Here naverokê

Kanzaya xwêyê ya Wieliczkayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kanzaya xwêyê ya Wieliczkayê
Kopalnia soli Wieliczka Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Salt mine
  • architectural heritage monument Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
49°58′59″Bk 20°03′21″Rh / 49.9831°Bk 20.0557°Rh / 49.9831; 20.0557
DewletPolonya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Wieliczka Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • Sedsala 13an Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
Saet
Malperwww.kopalnia.pl Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kanzaya xwêyê ya Wieliczkayê (bi polonî: Kopalnia soli Wieliczka) çavkaniyeke xwêyê ya dîrokî ye ku li bajaroka Wieliczka ya Krakówê, li başûrê Polonyayê ye.

Li kanzaya xwêyê ya Wieliczkayê ji serdema neolîtîk ve, ji ava şor a ku ber bi jor ve hildikişiya, klorîda sodyûmê (xwêya xwarinê) hatiye hilberandin. Wekê yek ji kevintirîn kanzayên xwêyê yên cîhanê ku dixebitin, li kanzaya xwêya Wieliczkayê ku ji sedsala 13an vir ve hatiye kolandin,[1] heta sala 1996an bênavber xwêya xwarinê hatiye hildiberandin. Di seranserê dîroka xwe de, kanzaya xwêya ya qraliyetê ji aliyê pargîdaniya Żupy Krakowskie (Kazaya xwêyê ya Krakówê) ve hatiye xebitandin.[2][3] Ji ber kêmbûna bihayê xwê û lehiyên di kanan de, kanên xwê yên bazirganî di sala 1996an de hatine rawestandin.[2][3]

Kanzaya xwêyê ya Wieliczkayê niha abîdeya dîrokî ya polonî ya fermî ye (Pomnik Historii) û Cihê Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê ye. Balkêşiyên wê şane û rêyên labîrentî, pêşangehên teknolojiya dîrokî ya kolandina xwêyê, goleke bin erdê, çar şapel û gelek peykerên ku ji aliyê kanzanvanan ve ji xwêya kevir hatine çêkirin û peykerên nûtir ên hunermendên hemdem li kanzayê hene.

Dema ku Casimir I girîngiyeke daye kanzayê, dîroka belgekirina yekem ê di derbarê kanzayê de ji sala 1044an vedigere.[4] Rahîban li dora wê demê li kanzayê xwê berhev dikirin.[5]

Ji sedsala 13an vir ve, ava şor a ku ber bi rûyê erdê ve ber bi jor ve dibû, ji bo naveroka klorîda sodyûmê (xwêya xwarinê) dihat berhevkirin û pêvajokirin. Di vê serdemê de, kolandina ji bo derxisitina xwê hatiye destpê kirin û kortên yekem ji bo derxistina xwêya kevir hatin kolandin.[6] Ji dawiya sedsala 13an heta destpêka sedsala 14an, Keleha Xwêyê hatiye çêkirin. Wieliczka di roja îro de wekê Muzexaneya Xwêyê ya Krakówê tê bikar anîn.[6]

Qiral Casimir III yê Mezin gelek hewl daye ku kana xwêyê ya Wieliczkayê pêş bikeve gelek girîngî daye kanzayê û çavdêriya xebatkarên kanzayê kiriye. Di sala 1363an de wî nexweşxaneyeke li nêzîkî kana xwêyê ava kiriye. Hatiye diyar kirin ku ji ber ku darên zêde yê ji daristanên cîran wekî îskele û piştgirî dihatin bikaranîn, wî Polonyayeke ji darîn veguherandiye Polonyayeke ji kevir. Vê yekê dahatiyek mezin ji dewleta polonî re aniye.[7]

Heta sala 1871ê ev kanzaya xwêyê ya Wieliczkayê wekş yek ji kanzayên herî berhemdar ên cîhanê hatiye hesibandin. Di wî demê de kovara Scientific American sê taybetmendiyên cûda yên xwê ya kanzayê destnîşan kiriye. Di nav van de xwêya kesk gil û nezelal, Spiza xwê ya qûmî û krîstalî û Szybik xwê ya herî paqij û krîstalî hebûn.[8]

Di serdema xebitandina kanzayê de, gelek jûre hatine kolandin û teknolojiyên cûrbecûr hatin zêdekirin ku makîneyên bi navê banda revê ya hespê a mecarî û banda revê ya saksonî ji bo kişandina xwê ber bi rûyê erdê ve hatbûn bikar anîn. Di dawiya salên 1890î de, makîneyên qulkirinê û teqandinê ji bo derxistina xwê hatine bikaranîn.[9] Di sala 1915an de, karkerên kabzaya xwêyê rojane mûçeyekî wekhevî 20 sentan distandin.[10] Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, kan ji aliyê almanên ku Polonyayê dagirkiribûn ve wekê tesîseke bin erdê ji bo çêkirina têkildarî şer hatibû bikar anîn. Di navbera mehên tebax û cotmeha sala 1944an de, girtiyên kampên komkirinê yên cihû di kanên xwêyê de bi zorî dihatin xebitandin.

Di sala 1978an de kanzays xwêyê ya Wieliczkayê di lîsteya UNESCOyê ya Cihên Mîrateya Cîhanê de cih girtiye.[11] Kan ji sala 1989an heta 1998an di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya di Xetereyê de bû. Ev ji ber xetera zirara cidî ya li ser peykeran ji ber şilbûna ji ber kulekên hewakirinê ya çêkirî ku di dawiya sedsala 19an de hatibûn çêkirin.[12]

Efsaneyeke di derbarê şahjin Kinga ya Polonyayê ku jiyana wê bi kanzaya Wieliczkayê ve girêdayî ye, behsa şahjineke mecarî dike ku ew bi qiral Bolesław V yê polonî ku mîrê Krakówê ye dizewice. Ji ber ku xwê li Polonyayê pir biha bû. Wekî beşek ji cihêza xwe, wê ji bavê xwe, Béla IV ê Mecaristanê, perçeyek xwê xwestiye. Bavê wê, qiral Béla, wê biriye kana xwêyê ya li Máramarosê. Berî ku here Polonyayê, wê gustîla xwe ya ji Bolesławê avêt nav yek ji kanzayên xwêyê. Dema ku gihîşt Krakówê, wê ji kanzavanan xwest ku çalek kûr bikolin heta ku ew li kevir rast werin. Mirovan li wir girêkek xwê dîtin û dema ku ew kirin du parçe, gustîla şahjin dîtin. Bi vî awayî Kinga bibû parêzvanên pîroz ya kanzavanên (karkerên kanzaya xwê) xwê li paytexta Polonyayê û derdora li derdora paytextê.[13]

Di dema dagirkirina naziyan de, bi hezaran cihû ji kampên xebata bi darê zorê yên li Plaszow û Mielecê ber bi kana Wieliczkayê ve hatine veguhastin ku di kargeha çekan a bin erdê de ku ji aliyê almanan ve di adar û nîsana 1944an de hatibû avakirin bixebitin.[14] Kampa karê kanzayê bi darê zorê li Parka Pîroz Kinga hatibû avakirin û nêzîkî 1700 girtî tê de bûn.[14] Lêbelê ji ber ku êrîşa Sovyetê ku nêzîk dibû, hilberîn xwê qet dest pê nekiriye. Hinek makîne û alav hatin veqetandin ku di nav de makîneyek ku bi elektrîkê dixebitî ji bo Liebenau ya li çiyayên Sudetesê hatin veguhastin.[15] Beşek ji alavan piştî şer, di payîza 1945an de hatine vegerandin. Cihûyên dîlgirtî ji bo kargehên li Litoměřiceyê (Komara Çek) û li Linzê (Awistirya) hatine veguhastin.[16]

  1. ^ "HISTORY OF THE MINE - About the Salt Mines - Individual tourist - The "Wieliczka" Salt Mine". www.wieliczka-saltmine.com. Roja gihiştinê 27 çiriya paşîn 2025.
  2. ^ a b "Welcome to the Salt of the Earth!". www.wieliczkasaltmine.net. Ji orîjînalê di 24 tîrmeh 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 çiriya paşîn 2025.
  3. ^ a b "ACK CYFRONET AGH". www.cyf-kr.edu.pl. Ji orîjînalê di 11 çiriya pêşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 çiriya paşîn 2025.
  4. ^ Wysmułek, Jakub (31 tîrmeh 2021). "Testamenty jako narzędzia władzy. Wnioski z analizy późnośredniowiecznych krakowskich testamentów". Kwartalnik Historii Kultury Materialnej. 69 (1): 19–37. doi:10.23858/khkm69.2021.1.002. ISSN 2719-6496.
  5. ^ Jackson, Martin P. A.; Hudec, Michael R. (1 kanûna paşîn 2017). Salt Tectonics. Cambridge University Press. ISBN 978-1-139-00398-8.
  6. ^ a b "HISTORY OF THE MINE - About the Salt Mines - Individual tourist - The "Wieliczka" Salt Mine". www.wieliczka-saltmine.com. Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2025.
  7. ^ "Wieliczka Salt Mine - Royal Salt Mines near Krakow (Poland)" (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2025.
  8. ^ Fischetti, Mark (2021). "50, 100 & 150 Years Ago". Scientific American. 324 (5): 78. doi:10.1038/scientificamerican0521-78. ISSN 0036-8733.
  9. ^ "SCIENCE AND INDUSTRY. (Published 1898)" (bi îngilîzî). 13 çiriya paşîn 1898. Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2025.
  10. ^ The Tsar and Partitioned Poland (1772–1863). University of Pittsburgh Press. 2 çiriya paşîn 2021. rr. 19–28.
  11. ^ Centre, UNESCO World Heritage. "Wieliczka and Bochnia Royal Salt Mines". UNESCO World Heritage Centre (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2025.
  12. ^ Centre, UNESCO World Heritage. "Success Stories". UNESCO World Heritage Centre (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2025.
  13. ^ "History of Wieliczka Salt Mine". www.polandforvisitors.com. Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2025.
  14. ^ a b "History | Virtual Shtetl". sztetl.org.pl. Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2025.
  15. ^ Georgievska, Marija (25 çiriya paşîn 2017). "The Wieliczka Salt Mine: An astonishing underground city, dating from 13th century | The Vintage News". thevintagenews (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2025.
  16. ^ Goldensubmarine.com. "Kopalnia Soli Wieliczka". www.wieliczka-saltmine.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 8 tîrmeh 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2025.