Here naverokê

Kendava Îzmîrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kendava Îzmîrê
38°29′Bk 26°49′Rh / 38.48°Bk 26.82°Rh / 38.48; 26.82
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Pêk tê ji
  • Gülbahçe Bay
  • Çakalburnu Lagoon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kendava Îzmîrê (tirkî: İzmir körfezi, yewnanî: Κόλπος της Σμύρνης, Kólpos tis Smírnis), kendaveke ku berê wekî kendava Smîrnayê dihate zanîn. Kendav li ser peravê Deryaya Egeyê ye ku kendav di navbera nîvgirava Karaburunê û navçeya Foçayê de ye ku dirêjahiya kendavê 64 kîlomêtre û firehiya kendavê 32 kîlomêtre ye.[1] Bendera Îzmîrê li ser vê kendavê ye ku yek ji bênderên serekeyê li ser Deryaya Egeyê ye.

Kendava Îzmîrê ji dûrahiya 13 mîlên deryayî di navbera pozikê Kanlikayayê ku li nîvgirava Karaburunê ye û pozikê Aslanê li navçeya Foçayê ye, dest pê dike.[2] Kendav ji aliyê awayê ji sê beşan pêk hatiye. Beşa yekem ku wekê kendava hundirîn hatiye binavkirin, di navbera navçeyên Çiğli û Balçovayê de ye. Beşa duyem ku wekê kendava kevin hatiye binavkirin di navbera navçeyên Çiğli û Güzelbahçeyê de ye û beşa sêyem jî kendava derve ye ku li rojavayê van beşên kendavê dimîne.[2]

Girava Uzunadayê girava herî mezin ê kendava Îzmîrê ye. Giravên din ên sereke yên li kendavê girava Hekim û girava Karantinayê ne. Giravên Çiçekê ku ji çar girav û ji du zinaran pêk tên, li perava navçeya Urlayê ne. Giravên li navçeya Foçayê ku li peravên Foçayê ne, ji neh girav û keviran pêk tên ku girava herî mezin girava Orakê ye. Girava Büyükadayê yek ji çend giravên ku li ser peravên nîvgirava Karaburunê ye.

Kendava Îzmîrê di serdema jeolojîk a Kuaternarê de ava bûye.[1] Geliyê kendavê ya ber bi rojhilat û rojava ve ji ber şikestina xetên şikestekê pêk hatiye.[1] Di sala 2016an de çar xetên şikestinên nû li kendavê hatine dîtin.[3]

  1. ^ a b c "(PDF) Herêmên parastî yên deryayî û peravî yên Kendava Îzmîrê". ResearchGate (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 îlon 2025.
  2. ^ a b Tekeli, İlhan. Stratejiya sêwiranê ji bo xurtkirina têkiliya niştecihên Îzmîrê bi deryayê re (PROJEYA ÎZMÎR-DERYAYÊ).
  3. ^ "Çar xetên şikestekên ku li Kendava Îzmîrê nû hatine dîtin pisporan xistiye nav fikaran". www.egepostasi.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 20 îlon 2025.