Kela Dêra Metînan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Keleya Dêra Metînan bi qasî 20 km li bakurê rojavayê Dêrika Çiyayê Mazî ye û gundê ku Kele lê ye bi Şermixê ve girêdayî ye. Kele di dewra Bîzansiyan de, li ser girekî ku bilindahiya wî li dor 150 m ye, hatiye ava kirin. Kesên ku ev Keleya çêkiribûn, rêya karwanan jî xistibûn bin kontrola xwe. Nêrîngeha Keleyê li ser 8 bircan hatiye çêkirin. Hew deriyakî wê heye û ew jî li bakur dinêre û derî li ser rasta meydana keleyê ye.

Di hundirê keleyê de sarîncên avê, embarên zexîreyê û avahiyên xerabe henin. Bilindahiya nêrîngehê 20 m, ya bircan 15 m û ya bedenê jî 10 m ye. Kele û avahiyên hundirê wê di rewşeke xerabdenin.