Here naverokê

Karesat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Karesat
καταστροφή Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Karesat, bobelat an afet bûyerek e ku zirareke cidî dide mirov, avahî, aborî, an jîngehê û civata bandordar nikare bi tena serê xwe hilgire.[1] Karesatên xwezayî yên mîna berf, lehî, erdhej û şewat ji ber xetereyên xwezayî çêdibin.[2] Karesatên mirovî yên mîna rijandina neftê, êrîşên terorîstî û qutkirina elektrîkê ji aliyê mirovan ve têne çêkirin. Di roja îroyîn de ji hev veqetîna karesatên xwezayî û mirovî bi zehmet e, ji ber ku kiryarên mirovan dikarin karesatên xwezayî xirabtir bikin.[3][4][5] Guhertina avhewayê jî bandorê li ser zêdebûna karesatan dike, ên ku ji ber bûyerên tund ên hewayê çêdibin.

Bandora neyînî ya karesatan meztir e li mirovên ku li welatên hê pêş dikevin dijîn, li gorî mirovên ku li welatên dewlemend dijîn. Zêdetirî 95% ji mirinên ji ber karesatan li welatên kêm-dahat diqewimin, û ew welat li gorî welatên dewlemend pir bêtir pere winda dikin. Wek mînak, zirara karesatên ku ji ber felaketên xwezayî çêdibin, li welatên ku hê pêş dikevin 20 qat ji welatên pîşesazkirî zêdetir e.[6][7] Ji ber ku welatên kêm-dahat gelek caran ne xwediyê avahiyên baş in, an jî ji bo mijûlbûna bi rewşên awarte re planên wan ên baş nînin.

Ji bo kêmkirina zirara ji ber karesatan, girîng e ku meriv jê re amade be û xwedî binesaziya minasib be. Kêmkirina metirsiya karesatê (DRR) armanc dike ku civakan bihêztir bike û ji bo karesatan baştir amade bike. Ew giranî dide li ser tedbîrên kêmkirina xetereyê ye, berî ku karesatek çêbibe, li şûna bersiv û başkirina piştî bûyerê. DRR û tedbîrên adaptasyona guherîna avhewayê dişibin hev, ji ber ku ew armanc dikin ku xetereyên li ser mirov û cîwaran kêm bikin.

Dema ku karesatek diqewime, bersiv çalakiyên mîna hişyarkirin û derxistina mirovan, rizgarkirina kesên di metirsiyê de û zû peydakirina xwarin, stargeh û lênihêrîna bijîşkî vedihewîne. Armanc xilaskirina jiyana mirovan û alîkariya bi lez û bez a mirovan e. Di hin rewşan de, dibe ku alîkariya neteweyî an navneteweyî ji bo piştgirîkirina başbûnê hewce be. Ev piştgirîkirina dikare, wek nimûne, bi xebata rêxistinên mirovî pêk were.

  1. ^ "What is a disaster? | IFRC". www.ifrc.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2025.
  2. ^ "Natural Hazards | National Risk Index". hazards.fema.gov. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2025.
  3. ^ "Why natural disasters aren't all that natural | openDemocracy". web.archive.org. 29 çiriya paşîn 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 çiriya paşîn 2020. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2025.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ Gould, Kevin A.; Garcia, M. Magdalena; Remes, Jacob A. C. (1 kanûna pêşîn 2016). "Beyond "natural-disasters-are-not-natural": the work of state and nature after the 2010 earthquake in Chile". Journal of Political Ecology (bi None). 23 (1). doi:10.2458/v23i1.20181. ISSN 1073-0451.{{cite journal}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)
  5. ^ "There's No Such Thing as a Natural Disaster – Items". web.archive.org. 22 kanûna paşîn 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 kanûna paşîn 2021. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2025.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ WorldBank. "World Bank Group - International Development, Poverty and Sustainability". www.worldbank.org. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2025.
  7. ^ "Kopîkirina arşîvê". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 îlon 2017. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2025.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk) CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)