Kemal Seydo
Xuyakirin
Kemal Seydo wênegir û derhênerekî kurd bû ku di 1939an de li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.[1]
Ew di temenekî ciwan de tevlî karê siyasî û kurdayetiyê bû û di 1959an de tevî Osman Sebrî û Nûredîn Zaza li Şamê hatiye girtin.[1]
Piştre di 1961ê de koçî Almanyayê kir û li wir beşa fîlm û hunera kamerayê xwend û yek ji kameramanên pêşîn ên kurd bû. Seydo 35 salan ji bo kanala televîzyonê ya almanî Westdeutscher Rundfunk (WDR) xebitî.[1]
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Seydo di 1ê îlona 2025an de li bajarê Warendorfê li Almanyayê di jiyê 86 saliyê de mir.[1]