Kemal Fewzî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Kemal Fewzî (* 1891 li Xîzan, Bedlîs - † 27'ê gulanê 1925, Mizgefta Bilind, Amed) nivîskar, helbestvan û yek ji têkoşerên doza azadiya Kurdistanê bû. Bi tevahî hevalên xwe ji aliyê Komara Tirkiyê ve hatiye darde kirin.

Li Stenbolê, di dibistana leşkerî de dixwîne. Di şerê Balkanan de giran birîndar dibe. Bi derketina Îttîhat ve Terrakî (komaleke nîjadperest e û bi hilweşîna Osmanîyan li welatekê ji bo Tirkan digere) ew jî tevlî ramyariye dibe û doza gelê Kurd bilêv dike.

Di nava refên Kürdistan Tealî Cemiyeti (Rêxistina bipêşxistina doza Kurdistanê) de têdikoşe. Bi şikestina serhildana Şêx Seîd û dest pê kirina komkujiya Kurdan ji aliyê dûgela Tirk ve, ew jî dîl tê girtin. Di zîndanê de bi rojan êşkence dibîne. Bi fermana Mustafa Kemal Atatürk berdariya wî tê derengxistin ku ew bêhtir êşkenceyê bibîne. Fewzî, gorî rojnameya Tirk a wê demê Vakit ê, berxwedaneke mezin dide û di dadgehê de berevaniyeke dîrokî dike.

Kemal Fewzî bi tevahî têkoşerên navdar ê wê demê Bavê Tûjo, Hecî Axtî, Seyîd Evdilqadir û Mihemed Tofîq li mizgefta mezin a Amedê tên xeniqandin.

Gotina Fewzî ya dawî (li ber sêpiya mirinê)[biguherîne]

...Kurdistan wek bihûşt e û ya me ye. Xwediyê malê em in. Kê çi dibêje bila bêje, em ê dîsa têkevin hundir. Tu hêzek nikare li hember vê yekê bibe asteng, lewra ew yê me ye...