Keçelokê Pîrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Keçelokê Pîrê lehengekî çîrokên Kurdan e. Mixabin Tirkan bi navê "Keloglan" xwedî lê derketine û hemî çîrokên Kurdî wergerandine zimanê Tirkî.

Keçelokê Pîrê kesekê xizan, keçel û bi henek(qerf) e. Bi pîra diya xwe re dijî. Kesekê nebihêrs, bi ken û şahî ye. Dilê wî her dem dikeve keçên keyan. Key keçên xwe serî de nadinê, gelek şertan datînin ber. Lê Keçelokê Pîrê ticarî ji ser kevirên xwezgîniyê yên li derên koşkan ranabe. Bi ya xwe dike û bi keçên keyan re dizewice. Keçelokê Pîrê bi zîrekî, nebihêrsbûn û qeşmeriya xwe karê xwe birêvedibe.