Yekbûyî îmze kiriye.[102]

    Nexşeya topografîk a Kanadayê ku di projeksiyona cemserî de (ji bo 90° W) hatiye çêkirin. Bilindahiyên ji kesk heta qehweyî (bilindtir) asta bilindihiya rûbera erdê nîşan dide.

    Kanada bi rûbera xwe ya 9.984.670 km² piştî Rûsyayê duyem welatê herî mezin ê cîhanê ye[103] û bi mezinahiya xwe hema hema bi qasî axa Ewropayê mezin e. Kanada li parzemîna Amerîkayê bi qasî %41ê Amerîkaya Bakur vedigire.[104] Li başûr û bakurê rojava, Kanada xwediyê yek ji dirêjtirîn sînorê bejahî yê cîhanê ye ku bi Dewletên Yekbûyî re parvedike. Cîranek din jî axa xweser a danîmarkî ya Gronlandê ye ku ji girava herî bakur a Kanadayî, Girava Ellesmere, bi Qenala Kennediyê ku tengavek bi firehiya nêzîkî 30 kîlometreyan pêk hatiye, veqetandî ye. Girava Hans a biçûk heta sala 2022an di navbera herdu welatan de bûye mijara nîqaşê, paşê bi destnîşan kirina sinorek ku bi dirêjahiya nêzîkî 1,2 kîlometreyan dirêj bûye, giravê hatiye dabeşkirin. Koma giravên Saint-Pierre û Miquelon jî ku li başûrê Newfoundlandê ye, bermahiyek ji koloniya fransî ya Fransaya Nû ye.

    Berfirehiya ji bakur ber bi başûr ve ji 83.11° bakur li pozikê Kolombiyayê li girava Ellesmere li Nunavut heta girava navîn a li Gola Erie li 41.68° (bi qasî firehiya Romayê) dirêj dibe û ji ber vê yekê 4.634 kîlometre dirêjahiya aliyên bakur û başûr heye. Dûrahiya herî mezin a ji rojhilat ber bi rojava be 5.514 kîlometre ye ku ji pozikê Spearê li Newfoundland (52.62° W) heta sinorê herêma Yukonêya li Alaskayê (141° W) berdewam dike. Dirêjahiya giştî ya sinorê di navbera Kanada û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de 8.890 kîlometre ye. Kanada di heman demê de xwediyê dirêjtirîn xeta peravê ya cîhanê ye ku bi qasê 243.042 kîlometre dirêj e. Girava herî mezin ê Kanadayê Girava Baffin a li bakurê rojhilat e ku bi rûbera xwe ya 507,451 km² pêncem girava herî mezin a cîhanê ye. Nîvgirava herî bakur Boothia ye. Kanada 9.093,507 km² ji bejahiyê (rûerd) û 891,163 km² ji avê (rûav) pêk tê.[105]

    Kanada dikare li heft herêmên fîzyografîk were dabeş kirin ku di nav de Mertala Kanadayê, Deştên Navxweyî, Deştên Golên Mezin-St. Lawrenceyê, herêma Apalaçiyan, Kordîlera Rojava, Deştên Kendava Hudsonê û Arşîpelagoya Arktîkê hene.[106] Daristanên Boreal li seranserê welêt serdest in, qeşa li herêmên Arktîkê yên bakur û li seranserê Çiyayên Kevirî diyar e û deştên Kanadayê ku kêm be jî, li başûrê rojava çandiniya berhemdar hêsan dikin.[103] Golên Mezin Çemê St. Lawrence (li başûrê rojhilat) xwedî dikin ku piraniya hilberîna aboriya Kanadayê li ser deştên derdora çemê St. Lawrence pêk tê.[103] Li Kanadayê zêdetirî 2.000.000 gol hene ku 563 ji wan golan ji 100 kîlometreçargoşeyê mezintir in ku piraniya ava şirîn a cîhanê vedihewînin.[107] Her wiha li Çiyayên Kevirî yên Kanadayî, Çiyayên Peravê û Kordîlera Arktîkê cemedên ava şirîn a xwarinê hene.[108]

    Kanada ji aliyê jeolojîkî ve welatek çalak e ku gelek erdhej û volkanên çalak li welêt hene.[109]

    1. ^ bi navên Kenada[1] yan Kenede[2] jî tê nasîn,
    1. ^ Bedirxan, Kamiran Alî (1986). Roja Nû, 1943-1946. Uppsala: Jîna Nû. r. 33:2.
    2. ^ Bedirxan, Celadet Alî (1985). Ronahî Hejmar 1-28 (1942-1945). Uppsala: Jîna Nû. r. 259.
    3. ^ Olson, James S. (30 îlon 1991). Historical Dictionary of European Imperialism (bi îngilîzî). Bloomsbury Academic. ISBN 978-0-313-26257-9.
    4. ^ a b Rayburn, Alan (1 kanûna paşîn 2001). Naming Canada: Stories about Canadian Place Names (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-0-8020-8293-0.
    5. ^ Magocsi, Paul R.; Multicultural History Society of Ontario, edîtor (1999). Encyclopedia of Canada's peoples. Toronto ; Buffalo: Published for the Multicultural History Society of Ontario by University of Toronto Press. ISBN 978-0-8020-2938-6.
    6. ^ "Province of Quebec 1763-91". thecanadianencyclopedia.ca (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2026.
    7. ^ Britain, Great (1841). An Act to Re-write the Provinces of Upper and Lower Canada, and for the Government of Canada, 23d July, 1840 (bi îngilîzî). J.C. Fisher & W. Kimble.
    8. ^ Hvithamar, Annika; Warburg, Margit; Jacobsen, Brian Arly (2009). Holy nations and global identities: civil religion, nationalism, and globalisation. International studies in religion and society. Leiden: Brill. ISBN 978-90-04-17828-1.
    9. ^ Morra, Irene; Gossedge, Rob (30 îlon 2016). The New Elizabethan Age: Culture, Society and National Identity after World War II (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing. ISBN 978-0-85772-867-8.
    10. ^ Buckner, Phillip A., edîtor (2008). Canada and the British Empire. The Oxford history of the British Empire companion series. Oxford ; New York: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-927164-1.
    11. ^ Fagan, Brian M.; Durrani, Nadia (2016). World Prehistory: A Brief Introduction (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-317-34244-1.
    12. ^ Young, T. Kue; Rawat, Rajiv (1 kanûna paşîn 2012). Circumpolar Health Atlas (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-1-4426-4456-4.
    13. ^ Macklem, Patrick (1 kanûna paşîn 2001). Indigenous Difference and the Constitution of Canada (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-0-8020-8049-3.
    14. ^ Sonneborn, Liz (2007). Chronology of American Indian history. Facts on File library of American history. New York: Facts On File. ISBN 978-0-8160-6770-1.
    15. ^ Graber, Christoph Beat; Kuprecht, Karolina; Lai, Jessica C. (1 kanûna paşîn 2012). International Trade in Indigenous Cultural Heritage: Legal and Policy Issues (bi îngilîzî). Edward Elgar Publishing. ISBN 978-0-85793-831-2.
    16. ^ Haines, Michael R., edîtor (2000). A population history of North America (Çapa 1. publ). Cambridge: Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-49666-7.
    17. ^ a b Northcott, Herbert C.; Wilson, Donna Marie (1 kanûna paşîn 2008). Dying and Death in Canada (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-1-55111-873-4.
    18. ^ Sturtevant, William C. (1978). Handbook of North American Indians, V. 2: Indians in Contemporary Society (bi îngilîzî). Smithsonian. ISBN 978-0-16-080388-8.
    19. ^ Marshall, Ingeborg (1996). A History and Ethnography of the Beothuk (bi îngilîzî). McGill-Queen's Press - MQUP. ISBN 978-0-7735-1774-5.
    20. ^ Collen, Evelyn Jane; Johar, Angad Singh; Teixeira, João C.; Llamas, Bastien (2022). "The immunogenetic impact of European colonization in the Americas". Frontiers in Genetics. 13: 918227. doi:10.3389/fgene.2022.918227. ISSN 1664-8021. PMC 9388791. PMID 35991555.{{cite journal}}: CS1 maint: unflagged free DOI (lînk)
    21. ^ Ray, Arthur J. (Arthur Joseph) (2005). I have lived here since the world began : an illustrated history of Canada's native people. Internet Archive. Toronto : Key Porter Books. ISBN 978-1-55263-633-6.
    22. ^ Preston, David L. (2009). The Texture of Contact: European and Indian Settler Communities on the Frontiers of Iroquoia, 1667-1783 (bi îngilîzî). U of Nebraska Press. ISBN 978-0-8032-2549-7.
    23. ^ Miller, J. R. (23 gulan 2009). Compact, Contract, Covenant: Aboriginal Treaty-Making in Canada (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-1-4426-9227-5.
    24. ^ Williams, Lewis (4 çiriya paşîn 2021). Indigenous Intergenerational Resilience: Confronting Cultural and Ecological Crisis (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-000-47233-2.
    25. ^ Asch, Michael (1997). Aboriginal and Treaty Rights in Canada: Essays on Law, Equity, and Respect for Difference (bi îngilîzî). UBC Press. ISBN 978-0-7748-0581-0.
    26. ^ Canada, Truth and Reconciliation Commission of (9 kanûna pêşîn 2015). Canada’s Residential Schools: The History, Part 1, Origins to 1939: The Final Report of the Truth and Reconciliation Commission of Canada, Volume 1 (bi îngilîzî). McGill-Queen's Press - MQUP. ISBN 978-0-7735-9818-8.
    27. ^ a b "Wayback Machine" (PDF). www.trc.ca. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2026.
    28. ^ "Wayback Machine" (PDF). nctr.ca. Ji orîjînalê (PDF) di 29 adar 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2026.
    29. ^ Government of Canada, Department of Justice (14 tîrmeh 2017). "Department of Justice - Principles respecting the Government of Canada's relationship with Indigenous peoples". www.justice.gc.ca. Roja gihiştinê 12 kanûna paşîn 2026.
    30. ^ Johansen, Bruce E.; Pritzker, Barry M. (23 tîrmeh 2007). Encyclopedia of American Indian History [4 volumes] (bi îngilîzî). ABC-CLIO. ISBN 978-1-85109-818-7.
    31. ^ a b Cordell, Linda S.; Lightfoot, Kent; McManamon, Francis; Milner, George (30 kanûna pêşîn 2008). Archaeology in America: An Encyclopedia [4 volumes]: An Encyclopedia (bi îngilîzî). ABC-CLIO. ISBN 978-0-313-02189-3.
    32. ^ Blake, Raymond B.; Keshen, Jeffrey; Knowles, Norman J.; Messamore, Barbara J. (18 gulan 2017). Conflict and Compromise: Pre-Confederation Canada (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-1-4426-3553-1.
    33. ^ Cartier, Jacques; Biggar, Henry Percival (1993). Cook, Ramsay (edîtor). The voyages of Jacques Cartier. Toronto [Ontario] Buffalo [New York]: University of Toronto Press. ISBN 978-0-8020-6000-6.
    34. ^ Kerr, Donald P. (Peter) (1 kanûna paşîn 1987). Historical Atlas of Canada: From the beginning to 1800 (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-0-8020-2495-4.
    35. ^ Wynn, Graeme (2007). Canada and Arctic North America: An Environmental History (bi îngilîzî). Bloomsbury Academic. ISBN 978-1-85109-437-0.
    36. ^ Rose, George A. (2007). Cod: The Ecological History of the North Atlantic Fisheries (bi îngilîzî). Breakwater Books. ISBN 978-1-55081-225-1.
    37. ^ Kelley, Ninette; Trebilcock, Michael J. (1 kanûna paşîn 2010). The Making of the Mosaic: A History of Canadian Immigration Policy (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-0-8020-9536-7.
    38. ^ Lamar, Howard Roberts (1977). The Reader's encyclopedia of the American West. Internet Archive. New York : Crowell. ISBN 978-0-690-00008-5.
    39. ^ Tucker, Spencer (19 îlon 2011). The Encyclopedia of North American Indian Wars, 1607–1890: A Political, Social, and Military History [3 Volumes] (bi îngilîzî). ABC-CLIO. ISBN 978-1-85109-697-8.
    40. ^ Reid, John H. (1 kanûna paşîn 1994). The Atlantic Region to Confederation: A History (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-0-8020-6977-1.
    41. ^ Nolan, Cathal J. (30 tîrmeh 2008). Wars of the Age of Louis XIV, 1650-1715: An Encyclopedia of Global Warfare and Civilization: An Encyclopedia of Global Warfare and Civilization (bi îngilîzî). ABC-CLIO. ISBN 978-0-313-35920-0.
    42. ^ Allaire, Gratien (23 gulan 2007). "From "Nouvelle-France" to "Francophonie canadienne": a historical survey". degruyterbrill (bi îngilîzî). 2007 (185): 25–52. doi:10.1515/IJSL.2007.024. ISSN 1613-3668.
    43. ^ a b c Buckner, Phillip Alfred (2008). Canada and the British Empire (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-927164-1.
    44. ^ Hicks, Bruce (2010). "Use of Non-Traditional Evidence: A Case Study Using Heraldry to Examine Competing Theories for Canada's Confederation". British Journal of Canadian Studies (bi îngilîzî). 23 (1): 87–117. doi:10.3828/bjcs.2010.5. ISSN 0269-9222.
    45. ^ Hopkins, J. Castell (John Castell) (1898). Canada: an encyclopædia of the country; the Canadian dominion considered in its historic relations, its natural resources, its material progress and its national development, by a corps of eminent writers and specialists. University of California Libraries. Toronto : Linscott Pub. Co.
    46. ^ Nellis, Eric (31 kanûna paşîn 2010). An Empire of Regions: A Brief History of Colonial British America (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-1-4426-0403-2.
    47. ^ Stuart, Peter; Savage, Allan M. (2 îlon 2011). The Catholic Faith and the Social Construction of Religion: With Particular Attention to the Québec Experience (bi îngilîzî). WestBow Press. ISBN 978-1-4497-2084-1.
    48. ^ Leahy, Todd; Wilson, Raymond (10 îlon 2009). The A to Z of Native American Movements (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing PLC. ISBN 978-0-8108-7055-0.
    49. ^ Newman, Peter C. (1 çiriya paşîn 2016). Hostages to Fortune: The United Empire Loyalists and the Making of Canada (bi îngilîzî). Simon and Schuster. ISBN 978-1-4516-8615-9.
    50. ^ McNairn, Jeffrey L. (1 kanûna paşîn 2000). The Capacity to Judge: Public Opinion and Deliberative Democracy in Upper Canada, 1791-1854 (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-0-8020-4360-3.
    51. ^ Harrison, Trevor W.; Friesen, John W. (2010). Canadian Society in the Twenty-first Century: An Historical Sociological Approach (bi îngilîzî). Women's Press. ISBN 978-1-55130-371-0.
    52. ^ Matthews, Geoffrey J.; Measner, Don (1 kanûna paşîn 1987). Historical Atlas of Canada: The land transformed, 1800-1891 (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-0-8020-3447-2.
    53. ^ "J.A. Gallagher, "The Irish Immigration of 1847"". cchahistory.ca. Roja gihiştinê 13 kanûna paşîn 2026.
    54. ^ Read, Colin (15 îlon 1985). Rebellion of 1837 in Upper Canada (bi îngilîzî). McGill-Queen's Press - MQUP. ISBN 978-0-7735-8406-8.
    55. ^ Romney, Paul (1989). "From Constitutionalism to Legalism: Trial by Jury, Responsible Government, and the Rule of Law in the Canadian Political Culture". Law and History Review (bi îngilîzî). 7 (1): 121–174. doi:10.2307/743779. ISSN 1939-9022.
    56. ^ Geographical snapshots of North America : commemorating the 27th Congress of the International Geographical Union and Assembly, Washington, D.C., 9-14 August 1992. Internet Archive. New York ; London : Guilford Press. 1992. ISBN 978-0-89862-889-0.{{cite book}}: CS1 maint: others (lînk)
    57. ^ "Alaska Boundary Dispute". thecanadianencyclopedia.ca (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 kanûna paşîn 2026.
    58. ^ Dijkink, Gertjan; Knippenberg, Hans (2001). The Territorial Factor: Political Geography in a Globalising World (bi îngilîzî). Amsterdam University Press. ISBN 978-90-5629-188-4.
    59. ^ Bumsted, John M. (1996). The Red River Rebellion. Winnipeg: Watson & Dwyer. ISBN 978-0-920486-23-8.
    60. ^ "Railway History in Canada". thecanadianencyclopedia.ca (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    61. ^ a b "The Canadian Atlas Online". www.canadiangeographic.ca. Ji orîjînalê di 3 adar 2006 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    62. ^ Carosso, Vincent P. (1955). "The Barley and the Stream: The Molson Story. By Merrill Denison. Toronto, McClelland and Stewart Limited, 1955. Pp. xiv + 384". Business History Review. 29 (4): 377–378. doi:10.2307/3111870. ISSN 0007-6805.
    63. ^ "The Canadian West - The Archivist - Publications - Library and Archives Canada". www.collectionscanada.gc.ca (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    64. ^ Hele, Karl S. (28 îlon 2013). The Nature of Empires and the Empires of Nature: Indigenous Peoples and the Great Lakes Environment (bi îngilîzî). Wilfrid Laurier Univ. Press. ISBN 978-1-55458-422-2.
    65. ^ "Settling the West: Immigration to the Prairies from 1867 to 1914 | Canadian Museum of Immigration at Pier 21". pier21.ca. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    66. ^ Armitage, Derek; Plummer, Ryan (8 tîrmeh 2014). Adaptive Capacity and Environmental Governance (bi îngilîzî). Springer Science & Business Media. ISBN 978-3-642-12194-4.
    67. ^ Daschuk, James William (2013). Clearing the Plains: Disease, Politics of Starvation, and the Loss of Aboriginal Life (bi îngilîzî). University of Regina Press. ISBN 978-0-88977-296-0.
    68. ^ Hall, David John (2015). From Treaties to Reserves: The Federal Government and Native Peoples in Territorial Alberta, 1870-1905 (bi îngilîzî). McGill-Queen's University Press. ISBN 978-0-7735-4595-3.
    69. ^ Jackson, Robert J.; Jackson, Doreen; Koop, Royce (25 sibat 2020). Canadian Government and Politics - Seventh Edition (bi îngilîzî). Broadview Press. ISBN 978-1-4604-0696-0.
    70. ^ Tennyson, Brian Douglas (25 çiriya paşîn 2014). Canada's Great War, 1914-1918: How Canada Helped Save the British Empire and Became a North American Nation (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing PLC. ISBN 978-0-8108-8860-9.
    71. ^ Morton, Desmond (1999). A military history of Canada (Çapa 4). Toronto: McClelland & Stewart. ISBN 978-0-7710-6514-9.
    72. ^ "Civil Conscription in the United States". Harvard Law Review. 30 (3): 265. 1917. doi:10.2307/1327778. ISSN 0017-811X.
    73. ^ Morton, Frederick Lee (2002). Law, Politics and the Judicial Process in Canada (bi îngilîzî). University of Calgary Press. ISBN 978-1-55238-046-8.
    74. ^ Bryce, Robert B. (1986). Maturing in hard times: Canada's Department of Finance through the Great Depression. Institute of Public Administration of Canada ; McGill-Queen's University Press. ISBN 978-0-7735-0555-1.
    75. ^ Mulvale, James P. "Basic Income and the Canadian Welfare State: Exploring the Realms of Possibility". Basic Income Studies (bi îngilîzî). 3 (1). doi:10.2202/1932-0183.1084. ISSN 1932-0183.
    76. ^ a b Morton, Desmond (1999). A military history of Canada (Çapa 4). Toronto, Ont: McClelland & Stewart. ISBN 978-0-7710-6514-9.
    77. ^ Humphreys, Edward (5 kanûna pêşîn 2013). Great Canadian Battles: Heroism and Courage Through the Years (bi îngilîzî). Arcturus Publishing. ISBN 978-1-78404-098-7.
    78. ^ Goddard, Lance (2005). Canada and the Liberation of the Netherlands, May 1945. Toronto: Dundurn. ISBN 978-1-55002-547-7.
    79. ^ Bothwell, Robert (2007). Alliance and illusion: Canada and the world, 1945-1984. Vancouver, BC: UBC Press. ISBN 978-0-7748-1368-6.
    80. ^ Buckner, Phillip Alfred (2008). Canada and the British Empire (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-927164-1.
    81. ^ Bothwell, Robert (2007). Alliance and illusion: Canada and the world, 1945-1984. Vancouver (B.C.): University of British Columbia Press. ISBN 978-0-7748-1368-6.
    82. ^ Mackey, Eva (2008). The house of difference: cultural politics and national identity in Canada. Anthropological horizons (Çapa Repr). Toronto: University of Toronto Press. ISBN 978-0-8020-8481-1.
    83. ^ Landry, Rodrigue; Forgues, Éric (23 gulan 2007). "Official language minorities in Canada: an introduction". degruyterbrill.com (bi îngilîzî). 2007 (185): 1–9. doi:10.1515/IJSL.2007.022. ISSN 1613-3668.
    84. ^ "Wayback Machine" (PDF). www.escwa.un.org. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    85. ^ Library and Archives Canada. "Proclamation of the Constitution Act, 1982 - Library and Archives Canada" (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    86. ^ "Wayback Machine" (PDF). www.revparl.ca. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    87. ^ Roberts, Lance W.; Clifton, Rodney A.; Ferguson, Barry (15 tebax 2005). Recent Social Trends in Canada, 1960-2000 (bi îngilîzî). McGill-Queen's Press - MQUP. ISBN 978-0-7735-7314-7.
    88. ^ Munroe, H. D. (31 adar 2009). "The October Crisis Revisited: Counterterrorism as Strategic Choice, Political Result, and Organizational Practice". Terrorism and Political Violence (bi îngilîzî). 21 (2): 288–305. doi:10.1080/09546550902765623. ISSN 0954-6553.
    89. ^ a b Sorens, Jason (1 kanûna pêşîn 2004). "Globalization, secessionism, and autonomy". Electoral Studies. 23 (4): 727–752. doi:10.1016/j.electstud.2003.10.003. ISSN 0261-3794.
    90. ^ "A brief history of the Bloc Québécois". The Globe and Mail (bi îngilîziya kanadayî). Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    91. ^ Schmid, Carol L. (3 gulan 2001). The Politics of Language: Conflict, Identity, and Cultural Pluralism in Comparative Perspective (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-803150-5.
    92. ^ "TERMS OF REFERENCE | Commission of Inquiry into the Investigation of the Bombing of Air India Flight 182". www.majorcomm.ca. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    93. ^ Internet and Digital Services, Digital Archives. "The Oka Crisis - CBC Archives". archives.cbc.ca (bi îngilîziya kanadayî). Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    94. ^ Roach, Kent (2003). September 11 : consequences for Canada. Internet Archive. Montreal ; Ithaca : McGill-Queen's University Press. ISBN 978-0-7735-2585-6.
    95. ^ Defence, National (25 tîrmeh 2016). "Canadian Armed Forces operations in Bosnia-Herzegovina". www.canada.ca. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    96. ^ "Canadian Peacekeepers in Somalia". thecanadianencyclopedia.ca (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    97. ^ "Canada and the War in Afghanistan". thecanadianencyclopedia.ca (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    98. ^ Hehir, A.; Murray, R. (29 gulan 2013). Libya, the Responsibility to Protect and the Future of Humanitarian Intervention (bi îngilîzî). Springer. ISBN 978-1-137-27395-6.
    99. ^ "Canada's Policy to Confront the Islamic State". Canadian Global Affairs Institute. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    100. ^ Canada, Public Health Agency of (13 îlon 2020). "Coronavirus disease (COVID-19)". www.canada.ca. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    101. ^ "Canada's unmarked graves: How residential schools carried out "cultural genocide" against indigenous children - 60 Minutes - CBS News". www.cbsnews.com (bi îngilîziya amerîkî). 12 sibat 2023. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2026.
    102. ^ "Trump has imposed sweeping tariffs. Here's a timeline of how we got here".
    103. ^ a b c McColl, R. W. (2005). Encyclopedia of World Geography (bi îngilîzî). Infobase Publishing. ISBN 978-0-8160-7229-3.
    104. ^ Brescia, Michael M.; Super, John C. (1 kanûna paşîn 2009). North America: An Introduction (bi îngilîzî). University of Toronto Press. ISBN 978-0-8020-9675-3.
    105. ^ "Canada". The World Factbook (bi îngilîzî). Central Intelligence Agency. 14 kanûna paşîn 2026.
    106. ^ Government of Canada, Natural Resources Canada (12 îlon 2016). "Natural Resources Canada. The Atlas of Canada. Physiographic Regions of Canada". atlas.gc.ca. Roja gihiştinê 15 kanûna paşîn 2026.
    107. ^ Bailey, William G.; Oke, T. R.; Rouse, Wayne R. (1997). The Surface Climates of Canada (bi îngilîzî). McGill-Queen's Press - MQUP. ISBN 978-0-7735-1672-4.
    108. ^ Sandford, Robert William (1 kanûna pêşîn 2012). Cold Matters: The State and Fate of Canada's Fresh Water (bi îngilîzî). Rocky Mountain Books Ltd. ISBN 978-1-927330-20-3.
    109. ^ Etkin, David; Haque, Chowdhury Emdadul; Brooks, Gregory Robert (2003). An assessment of natural hazards and disasters in Canada. Dordrecht: Kluwer academic. ISBN 978-1-4020-1179-5.

    Girêdanên derve

    [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]