Kawîs Axa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Kawîs Axa dengbêjê bi nav û deng bû. Bi navê xwe ê rastî Kawês Axa Ehmed Cemîl Kanebî yê Herkî ye. di sala 1889an de li zozana Carcelî a êla Herkiyan ji dayika xwe dibe. Navê bavê wî Ehmed Cemile Herkî ye û ji binemala Malebî a êla Herkiyan e. Navê dayika wî jî Leyla ye. Êla wan zivistanan ji zozanan dadiketin, deştên rojhilata Mûsilê û li gundê Şêxan nîştecîh dibûn. Wê dema Kawîs Axa 10 salî bû, bavê wî koça dawiyê kir. Wê demê birayekî wî ê piçûktir hebû. Navê wî jî Kino bû. Kawîs Axa, mirovekî tat bû. Lê wê wexta stran digot, tatbûna wî qet diyar nedibû. Tatbûna wî ji dayikbûna wî ve nebû. Li gor gotina wî, di ciwaniya xwe de zivistanê bi hespê diçe aşî û di rê de ji hespê ketiye û di nav berfê de bi seatan maye û ji vê bûyerê şûnda jî tat bûye. Deştên kesk, çiyayên bilind û bi mij û moran, dîmenên sûlav û rûbar û kanîyan, dengê şalîl û bilbil û kewan, Siriştê bedew ê Kurdistanê bi giştî gelek bandor li hest û rewanê Kawîs Axa kirî ye, ev yek di dengbêjîyên wî de aşkira ye. Li rêkefta 13 gulan a sala 1916'an, ji egera cenga cîhanî a yekem û dagîrkirina Rewandizê ji bal Ingilîzan ve, gelek xelk derbider dibe û berê xwe dide Şeqlaweyê û li wê derê dimîn e. Kawîs Axa jî bi malbata Hecî Nevroz re, berê xwe dide Şeqlaweyê û li wê derê nîştecî dibe. Piştre Hecî Nevroz bi firmana Osmanîyan dibe birêveberê nahyeya Şeqlaweyê, ew jî Kawîs Axa dike firmanber li ser fêqî, dexlûdan û berûbomê Osmanîyan ko ji xelkê Şeqlaweyê xirve dikir. Her li Şeqlaweyê Amîneya Mihemed Şerîf mare dike û pêre dizewce. Piştre çar zarûyên wan çêdibin bi navên Ehmed, Mihemed, Evdila û Cemîl. Carekê Kawîs Axa bi Ehmed Îsmaîl Beg re berê xwe dide Pîrmamê da serî li xizm û kesûkarên xwe bide, lê di rê de hest bi êş û nexweşîyê dike, loma ji Ehmed Îsmaîl Beg dixwaz e ko veger in, piştre vedigerin Şeqlaweyê lê tendiristîya wî hêj xerabtir dibe. Piştî demeke kêm li naverasta meha Şibata sala 1936'an di rojeke çarşenbî de canê xwe ji dest dide, pişte li goristana Hirşim dihê veşart in.

Ev hinek ji lawjeyên Kawîs Axa ne; Şêx Mehmûd, Îsmaîl Axa, Şorrişa Duyem a Barzan, Mîr Binco, Bavê Evdilkerîm û Nayîf, Gelyê Kaşxanê, Şerê Tirk û Yewnan, Babê Silê, Xalidê Rizko, Evdilmecîd, Se'dûnê Niho, Avdelê Îsa, Hisnî Walikî, Mîro, Lolo Siwaro û Elî Sed Car Li Min Elî.

Ev jî hinek ji miqamên eşq û evînî ên Kawîs Axa ne; Yayo, De Herê, Erebî, Dilber, Lawiko, Yar Kundo, Dotmam, Bêrîvanê, Delal, Te Zanî, Zalimê, Yarê, Bîlmez, Gewrê, Esmer, Sewdalî, Mêvano, Segvano, Lawikê Simûqî, Genc Xelîl.

Niha li Şeqlaweyê dibistanek bi navê Kawîs Axa hatîye kirin ye û peykerek wî jî li navenda bajar hatîye danîn.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)