Kemançe (komstêr)
Kemançe komstêreka di nîvkada bakura ezmên de ye. Ew komstêreka biçûk e, lê ji ber ku stêra Vega têde ye dîtina wê di şevên havînê û payîzê hêsan e. Stêra Vega ji nêrevana bakur şûnde duyem geştirîn stêra di nîvkada bakur de û pêncem geştirîn stêra di ezmana şev de ye. Di navbera stêra şîlyaq (Beta Kemançe) û Sûlefat (γ Kemançe) de yek ji cismên Messier Nebûloza Xelekê(M57) heye.
Stêra Vega, geştirîn stêra komstêrê, Deneb, ya di komstêra Qû de û Teyr, ya di komstêra Qertel de ve Sêgoşeya havînê pêk tîne.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ew yek ji 48 komstêrên Batlamyûs qalê kirî ye. Ew di demên kevin de wek çûkan, bi pirranî wek Qertelî cilê, dihat neqş kirin. Ew Qû û Qertelê ve di mîtolojiya Yewnanî de wek çûkên Stymphalian dihatin nav kirin.
Di stêrnasiya Erebî de wek Qertela li nêçîra xwe dipiçike (el-nesr el-waqî) dihat bi nav kirin. Stêra Vega jî navê xwe ji vê navkirinê helgirtiye.
Nav | Qedra Zahîrî | Dûrî (Salên Roniyê) |
---|---|---|
Vega | 0.03 | 25.3 |
Sûlefat | 3.24 | 635 |
Şîlyaq | 3.25-4.36 | 882 |
Elezfar | 4.43 | 1042 |
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |