Kanagawa Oki Nami Ura
Kanagawa Oki Nami Ura
| |
---|---|
![]() | |
Çêker | |
Dema avabûnê | |
Şêwe | Ukiyo-e, meisho-e û nishiki-e ![]() |
Motîv |
|
Pêk tê ji |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Kanagawa Oki Nami Ura (bi japonî: 神奈川沖浪裏, Kanagawa-oki Nami Ura, tê wateya "Di bin pêla ji Kanagawa de") an Pêla Mezin, çapek e, ku ji aliyê Hokusai hunermendê japonî yê şêweyê ukiyo-e ve hatiye çêkirin. Ew di dawiya sala 1831ê de di serdema Edo ya dîroka Japonê de hate afirandin. Di çapê de sê keştî hene, ku di nav deryayek bahozê de diherikin û bi pêlek mezin û xurt re digerin. Pêl di navenda çapê de li ser keştiyan spîralek çêdike û Çiyayê Fuji di paş de xuya ye.
Çap berhema Hokusai ya herî naskirî ye û ya yekem e di rêzeya wî ya "Sih û şeş Dîmenên Çiyayê Fuji" de. Di vê çapê de bikaranîna rengê şîna Prûsî şoreşek li çapên japonî kir. Kompozîsyona Pêla Mezin sentezek ji çapên kevneşopî yên japonî ye, û perspektîva grafîkî ya ku li Ewrûpayê hatî pêşve xistin bi kar tîne. Saya vê yekê Hokusai li Japon û paşê li Ewropayê jî serkeftinek mezin bidest xist. Hunera Hokusai paşê bû îlhamek ji împresyonîstên wê çaxê. Gelek muzexane li çaraliyê cîhanê xwedî kopiyên Pêla Mezin in û piraniya wan ji koleksiyonên taybet ên çapên japonî yên sedsala 19an hatine. Tê bawerkirin ku tenê nêzîkî 100 çap, di şert û mercên cihêreng de xwe gihandine sedsala 21ê.
Pêla Mezin ji Kanagawa tê texmîn kirin ku "di dîroka hemû hunerê de wêneya herî zêde hatiye hilberandin" e[1], û her weha di dîroka Japonê de wekî "berhema hunerî ya herî navdar" tê dîtin.[2] Vê çapê bandor li gelek hunermend û muzîkjenên rojavayî kiriye, di nav de Claude Debussy, Vincent van Gogh û Claude Monet. Hevalên ciwan ên Hokusai, Hiroshige û Kuniyoshi îlhama xwe jê girtin û karên xwe yên pêla-navendî çêkirine.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Is this the most reproduced artwork in history?". ABC News (bi Australian English). 20 tîrmeh 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 çiriya paşîn 2020. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2025.
{{cite news}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "How Hokusai's 'The Great Wave' Went Viral - WSJ". web.archive.org. 12 kanûna paşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 12 kanûna paşîn 2017. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)