Kendava Fonseca
Kendava Fonseca | |
|---|---|
| 13°06′45″Bk 87°35′38″Ra / 13.11257°Bk 87.593926°Ra | |
| Dewlet | Hondûras, Nîkaragua, El Salvador |
| Li beşa îdarî | |
| Pêk tê ji | |
| Rûerd | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Kendava Fonseca (bilêvkirina spanî: [fonˈse.ka], bi spanî: Golfo de Fonseca) kendavek e li Amerîkaya Navîn û beşek ji Okyanûsa Pasîfîk e. Sinorê kendavê bi El Salvador, Honduras û Nîkaraguayê re heye ku ava kendavê di navbera her sê welatan de hatiye parvekirin.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kendava Fonseca di sala 1522an de ji aliyê gerokên ewropî, Gil González de Ávila ve hatiye dîtin û ji aliyê wî ve bi navê metranê katolîk Juan Fonseca ku dijminekî bêrehm ê Kolumbus bû, hatiye binavkirin.[1]
Di sala 1849an de E. G. Squier peymanek ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îmze kiriye ku qenalek ji deryaya Karîbê heta kendavê di nav Hondurasê re ava bike. Frederick Chatfield, fermandarê brîtanî li Amerîkaya Navîn ku ditirsiya ku hebûna amerîkî li Hondurasê dê perava Mosquito a brîtanî bêîstîqrar bike û fîloya xwe şandiye ku girava El Tigre ya li ber deriyê kendavê dagir bike. Lêbelê demek kurt piştî vê yekê, Squier xwestiye ku brîtanî derkevin, ji ber ku wî dagirkirinê pêşbînî kiribû û danûstandin kiribû ku girav demkî bikeve destê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Chatfield tenê dikarîbû guh bide gotinan.
Her sê welat ên Honduras, El Salvador û Nîkaragua ku peravên wan li seranserê kendavê ne, di warê mafên xwe yên li ser kendavê û li ser giravên kendavê di nav nakokiyeke dirêj de ne.
Di sala 1917an de ji ber nakokiyeke di navbera El Salvador û Nîkaraguayê de derketiye holê dadgeha dadê ya Amerîkaya Navîn di dozekê de ku wekî doza Fonseca tê zanîn, biryarek daye. Nîkaraguayê tevlî peymana Bryan-Chamorro bibû ku beşek ji kendavê ji bo avakirina baregeheke deryayî dabû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. El Salvador îdia kiriye ku ev yek mafê wan ê xwedîtiya hevpar ê li kendavê binpê dike. Dadgehê aliyê El Salvador girtiye lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê biryar da ku biryarê paşguh bike.[2]
Aloziyên navneteweyî yên li ser kendavê ji aliyê erka ONUCA ya Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1989an de dest pê kiriye û di nav wan de behsa taybetî ya kendavê jî hebû. Wek mînak, ji ber ku xwezaya erdê li herêmê bandora cihên çavdêriyê yên statîk bi sinor dikir, hatiye nirxandin ku encamên çêtirîn bi avakirina tîmên çavdêrên mobîl werin bidestxistin ku bi rê, bi helîkopter û li kendava Fonseca û avên nêzîk, bi keştiyên dewriyeyê û keştiyên bilez dewriyeyên birêkûpêk pêk bînin.[3]
Di sala 1992an de komeke dadgeha navneteweyî ya dadê (ICJ) li ser nakokiya erd, girav û sinorên deryayî biryar daye ku nakokiya kendavê jî beşek ji wê bû.[4] ICJ biryar daye ku El Salvador, Honduras û Nîkaragua kontrola Kendava Fonseca parve bikin. Giravên Meanguera û Meanguerita radestê El Salvadorê kiriye û di heman demê de girava El Tigre jî radestê Hondurasê kiriye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Chisholm, Hugh, (22 Feb. 1866–29 Sept. 1924), Editor of the Encyclopædia Britannica (10th, 11th and 12th editions)". Who Was Who. Oxford University Press. 1 kanûna pêşîn 2007.
- ^ "El Salvador v. Nicaragua, CACJ, Judgment of 9 March 1917, 11 Am. J. Int'l L. 674 (1917)". www.worldcourts.com. Roja gihiştinê 1 nîsan 2026.
- ^ "ONUCA - Background". peacekeeping.un.org. Ji orîjînalê di 22 tîrmeh 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 nîsan 2026.
- ^ "Land, Island and Maritime Frontier Dispute (El Salvador/Honduras: Nicaragua intervening)". www.icj-cij.org. Roja gihiştinê 1 nîsan 2026.