Kela Kurdan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dîmenek ji Kelheya Kurdan

Kela Kurdan, (bi erebî:حصن الأكراد lat, Ḥiṣn al-Akrād) keleheke li Sûriyê û yek ji kelheyên herî parastiyê serdema navînê li cîhanê ye. Kelhe cara yekem di sedsala 11an de ji aliyê hêzên leşkerî yên kurd ên ku ji aliyê Mirdasiyan ve li wir hatine bicihkirin, hatiye zeftkirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî dîroknasê Ereb a sedsala 13an Îbn Şedad, di sala 1031an de, mîrê Mîrdasiyan ên Heleb û Humsê Şibled-Dewle Nasr, li cihê kelehê ji eşîrên Kurd re rûniştgehek ava kir ku di wê demê bi navê wargehê Ḥiṣn el-Safḥ bû. Piştî ku wan Hisn Ibn Akkar di sala 1029an de ji Fatimiyan winda kir.[1] Nasr Hisn al-Safh vegerand ku alîkariya Mîrdasiyan bike ku ji nû ve xwe bigihîjin beravên Trablusê. Ji ber ku Nasr ji leşkerên kurd re li wê derê kom kiribû, keleh bi navê Ḥiṣn al-Akrād (Kela Kurdan) hatiye binavkirin.[1] Keleh ji aliyê stratejîk ve li kêleka başûrê çiyayê Cibel el-Alawiyin bû û li ser rêya di navbera Hums û Trablusê de serdest bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. a b "Krak des Chevaliers". Wikipedia (bi îngilîzî). 1 hezîran 2022.