Kelênên laşê mirov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pênc kelênên serekî yê laşê mirov

Kelên, valahî, kilor, boşayî an jî kortik (bi îngilîzî: cavity) navê malikên hundirê laş e ko mêvandariya endamên laş dike.

Peyva valahî an jî boşayî ji bo tişt an jî cihên vala tê bikaranîn, lê bi eslê xwe kelênên laşê mirov ne cihên vala ne, bi endam û şaneyan tijî ne. Kelên endamên laş diparêze û cihê wan di nav laş de sabît dike. Kelên li gor hestiyên derdora wan an jî endamên nava wan tên navkirin[1]. Di nav laşê mirov de du kelênên diyarkirî heye. Kelêna piştê û kelêna pêşî du kelênên herî gir û herî fireh in di laşê mirov de[2]. Ev herdu kelên jî kelênên hîn piçûktir lixwe digirin[3], loma em dikarin bibêjin ko di laşê mirov de pênc kelênên serekî heye[4].

Kelên û perdeyên laşê mirov
Navê kelênê Endamên tê de Perde an jî betanên pê dapoşî
Kelêna piştê Kiloxekelên Demax Perdeyên mejî
Dirkekelên Dirkepetik Perdeyên mejî
Kelêna peşî Sîngekelên Dil, Pişik Perdeya dil (perîkardiyum), Perdeya pilûr
Zikekelên Endamên herisê, Spil, Gurçik Perîton
Hawzekelên Mîzdank, Endamên zaûzê Perîton

Kelêna piştê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kelêna piştê (bi îngilîzî: dorsal cavity) beşa kiloxekelênê lixwe digire[3]. Kiloxekelên bi hestiyên kilox dorpêçî ye demax di nav kiloxekelên de cih digire. Beşa duyema kelêna piştê, dirkekelên e. Dirkekelên di nav hestiyên birrbirre de cih digire. Dirkepetik di nav dirkekelênê de ye. Kiloxekelên û dirkekelên bi perdeyên mejî dapoşî ne.

Kelêna pêşî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kelêna pêşî (bi îngilîzî: ventral cavity), sîngekelên, zikekelên û hewzekelênê lixwe digire. Kelêna pêşî firehbûn û tengbûna endaman hêsan dike. Wekî mînak; pişik, gede, mîzdank bi awayek serbest dikarin fireh bibin an jî teng bibin bê ko tu ziyan bigihîje endam û şaneyên der dora wan[5].Sîngeklên bi hestiyên parsû dorgirtiye. Pişik, dil û soriçik di nav sîngekelênê de cih digirin[6]. Herwiha sîngekelên, lûleyên xwînê û beşek ji koendama lîmfê jî lixwe digire[7].Navpençik sîngekelênê ji zikekelênê cihê dike[8]. Pirraniya zikekelênê jî wekî mîna sîngekelenê, bi hestiyên parsû dorpêçî ye. Gede, rûvî, kezeb, kîsikê zeravê, gûrçik, borrimîz û pankreas endamên nav zikekelênê ne. Rûyê zikekelênê bi perdeya perîtonê (bi îngilîzî: peritoneum) dapoşî ye. Hewzekelên endamên zaûzê, mîzdank, û tortorikê li nav xwe digire.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  2. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  4. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  5. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  6. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  7. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  8. ^ Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.