Karesata xwezayî

Karesata xwezayî ew tesîra pir zirar-gihîner e ku ji ber diyarde an tehtîdiya xwezayî li ser civak an civateke çêdibe. Hin meseleyên tehtîdiyên xwezayî ew in: berfende, hişkesalî, erdhej, lehiyên avê, pêlên germê, herifîna axê (tevî herifîna binê avê), bahozên tropîkal, çalakiyên volkanîk û şewatên daristanan. Tehtîdiyên din ên xwezayî jî wan in: bahozên berfê, bahozên qumê, bahozên agirê, zîpik, bahozên buzê, çalên binerdî, bahozên birûskê, bablîsok û tsunamî.
Karesateke xwezayî dikare bibe sebeba windakirina can an ziyanên madî. Bi gelemperî, ew dibe sebeba ziyanên aborî. Giraniya ziyanê bi wê yekê ve girêdayî ye ku însan çiqasî ji bo karesatan hazir ne û avahî, rê û avahiyên din çiqasî xurt in.
Pisporan nîqaş kirine ku têgeha "karesata xwezayî" ne guncaw e û divê dev jê were berdan.[1] Li şûna wê, dikare kelîmeya hêsantir a karesat were bikaranîn. Di eynî çaxê de, dê cureyê xetereyê jî were diyarkirin.[2][3] Karesat çaxa ku tehtîdiyeke xwezayî an ji hêla însanan ve hatî afirandin tesîrê li civakeke bêparastin (an jî xizan û di bin tehtîdiyê de) dike, pêk tê. Ew encama têkelbûna xetereyê û rûbirûbûna civakeke bêparastin bi wê xetereyê re ye.
Îro zehmet e ku meriv di navbera karesatên "xwezayî" û "ji aliyê însanan ve çêkirî" de ferqî çêbike.[1] Kelîmeya "karesata xwezayî" di sala 1976an de hatibû pirsîn.[4] Hilbijartinên însanan di mîmarî, riska agir[5] û rêveberiya çavkaniyan[6] de dikarin bibin sebeba karesatên xwezayî an jî xirabtir bikin. Guherîna avhewayê tesîrê li ser wê yekê jî dike ku çiqas caran karesatên ji ber xetereyên hewayê yên dijwar çêdibin. Ew "xetereyên avhewayê" lehî, pêlên germê, şewatên daristanan, bahozên tropîkal û yên wekî wan in.
Hin tişt dikarin tesîra karesatên xwezayî girantir bikin. Meseleyên wê yekê ew in: pîvanên kêm-kalîte yên avahîsaziyê, marjînalîzekirina însanan û hilbijartinên nebaş di warê plansaziya bikaranîna axê de. Di pir welatên pêşveçûnî de xwediyê sîstemên guncaw ên kêmkirina riska karesatan nînin.[7] Ew yek wan li hember karesatên xwezayî, li gorî welatên xwedî dahata bilind, di rewşeke lawaztir de dihêle. Bûyereke neyînî tenê çaxa ku li herêmeke bi nifûseke lawaz (an jî di bin riskê de) pêk tê, dibe karesat.[8]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1 2 "Why natural disasters aren't all that natural". openDemocracy (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 tebax 2026.
- ↑ Cannon, Terry (1 kanûna paşîn 1994). "Vulnerability Analysis and The Explanation Of 'Natural' Disasters". Disasters, Development and Environment.
- ↑ "Why "natural" disasters aren't all that natural | PreventionWeb". www.preventionweb.net (bi îngilîzî). 14 îlon 2017. Roja gihiştinê 9 tebax 2026.
- ↑ "Why "natural" disasters aren't all that natural | PreventionWeb". www.preventionweb.net (bi îngilîzî). 14 îlon 2017. Roja gihiştinê 9 tebax 2026.
- ↑ DeWeerdt, Sarah (15 îlon 2020). "Humans cause almost all wildfires that threaten homes in US" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 9 tebax 2026.
- ↑ Smil, V. (18 kanûna pêşîn 1999). "China's great famine: 40 years later". BMJ. 319 (7225): 1619–1621. doi:10.1136/bmj.319.7225.1619. ISSN 0959-8138. PMC 1127087. PMID 10600969.
- ↑ Zorn, Matija (2018). Pelc, Stanko; Koderman, Miha (edîtor). Natural Disasters and Less Developed Countries. Cild 3. Cham: Springer International Publishing. rr. 59–78. doi:10.1007/978-3-319-59002-8_4. ISBN 978-3-319-59001-1.
- ↑ Alexander, David (2002). Principles of emergency planing and management. London: Terra. ISBN 978-1-903544-10-5.