Kebab

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kebab
كَبَاب‎ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Grilled skewer Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Kebab

Kebab coreyekê goştê brajtî ye ko li piraniya welatên Rojhilata Navîn dihêt xwarin. Seva hindê ko gelên Rojhilata Navîn kebabê dixwerin, goştê ko zêdetirî her goştekê dî jibo kebaban dihên bikaranîn goştê pezî û gareşan in. Carina goştê masî û mirîşkê jî jibo kebabê dihêt bikaranîn.

Navê kebabê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Baweriya giştî ew e ko peyva kebab ji zimanê kurdî û farisî hatiye. Lê ereb û tirk û bi rêya wan jî piraniya xelkê cîhanê vê peyvê bikar diînin. Di zimanê kurdî û farisî da, ko zimanên kok jibo peyvê ne, kebab tenê jibo wî goştê birajtî dihêt bikaranîn ko berî birajtinê hat bit kutan an qîmekirin. Lê di zimanên tirkî û erebî da, ev peyv jibo goştê ko hema bi sadeyî û wekî pişkên goştê sax dihêt birajtin jî bikar dihêt. Ev bikaranîna peyva kebabê jibo goştê nekutayî an neqîmekirî nemaze wekî şîşkebab dihêt bikaranîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]