Kendava Bodyayê
Kendava Bodyayê | |
|---|---|
| 70°40′Bk 91°00′Ra / 70.67°Bk 91°Ra | |
| Dewlet | Kanada |
| Li beşa îdarî | |
| Dirêjbûn | 300 km |
| Pêk tê ji | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Kendava Bodyayê (bi îngilîzî: Gulf of Boothia) girseyeke ava kendavî yê li Nunavut, Kanada ye. Ji aliyê îdarî ve kendav di navbera herêma Kitikmeotê li rojava û herêma Qikiqtaalukê li rojhilat de hatiye dabeş kirin. Kendava Bodyayê li bakur bi kendava Prince Regent re dibe yek ku her du bi hev re kendavek pêk tînin ku navên kendavan ji bo beşên kendavê cuda ne. Li dawîya başûr kendava Komîteyayê heye ku li bakurê rojavayê kendavê nîvgirava Simpson û kendava Peliyê hene.[1] Li aliyê rojavayê kendavê li 70°18′N 91°42′W, li bakurê kendava Peliyê û kendava Thomê, kendava Edenê heye divê ev kendav bi kendaveke bi heman navî ya li herêma Qikiqtaalukê neyê tevlihevkirin.[2]
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Kendav li rojhilat bi girava Bafînê û nîvgirava Melville, li başûr ve bi perava Nunavutê, li rojava bi nîvgirava Bodyayê û bi girava Somersetê ve hatiye sinor e û ji bakur ve bi rêya kendava Prince Regent bi Lancaster Soundê ve girêdayî ye. Li peravê, kendav ji çend kendavokan pêk tê. Li herêma navendî ya rojhilat, kendav bi rêya Tengavên Fury û Hecla bi hewza Foxe ve hatiye girêdan. Nêzîkî peravên girava Baffînê, kendav bi kendavên Bernier û Aguyê re hatiye girêdan. Li peravên nîvgirava Melville, bi kendava Garry re hatiye girêdan. Çend giravên sereke yên ku li vir bilind bûne girava Prens Frederick û girava Harrison in. Girava Walesê jî li kendava Komîteyê ye.
Ev kendav bi navê karsazê Îngilîz Felix Booth hatiye binavkirin ku rêwîtiya kişfê ya John Ross (1829-33) ji bo lêgerîna rêya bakurê rojava fînanse kiriye.[3]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1822an de, hinek ji kesên William Edward Parry kendavê dîtine ku bi peya li ser qeşayên tengava Fury û Hecla yê çûne. Di sala 1829an de, John Ross ketiye hundirê kendavê ku çar salan tê de cemedgirtî maye û wî navê Sir Felix Boothê li kendavê kiribû. Dawîya ya başûr ê kendavê di salên 1846-1847an de ji hêla John Rae ve hatiye dîtin ku ji başûr bi rêya bejahiyê gihîştiye wir.[4]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Government of Canada, Natural Resources Canada. "Place names - Gulf of Boothia". geonames.nrcan.gc.ca. Roja gihiştinê 28 adar 2026.
- ^ Government of Canada, Natural Resources Canada. "Place names - Eden Bay". geonames.nrcan.gc.ca. Roja gihiştinê 28 adar 2026.
- ^ Morton, Anne (2004). "Book Review: Fury Beach: The Four-Year Odyssey of Captain John Ross and the Victory". International Journal of Maritime History. 16 (1): 284–285. doi:10.1177/084387140401600166. ISSN 0843-8714.
- ^ "Gulf of Boothia". www.thecanadianencyclopedia.ca (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 adar 2026.