Karen Horney

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Karen Horney (jdb. 16ê çiriya pêşîn 1885 li Hamburg, Blankenese - m. 4ê kanûna pêşîn 1952 li New York) yek ji psîkoanalîstên navdar ên Almanyayê ye.

Karen Horney
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Blankenese (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Cihê goristanê
Ferncliff Cemetery (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
University of Freiburg (en)
Zanîngeha Humboldt ya Berlînê (en)
Zanîngeha Göttingenê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Hevjîn
Oskar Horney (d) (ji heta )
Erich Fromm (ji heta )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Brigitte Horney (en)
Marianne Eckardt (en)
Renate Horney (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qada xebatê
Endama
German Psychoanalytical Society (d)
New York Psychoanalytic Society (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bilêvkirin

Jiyan û girîngî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Horney jî wekî Sigmund Freud nirxeke mezin daye jiyana zaroktiyê û bingeha gelek elementên kesayetiyê di zaroktiyê de dîtiye. Lê wî wekî Freud pirr zêde bala xwe nedaye cîhana hundirîn a mirov, berevajî vê bi têkiliyan, rola dê-bavan di perwerdeyê de, bandora jiyana sosyal hwd re bilî bûye.

Bi navê "tirsa bingehîn" behsa yek ji bingehên neurozê dike. Nêrînên Horney jî wekî yê Wilhelm Reichs bi navê "Freudomarksîzm", ango bi hev ve girêdana nêrînên Freud û Karl Marks tên binavkirin.

Horney li ser sadîzm û mazoşîzmê xebatên mezin kiriye û bingeha wan di kompleksa oîdîpûsê ve girêdaye. Li ser alîneasyonê gotiye, "heger zarok tûşî hin psîkotrawmayên gelek awarte bê, xwe wekî hebûneke gelek awarte dibîne. Kesayetiya wê ya rastegînî derbeyên mezin digire û kesayetiyeke neyînî avadibe, alîneasyon wiha destpêdike".

Horney roleke mezin dide dê û bavan. Divê zarok di nava ewlehî, germahî û atmosfereka hezkirinê de were perwerdekirin û mezinkirin. Divê dê û bav xwedî yekîtiyek bin û yek rola yê din xirab neke. Gorî Horney jiyana zaroktiyê pirr nazîk e, heger dê û bav qels bin, dê bingeha neurozan bê avêtin.