Karyotîp

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Di nexşeya karyotîpê de kromozom wisa tên rêzkirin ko milê kin (p) ê kromozomê her tim li aliyê jorê sentromerê de, milê dirêj jî li aliyê jêrê de ye.

Wêneyên bi mikroskoba (hûrbîn) ronakî hatiyê girtin ko tê de cotên kromozoman li gor qebare, dirêjî, şêwe û cihê sentromerên xwe, ji cota dirêj ber bi cota kurt ve rêzbûyî hatiye nîşankirin, wekî karyotîp (bi înglîzî: karyotype) tê navkirin.[1][2]

Çavkaniya peyva karyotîp ji du peyvên yewnanî, “karyon” û “typos” pêk tê wateya karyon navika xaneyê ye, peyva typos jî ji bo şêwe an jî cor tê bikaranîn .[3]

Kromozomên corek zîndewerê, ji hejmar, ji qebare, ji cihê sentromerê û li gor nexşên bandên (şerîd) ser kromozomê, dikarin werin naskirin.[4]Karyotîp ji kromozomên metafazê tê çêkirin.[5] Di karyotîpa mirov de, 22 cotê kromozomên laş (bi înglîzî: autosomes) li gor qebareyên xwe, ji qebareya gir ber bi qebareya piçûk ve tên rêzkirin. Li gor vê rêzkirinê, cota kromozomên herî gir (dirêj) wekî kromozomên yekem, cota kromozomên herî piçûk (kurt) jî wekî kromozomên 22yem tên navkirin. Bi eslê xwe cota kromozomên 21em ji cota kromozomên 22yem kurttir û piçûktir e lê di destpêka xebatên ser karyotîpê de zanyar cota kromozomên 22yem wekî kromozomên herî piçûk diyar kirîbûn û karyotîpa mirov bi vî awayî dabûn nîşankirin. Ev zanyariya şaş li rûyê erdê belavê her derê bû. Gava zanyar ji şaşiya karyotîpê agahdar bûn êdî ji bo çêkirinek karyotîpek nû pir dereng bû. Ji ber ko têkiliya nexweşiya bomaweyî ya bi navê sendroma Down bi kromozoma 21em hebû, navê nexweşiyê jî wekî “trîzomî 21” (bi înglîzî: trisomy 21) hatibû lêkirin. Ji bo çêkirina karyotîpek nû divê navê nexweşiya “trîzomî 21” wekî nexweşiya “trîzomî 22” bihata guhertin. Lê guhertinek wisa dibû sedema çêbûna aloziyan, loma zanyar biryar girtin, dev ji guhertina karyotîpê berdan û biryara bikaranîna karyotîpa pêşîn dan.[4]

Bi rêbaza karyotîpê, mirov dikare ji şêweyê neasayî an jî hejmara neasayî (kêmasî an jî zêdehî) ya kromozoman agahdar bibe. Hin nexweşiyên bomaweyî bi karyotîpê tên teşxîskirin. Wekî mînak, kesên bi nexweşiya sendroma Down in, ji kromozoma 21em ne cotek lê sê kromozom lixwe digirin.[1]

Heke dema dabeşbûna xaneyê de kromozom bi boyaxa Giemsa werin boyaxkirin, hin beşên kromozomê ko bi nukleotîdên Adenîn- Tîmîn dewlemend in, boyaxê hê pirtir dimijînin, ev beşên kromozomê tarî xuya dibe. Beşên din ên kromozomê jî kêmtir boyax dimijînîn, loma piçek ronî xuya dibin. Li gor asta mijîna boyaxa Giemsa, li ser kromozoman de bandên (şerîd) tarî û ronî peyda dibin. Ji ber ko hejmar û rêza nukleotîdên kromozomên zîndewerê taybet e ji bo cora zîndewerê, rêz û şeweyê van bandên li ser kromozoman de peyda dibin jî taybet e ji bo cora zîndewerê.

Bandên Giemsa ji bo pênasîna kromozomên neasayî tên bikaranîn.[6]Karyotîpa mirov bi gelemperî ji xaneyên xwînê, ji xirokên spî tê bidestxistin.[7]

Beşên kromozomê yên ji herdu aliyên sentromerê dirêj dibin, wekî “mil” (bi înglîzî: arm) tên navkirin. Milên kromozoman, li gor cihê sentromerê wekî milên kurt an jî milên dirêj tên navkirin. Milê piçûk (kurt) bi tîpa “p” tê nîşankirin (bi înglîzî petite = piçûk). Ji ber ko di alfabeyê de li pey tîpa “p”, tîpa “q” tê, milê dirêj jî bi tîpa “q” tê nîşankirin.[4]

Di nexşeya karyotîpê de kromozom wisa tên rêzkirin ko milê kin (p) ê kromozomê her tim li aliyê jorê sentromerê de, milê dirêj jî li aliyê jêrê de ye.

Karyotîpa her corê zîndewer taybet e û ji corek din cuda ye. Ango karyotîpa mirov û ya hespê ne wekhev e. Herwisa karyotîpa mê û nêrên hemû corê jî ji hevdu pîçek cuda ye. Di karyotîpa mirovên mê û nêr ên asayî de, divê laşekromozomên mêyê û laşekromozomên nêrê wekhev bin. Lê kromozomên zayendê ji hev cuda ne. Karyotîpa mêya asayî de divê cotek ji kromozomên X hebe (XX), lê karyotîpa nêrê asayî de dive kromozomên zayendê wekî XY bin.[8]

Rêbaza karyotîpê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Karyotîpa mîrovê nêr (44+ XY)

Xaneyên ji bo bidestxistina karyotîpê bi madeyên taybet tên hankirn ko dabeş bibin. Xane di hawirek guncav de tên çandin. Di cihê çandinê de xane di nav çend rojan de gir dibin û dabeş dibin..[9]

Paşê, madeyek bi navê kolçisîn (bi înglîzî: colchicine) tevlê hawira çandinê dikin ko rîsên teşî (bi înglîzî: spindle fiberes) hilweşin û dabeşbûna xaneyan di qonaxa metafazê de were rawestandin.[10]

Şilemenî (xane + xurek + kolçisîn) tê santrîfujkirin xane di bin lûleya ezmûnê de berhev dibin. Xane ji lûleya ezmûnê tên tovkrin û ji bo demek di nav şorava potasyum klorur (KCl) a 0.075 molar de tên hîştin.[11] Ev Hawir ji bo xaneyan hawirek hîpotonîk (bi înglîzî: hypotonic) e, loma xane piçek diwerimin û ji hev dûr dikevin[5], herwisa kromozomên nav xaneyê jî piçek ji hev cihê dibin.

Trîpsîn tevlê hawirdora xaneyan dikin ko hin proteînên kromomozmê têk bişkên.

Ji bo pişkinîna kromozoman, hinek nimûneyê xaneyan datînin ser cama slaydê (bi înglîzî: microscope slide)

Boyaxa Giemsa li ser xaneyan tê dilopkirin û xane bi mîkroskoba ronakî tê pişkinîn.[12] Bi bandora Giemsa hin beşên kromozoman tarî hin beş jî bi şerîdên ronî xuya dibin. Hejmar û şêweyê şerîdên tarî û ronî yên kromozoman taybet e ji bo cora zîndewerê.

Karyotîpa kesên bi sendroma Down, ji 47 kromozoman pêk tê. (45+XY an jî 45+XX)

Dîmenên kromozomên xaneyê di bin mîkroskobê de bi awayekî zelal xuya dibin. Wêneyên kromozoman tê kişandin.

Wêneyên cotên kromozoman, li gor qebare û şêweyên xwe tên rêzkirin.[9]

Cotên kromozoman ji cotên dirêj (an jî cotên gir) ber bi cotên kurt (an jî cotên hûr) tên rêzkirin, bi vî awayê karyotîpa zindewerê tê bidestxistin.[10]

Li dij egera hin nexweşiyên bomaweyî, bi rêbaza amniosentez (bi înglîzî: amniocentesis), di mehên destpêkê ya ducaniyê de, ji şileya seravê nimûne tê girtin. Xaneyên ji çermê korpeleyê weşiyane di nav şileya seravê de cih digirin, loma di nav şileyê de xaneyên korpeleyê jî tê bidestxistin û ji bo karyotîpa korpeleyê tên bikaranîn. Neasayîbûna hêjmar an jî şeweyê kromozoman, nîşana nexweşiya bomaweyî ne. Wekî mînak nexweşiyên wekî trîzomiy 21 (sendroma Down), an jî sendroma Klinefelter (Klinefelter syndrome) di karyotîpê de bi awayekî bêşik aşîkar dibin. Hin caran di 10 heta 12 hefteyên destpêka ducaniyê de, rasterast ji memîleyên koryonî (bi înglîzî: chorionic villus) nimûneya şaneyê tê girtin. Heke di karyotîpê de hebûna nexweşiyên bomaweyî were piştraskirin, dibe ko ji bo jiberbirinê (bi înglîzî: abortion) biryar were dayin.[13]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b Parker, N., Schneegurt, M., Tu, A. T., Forster, B. M., & Lister, P. (2016). Microbiology. Houston, Texas: Rice University.
  2. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  3. ^ Harper, Douglas. “Etymology of karyotype.” Online Etymology Dictionary, [1]. Accessed 11 December, 2022.
  4. ^ a b c Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  5. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ Cell biology and histology / Leslie P. Gartner, James L. Hiatt, Judy M. Strum. — 6th ed.
  7. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  8. ^ Hartl, D. L., & Jones, E. W. (1998). Genetics: Principles and analysis. Sudbury, MA: Jones and Bartlett. ISBN 0-7637-0489-X
  9. ^ a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  10. ^ a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  11. ^ Howe B, Umrigar A, Tsien F. Chromosome preparation from cultured cells. J Vis Exp. 2014 Jan 28;(83):e50203. doi: 10.3791/50203. PMID: 24513647; PMCID: PMC4091199.
  12. ^ Howe B, Umrigar A, Tsien F. Chromosome preparation from cultured cells. J Vis Exp. 2014 Jan 28;(83):e50203. doi: 10.3791/50203. PMID: 24513647; PMCID: PMC4091199.
  13. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.