Karesata kana rejûya kevirî ya Somayê
Jump to navigation
Jump to search
Karesata kana rejûya kevirî ya Somayê yek ji karesatên herî giran ên kanên rejûyê yên Tirkiyê ye ku di 13ê gulana 2014an de li bajarê Soma yê parêzgeha Manîsayê li rojavaya Tirkiyê çêbû. Di rûdanê de piştî ku agir ketibû trafoyên kanê zêdeyî 301 karkeran tê de jiyana xwe ji dest da. Gelek karkerên birîndar û windabûyî jî hene. Pirraniya qurbanên rûdanê ji ber jehrdayîbûna karbonmonoksîdê mirî bûn.
Xwedî û kompaniya derhêner a rejûya kevirî ya vê kanê Soma Kömür İşletmeleri A.Ş. ye.
Eger û pêşveçûyîna bûyeran[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Tê zanîn ku ev peqîn ji egera berbûna agirekî rû da, ku li vê demê zêdeyî 780 karkeran tê de kar dikir, li dû amarên dumahiyê 301 kesan canê xwe ji dest da û 486 kes ji mirinê rizgar bibûn.
Encam[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Di 15ê gulanê de tê ragihandin ku hejmara miriyan digehe 301 kesan.