Here naverokê

Kelepûra Cîhanê ya UNESCO

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kelepora Cîhanê ya UNESCO hat beralîkirin)
Kelepûra Cîhanê ya UNESCO
  • Heritage designation
  • conservation designation Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Kelepûra Cîhanê ya UNESCO
Pêk tê ji
  • World Heritage Site id
  • World Heritage Convention
  • Q2144255
  • natural heritage Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwhc.unesco.org/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Alayê ligel logoya Kelepûra Cîhanê yê UNESCO

Kelepûra Cîhanê ya UNESCO an jî Şûnên Kelepûra Çandî yên Cîhanê ya UNESCO, ev şûnên ku ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî, (UNESCO) ve wek Kelepûra Cîhanê tên parastin. Li gorî lîsteya UNESCOyê ya tîrmeha 2021ê, 1154 şûnên parastî li 167 welatan hene. Ji wan, 897 şûnên çandî, 218 şûnên xwezayî û 39 ji wan him şûnên çandî û him jî şûnên siruştî ne.[1]

Ramana parastina şûnên Kelepûra Cîhanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ramana parastina Kelepûra Cîhanê ji sedsala 18an û vir de dihere jî, ew ji hêla UNESCOyê ve di sala 1954an de hatiye saloxdan:

„Damage to cultural property, belonging to any people whatsoever, means damage to the cultural heritage of all mankind, since each person makes its contribution to the culture of the world.“

Wergera bi kurdî

„Her zerara ku tê ser milkekî çandî, ne girîng e aîdî kîjan gelî be, tê maneyê zerareke mîratê dinyayê yê aîdî mirovatiyê ye, çimkî her gel bi tevkiriyê xwe li mîratê dinyayê serzêdeyiyê dike“

Her sal komîteya mîratên dinyayê yê UNESCO di hezîranê de dicive û biryarên bo mîratên nû yên wan parastin nîşan dike.

Krîterên bijartinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta 2004an, şeş krîter ji bo mîrata çandî û çar jî ji bo mîrata xwezayî hebûn. Ev di 2005an de hatiye guhartin ku niha deh krîter hene. Divê şûnên werin bijartin xwedî "nirxeke gerdûnî ya berbiçav" bin û bi kêmî ve yek ji van deh krîteran bi cih bînin:[2]

Krîterên çandî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. "Şûneke ku şahesereke aferindêriya mirovahiyê nîşan dide"
  2. "Şûneke bo herêmekê dinyayê, bo pêşketinên di teknolojî, avahiyê de bandorekê mezin ber dayî."
  3. "Şûneke ku bêkêmasî an şahane kevneşopeke aborî an aboriyêkê ku winda bûyî nîşan dike."
  4. "Şûneke ku şimşatê avahî, mîmarî, an teknolojiyê serdemekê an serdemên dinyayê temsîl dike."
  5. "Şûneke ku neştiyê mirovahî an werzeyê serdemekê dinyayêyê derbaz bûyî nîşan dike û bi raborînê demê re ew taybetiya xwe winda kirî."
  6. "Şûneke ku bêgengeşî û eşkera bûyer, şimşatê jiyanê, ramanên olî, hunerî û lîteratûrî bimane."

Krîterên xwezayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. "Şûneke ku rindiyê xweza an herêmekê, an êstetîkê derekê nîşan dike."
  2. "Şûneke ku bêkêmasî gavên çaxên dinyayê, guherînê jiyanê, prosesên jeolojîk, guherînên jeomorfolojîk nîşan dide."
  3. "Şûneke ku bi şimşatekê şahane guherîn û prosesên okolojîk, bîolojîk û guherînên welat, av, berav, derya, ajelan an gil û giyan nîşan dide."
  4. "Şûneke ku têvaliyê bîolojîkê erdê û herêmekê nîşan dide û celebên êdî tehlîkayê winda bûnê îhtîva dikin û bo dinyayê bimane."

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "World Heritage List (ordered by region)" (bi îngilîzî). UNESCO World Heritage Centre. Ji orîjînalê di 5 tîrmeh 2020 de hat arşîvkirin.
  2. ^ "Criteria for Selection" (bi îngilîzî). UNESCO World Heritage Centre. Ji orîjînalê di 12 hezîran 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2006.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]