Kemal Pir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kemal Pîr hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Kemal Pir

Kemal Pir (z. 1952, li Güzeloluk, Torul, Gümüşhaneyê − m. 7'ê îlona 1982, li Amedê) yek ji damezirinerên Partiya Karkerên Kurdistanê bû.

Kemal Pir di sala 1952'an de li gundê Güzeloluka Torulê yê navçeya Gümüşhaneyê hate dinê. Dibistana lîseyê li Samsunê qedand, paşê di sala 1970'î de li Enqerê derbasî Fakûlteya Dîrok-Cografya û Ziman bû. Di yekemîn koma navendî ya PKKê cîh girt. Di sala 1977'an de li Enqerê hate binçavkirin û paşê hate girtin. Li girtîgeha Ordu-Ulubeyê di payîza 1977'an de firar kir û ji dîsa hate girtin. Lê belê li girtîgeha Rihayê dîsa firar kir. Di sala 1980'î de dema ku dîsa hate girtin, di îşkenceyên mezin re hate derbaskirin û piştî lêpirsînê ew şandin girtîgeha leşkerî ya Amedê.

Kemal Pir, li girtîgeha leşkerî ya Amedê, ji bo protestokirina zext û zoriyan di rojiya mirinê de ku roja 14'ê tîrmeha 1982'an de destpêkiribû, di 52'emîn roja rojiya mirinê, ango di 7'ê îlona 1982'an de jiyana xwe ji dest da.

Girêdanên derve[biguherîne]