Karsaz (rêxistin)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Karsaz
  • Komele Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 8 çiriya pêşîn 2000 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.karsaz.org Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

KARSAZ saziya karderên kurd li Ewropayê ye.

Komîteya rêveberiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi tevlêbûna 165 delegan, di 31 kanûna paşîn-02 sibat 200. li Almanyê bajarê Frankfûrtê Kongra 3. ya Aboriya Kurd hate lidarxistin. Biryarên di vê Kongrê de hatin standin, ji alî hemû delegan ve hatin pejirandin.

Di daxuyaniya encamê de vana cîh girtin:

  • Destûra KARSAZê kêmasiyên xwe yên naverokî henin, divê heta kongrekî din wekî pronivîs (taslak) destûreke were amade kirin,
  • Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bazirganî yên di têkiliyên endamên KARSAZê de, komîsyoneke hakemtiyê bête sazkirin,
  • Ji bo alîkariya perwerda xwendekarên rewsa wan ê aborî ne bas, di binesaziya KARSAZê de foneke bê avakirin,
  • Endamên nû têne qeydkirin û yên ji endametiyê dikevin, di kovara “DENGÊ KARSAZ” de bêne wesandin,
  • Bi desteka endaman KARSAZ bigihêje hebûnên neguhêzbar (gayrîmenkûl) û ji alî kongrê ve li komîta rêveber bê teslîm kirin.

Navenda KARSAZê ji pênc besên bingehîn Pêk tê.

Saziya navenda KARSAZ[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Dîwana Serokatiyê: Temsîla hiqûqî ya ji karûbarên KARSAZê dike û dîrekt berpirsiyar e. Kordîna fealiyetan, çavdêriya rêberiya pratîk, hev dîtinên bi biyaniyan re, rêkupêk kirina darayî, kontrola Dengê KARSAZ û malpera wê jî di nav peywirên Dîwana Serokatiyê de ne.
  2. Dayra Kordînatoriya Navendî û Hilbirîna Projeyan: Di pratîkê de, Kordîne û rêveberiya îlanên ji alî Komîta Rêveber ve tên amade kirin, ev dayre birêve dibe. Ji bo endaman proje afirandin, çareserkirina pirsgirêkên wan ê kar, di derbarê huqûqa welatê ku lê dijîn de ji wan re agahdarî dayîn, alîkariya sêwirmendî û têkiliyên di nav wan de jî, peywirên vê dayrê ne.
  3. Dayra Agahdariyên Çapemenî û Wesanê: Di derbarê xebata KARSAZê de, bi rêya çapemniyê agahdarkirina raya gistî, çalakiyên nasandina KARSAZê û rêveberiya malpera KARSAZê, wezîfeya vê dayrê ne.
  4. Sekreterya: Bi cîh anîna nivîsên di navbera endamên KARSAZê, organîza civînên KARSAZê, ragahandina biryarên Komîta Rêveber ji bo endaman, sopandina mehanatên endaman û mesandina her cure nivîsên di nav Komîta Rêveber û derve de, bi gistî xebatên di çarçova sekreteryayê de ne.
  5. Darayî: Birêkupêkkirina çûn û hatinên KARSAZê û ragahandina wan ê rayedaran, peywirên darayiyê ne.

Di navenda gistî de, 3 kesên navendî, 4 kes jî ji Komîta Navendî, bi tevahî 7 kes wek grup kar dikin. Ev kom di heman demê de bi komîsyona ku ji curbecur sektoran hatine hilbijartin û 3 kes in re xebateke hevbes dikin.

Xebatên navendiya gistî, di radeyek wisa de ye ku dikane bi zimanê kurdî, îngilîzî,elmanî û tirkî xizmetê bike. Bi alîkariya endaman di pêseroj de navenda me yê gistî, bi hîn kesên pispor, ku hakimên karê xwe ne, wê êdî xebatên bi kalîte û bi îdîayên encam standinê, wê ji endamên xwe re xizmetê bikin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]