Kerîm Ekberzadê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

...................... Hevpeyîvîna ligel Kerîm Ekberzade, helbestvan ۴ شهریور ۱۳۹۳ Kurmancistan دیدگاهتان را بنویسید دیدگاه های این نوشته

Hevpeyîvîna ligel Kerîm Ekberzade, helbestvan û têkoşerê Kurmanc Kerîm Ekberzade navek nasyar li nav çandhezên Xurasanî bi taybet li nav Kurdên bakûra Xurasanê ye. Wî bi salan li beşa Kurdiya derveyî sînor ya Radyo televîzyona Îranê li Têhranê wek bêjer, raportker, wergêr û sekretera nûçeyan xebitîye û tecrubeyên herî girîng li vî babetî bidest xistîye. Ji bilî wî yekê Kerîm li babeta ziman û wêjeya kurdî ya Kurmancî yê jî pispor e û heta niha gotarên cûrbicûr li vî babetî nivîsîye. Berhema Sêxiştîyên bi navê “Silav, xatirxwestin bimîne wexteke din ” li benda derxistinê ye. Ekberzade li sporê bi taybet werzişa taybetî ya Kurdên Xorasanê “Kuşnî” jî li Têhranê têdikoşe.

Ji bo hevpeyvînek ji nêzik ve me hevdîtin pêkanî. Ji ber ku dexdexeyên me herduiyan yek bibûn me pir hewl neda li ser pêdivîyên ji bo hevpeyvînek profesyonel bimînin. Bêlî ye ku min dixwast ji rewşa çalakîyên çandî, wêjeyî û çapemenî yên Kurmancî li Têhranê agahiyan verbigirim. Lê bi wî awayî Kerîmê jî hewl dida ku nûçe û agahîyên li ser çalakîyên wêjeyî û çapemenî yên welatê xwe Xorasanê ji zimanê min bibihêze.

Gotubêja xwe ligel Kerîmê – ku helbet berî niha bi caran me bi hev re peywendîyên bi riya telefon û e-peyamê hebû- destpê dikim : heval te negot paşê ku Xorasana mezin hate parvekirin te dilê xwe li kîjan beşa Xorasanê hişt?

Ne dikene û ne qenemîş dibe, bi zêrekî gotina xwe didûmîne : li destpêkê divê bibêjim ku gêştî axa Xorasanê mîrata hemû Xorasaniyan e. lê ji qedera xwe ez li nav du Xorasan yên Bakûr û Rezawî, parve bûm. Lê tu bibêje çima? Çimku gunda min ango şûnwara min “Heşt Merx” a Şaycanê gundek e ku pencereya wê ya bakûr ber bi Qûçanê vedibe û dergeha wê ya başûr ber bi Espirayînê ye, ew li wî halê ye ku min zaroktiya xwe li kolanên Şîrwanê ji bo bîranînê hiştîye. Behsa li ser Kurmênc û koçberiya wî ber bi Xorasanê dûr û dirêj e û em ê wê bihêlin. Li sala 1352 an (K.H) (1973 a zayînî) hatime dinyayê, min nûçegihanî xwendîye û ji sala 1378 an(K.H) de li beşa Kurdiya derveyî sînor li Radiyo televîzyona Têhranê xwedîyê tecrubeyên û bîranînên şirîn û giranbuha li bêjerîyê, raportkerîyê, nûserîyê, sekretera nûçeyan û li babeta tora ragihanidinê ji berpirsiyarîyên malperê, birêvebirî û wergerandinê bo medyayên wisa ye. Bîrên ku tenê dilgermiya min bo mayîn li bajarek şilox û aloz û vala ji henasê wek Têhranê ye. Dilxweşiya min helbest bi taybet helbesta Kurmancî ye. Berhema “Silav, xatirxwestin bimîne wexteke din” di demek nêzik de pêşkêşî hevalan dikim. Îsal min diploma Îftixar (şanazîyê) ya helbestê li festîvala derxistinên radiyo televiziyonî ya Îranê li Tebrîzê vergirtîye. Li spore jî ez berpirsyarê peywendîyên derveyî ya deftera federasiyona navneteweyî ya Kuşnîyê li Komara Îslamî ya Îranê (Têhranê) me.

Pirs: Bi wan kar û xebatan jiyana te ya kesayet çawa derbas dibe heval?

Kêmîkêm xwedêya mezin çend taybetmendîyên sereke pêşkêşî min kirîye û çaxê ku biryar e ez tev hevjîn û zarokên xwe Kamyar û Şemîm bi hev re bin, dest ji kêr û xwendinê dikişînim û dema xwe bi wan re derbas dikim.

Pirs:Hevalên Xorasanî te wek helbestvan nasdikin û li Têhranê jî zêdetir bi çalakîyên çapemenî mijolî, pirsa xwe wek dexdexeyek dibêjim: Xorasanê gencîneyek ji ziman û çandên cûrbicûr li nav xwe pêkanîye. Ev devera cihê jiyana Kurdan/Kurmancan, Tatan, Belûçan, Farsan, Tirkan û Tirmanan(Turkmenan) û hwd e. her yek bi ziman û çanda xwe ya bi taybet e. çiqas me karîye ji vî dewlemendiya çandî û zimanî li tûşa bilindkirina asta çand û wêjeya vî deverî berjewendian verbigirin?

Ev pirseke hevpar di nav piraniyan ji kesên çandhez li Xorasanê ye û cihê wî heye ku ev pirs ji yekayekî pispor û karbidestên çandî ya vî deverî bê pirsîn. Ez tenê dikarim li gorî pisporiya xwe zêdetir li ser ziman û çanda Kurdî ya Xorasanê/Kurmancî li dema buhûrî, niha û pêşerojê behs bikim û tekez dikim ku ev tenê nêrîna min wek Kerîm Ekberzade ye û heye ku hevalên din nêrînên li dijî min hebin. Heke beraberkirina dîrokî li ya çand û wêjeya Kurmancî li Xorasanê pêkwere divê em bibêjin ku me heta niha tenê karîye beşek herî biçûk ji wêje û çanda gelêrî (folklor) ya Kurmancî qeyd bikin û li çend teybetmendîyên wêjeyî wek Sêxiştî û mûzîkê bigihêjin asteke baş. Lê hema beşa mezin ya desthatên dîrokî vî zimanî ji bo ku heta wê dawîyê wek wêjeya devkî guhastîye yan ji holê rabûye ya jî li halê rabûnê ye.

Li dema niha ku medya pêşda ketîye rûdanê herî xweş ku bo ziman û wêjeya Kurmancî li Xorasanê pêkhat ew bû ku perwerdeya xwendinê ya malbatên Kurmanc û dû de sûdvergirtina dersxwendiyan û zanyarên Kurmanc ji medyayên no û îroyîn wek tora ragihandinê bo sebeba wî yekê ku beşek ji civata Kurmancan bi awayekî xwecûş û seretayî helbet hêdî hêdî bi awayekî profesyonel li ser ziman û wêjeya Kurmancî têbikoşin ku derhata wî peydabûna helbestvanan, nivîskaran, lêkolîneran li babetên cûrbicûr yên dîrok û wêje û huner û HWD bû.

Pirs: Îro rewşa wêjeya Kurmancî li Xorasanê çawa ye?

Heke mebesta te beraberkirina helbestvanên Kurmanc li Xorasanê û Kurmancên li bakûra rojava ya Îranê û herwiha derveyî Îranê li Tirkîye, Sûrîye, Îraq, Ermenistan û hwd e divê ez çend xalan diyar bikim. Ji ber ku heta sedan sal wêjeya Kurmancî ya Xorasanê pirtir devkî bûye û nehatîye nivîsîn û li hember wî yekî li deverên din ya Îranê û welatên din têkoşînên Kurdan zêdetir hatîye nivîsîn û belav bûye lewma berbaberkirina rewşa Xurasanê ligel deverên din hinekî zalimane ye. Hûn bibînin îro em helbestvanek gewre wek Ce’ferqulî Zengilî wek tenha helbestvanê me ya kilasîk nasdikin. Herçend ku helbesta Ce’ferqulî li beaberkirin ligel helbestên helbestvanên din ên kilasîk li deverên Kurdnişîn xwedîyê cihekî baş e lê hema tenê ew yek nav e . ew li halekê ye ku li deverên din wisa nîne û helbestvanên herî mezin hene ku hem bi zaminê Farsî baş strane û hem jî bi Kurmancî helbestên şirîn gotine. Hinekan helbestên olî û helbestên derheq spasiya xwedêyê dilovan û peyamberên xwedê û pêşewayên olî gotine ku bi rastî mînak in.

Mesneviya Şêx Evdilrehman Aq tepeyî (ji Kurmancên Bakûr) li vesfa dîmena Aûşra jixwe yek ji bêhtirîn stranên Kurdî ye. Spasnameyên Veda’î helbestvanek din ku bi Kurmancî, Erebî û Farsî strîye awarte û serasa ne.

Siyahpûş tev xezelên xwe, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mela Bateyî, Feqiyê Teyran û hwd . Bi van gotinan beraberkirin li asta wêjeya kilasîk ne dirist e. lê li bara wêjeya no çêtir e ez raveyekê bidim. Çalakiya çandî û wêjeyî ku ji deheka 60 a K.H destpê kir li deheka 70 gihîşte asta perwerdetîyê û encama wî lidarxistina çendîn festival û şeva helbestan li bajarên cûrbicûr yên bakûra Xurasanê wek li zanîngeha Firdûsî ya Meşhedê, Qûçanê, Şîrwanê, Bijnûrtê, Espirayînê, Aşxaneyê, Çinaranê, Deregezê û hwd bû. Lidarxistina civîna ji bo bîranîna Ceferqulî Zengêlî li gunda Goganê ya li rojhilata Qûçanê jî ji rûdanên din bû. Di nav van têkoşînan em şahidê çapbûyîna berhemên wêjeyî û helbestên Kurdî yên helbestvanên Kurd yên Xorasanî û herwiha çalakîyên li medyayan û radiyo û televîzyonê bûn.

Jixwe deheka 80 an nuxteya guhêrbarî ya wêjeya Kurdên Xorasanê bû. Ango herçend tu xewer ji şeva helbestan û festîvalên wêjeyî tunebû lê bi sebeba berfireh bûna tora ragihandinê, helbestvanên Xorasanî hewl dan ku berhemên helbestvanên din ên Kurd li welatên din bixwînin û ew bûyer bû sebeba derxistina çend berhemên binirx li Xorasanê ku helbet ew berhem hasila têkoşînên berê yên van hevalan bû û ez hêvîdar im li pêşerojek nêzik em berhemên giranbuha ji helbestvanên Kurmanc li Xorasanê bibînin.

Bihêle ez tiştekê li vî bara bibêjim. Gelek ji helbestvanên Xorasanî bi awayekî pêşketî ber bi helbest gotina Kurdî çûne û em dikarin ji Elîreza Sipahî Lahînî, Ismayîl Huseynpûr, Yehya Elewîferd, Mistefa Xelîlî rad, Huseyn Teqdîsî, Hesen Rûşan wek helbestvanên pêşrew li babeta wêje û helbesta Kurmancî nav bibin. Hema li beraberkirina ligel wêjeya no ya Kurdî li deverên din em dikarin bibêjin em dîsa ji karwanê bişûnda manî. Ez difikirim ku em Helîm Yûsiv, Selîm Berekat, Berken bere, Seyd Ehmed Huseynî Qamîşlo, Occo Mahabad, Mihsin Qoçan, Huseyn û Sebrî Sîlwanî, Dost Çiyayî û hwd ku hemû ne Xorasanî ne tev kîjan helbestvanê Xorasanî beraber bikin?

Hinek ji van helbestvanan bi sebeba berhemên xwe yên wêjeyî wek welatîyên Îftixarî(Şanazî) bo welatên Ewrûpî hatine hilbijartin. Helbet nirxandin li ser kesên wek min ku karê wergerandinê dikin jî heye. Ez bo mînak xwe dibêjim heta hinek ji hevalên min nerehet nebin. Îro bêşik xwendevanên Farsziman li bara wêje, berhemên giranbuha yên Kurdiya Soranîyê baş dinasin û heta piranî xelkê li Îranê Kurd û Kurdî û wêjeya Kurdî bi navê Soranî nasdikin û agahiya wan ji Kurmancî û berhemên wî nîne. Dema ku Seyd Elî Salêhî pesna helbesta Şêrko bêkes dide, dema ku romana “Axirîn hinara Dunyayê” ya Bextiyar Elî di nav lîsteya berhemên pirxwendevan yên Farsziman cih digire, dema ku li civînên edebî yên Îranê berhemên Şêrzad Hesen, Letîf Helmet, Ferhad Pîrbal ş hwd tê xwendin û nirxandin sebeb ew e ku wergêrên birêz ên Soran berhemên mezinên wêje li vî zaraveyî wergerandine Farsî hema li zaraveya Kurmancî wek wî hevalê me yê zindebîr digot em tengezarê “Ez mamoste, Tu mamoste, Em mamoste, Ewna mamoste” bûnî û her kes zêdetirê hevokên birewş yên jîrnivîs û pêwereqîyê hinek berheman xwendîye pirtir mafê xwe dizane ku binirxîne, bila hebe! Nirxandin pir baş e, lê nirxandina çi tiştî? Ya rastîyê ew e ku me tu xelatek ji Kurmancî pêşkêşî civata Farsziman nekirîye ku li benda bersîvê bin. Ez bawer im heke hevalên me yên wergervan her yek berhemek Kurmancî wergerînin wê çaxê em dikarin esera wî li ser wêjeya Farsî wek tesîra wêjeya Kurdiya Soranî bibînin.

Pirs: Te bi awayek dilbiêş rewşa nebaş ya ziman û wêjeyê diyar kir. Li Îranê li deverên cûrbicûr Kurmanc dijyîn: Xorasan, Tehran, Demawend, Caban, Serbendan, Rûdbar û Mencîl û bakûra rojava ya Îranê (Urmîye, Xwy, Makû, Çaldiran, Neqede, Puldeşt…). Li destpêkê ku behsa ziman û wêjeya Kurmancî tev hinek ji hevalên Kurmanc ji van deveran tê kirin bi awayekî germ pêşwazî dikin lê paşê hinek ji wan bi awayekî dûr ji insafê gotar, nivîsar û helbestên Kurdên Xorasanê dinirxînin. Gelo tu jî wisa bawerî?

Bibîn bêhtir ew e ku em li vî bara behsa hemû deverên Kurmancnişîn neken. Belê ew nirxandin ku bibe baisa dewlemendkirina bingeha çandî û wêjeyî ya Kurmancî baş e û ez jî wek çakalvanek Kurmanc spasiya wan dikim. Lê ew nixandinên ku bi awayekî dijminane pêktên ne dirist in. Hinek cudahîyên di navbera Kurmancên Xorasanê û derve bi sebeba dûrketina erdnigariya wan û nebûna danûstandinên çandî û zimanî tev Kurdên din xwezayî ne. hêja ye ewqas li ser wan cudahiyan em nesekinin. Axa Xorasanê evîndar û helbestvan perwerde dike û Kurmanc jî ji wê yekî bêpar nînin.

Herçend ku beşa girîng ya helbest û berhemên Kurdên Xorasanê bi taybetî li wan salên paşîn bi Farsî ne lê rih û giyana wan Kurdî ye, zewq û baweriya wan Kurdî ye lê bi zimanê Farsî! Baş e em çend salên dawîn bidin ber çav. Em dûr nerin. meger li vî van du salan nebû ku berhema helbestên Hesen Rûşan bi navê Çîksay xelata yekem ya fistîvala helbestên Fecr bidest anî? Meger Leylaneyên Elî Tulûyî biratî û aşîtîyê pêşkêşî wêjehezan nekir? Meger “Kurd hestem nefesê Kûh mera mîxaned : Ez Kurd im, bêhna çî min dixwîne …” ya Doktor Mehmûd Ekradî fer bixwe nîşana têkilîyên wî bi netewe û nijada xwe nîne? Meger dengberdana wî çaxê dizîna wêjeyî ya Sêxiştîyên Kurmancî yên Xurasanê bi navê Sê Ganî negihêşte guhên we? Meger “Esman Bê Merz e” ya Îsmayîl Husêynpûr hêviya hevaltî û biratîyê neda me? Meger Apê Kelîm “Kilîder li belgeyan û rastîyan” neweşand da hevwelatî bizanin ku “Gulmemed” ne Efsane û çîrok e , ew şehîdê riya azadîyê ye. Meger bi dehan Kurdên Xorasanê wek Haşim Ferhadî û hwd her yek biqasî şiyana xwe berhemên giranbuha ku helbet cihê nirxandinê jî ji wan re heye neafirandin? Meger Elî Kerîmiyan belgeyên cûrbicûr li berhemên xwe pêşkêşî Kurmancan nekir? Meger Qedîr Efrond bi belav kirina kovara xwe ya “Suweyda” hêviya sibehek ronî ji bo ziman û çanda Kurdên Xorasanê neda? …

Gelî mamosteyên min! Hûn ku tenê bi awayekî dijminane rewşa wêjeyî û nivîsandina hevalên min dinirxîninka bibêjin we li van salên paşîn çi kirîye? Mamosteyênmin ên hêja! Bihêlin em bixwe rewşa karên xwe baş bikin, …

Pirs: Gelo dema wê nehatîye ku mijarên çandî û wêjeyî li babeta zimanê Kurdiya Kurmancî yê li Xorasanê bi awayekî birêkûpêk bên çareserkirin?

Em hemû wezîfedar in ku vî çand û zimanî dewlemend hem zindî dagirin û hem jî bi kar û xebata xwe li ser birojkirin û jinûve jiyandana wê têbikoşin. Baş e em çend xalên girîng bi cih bînin:

   Divê bi agahîdayînên berfireh girîngiya zimanê Kurdî ya Kurmancîyê û asta wê di nav zimanên cîhanê de ji bo Kurdên Xuarsanê were nasandin. Divê çawaniya nasandina vî zaraveyî ji zimanê Kurdî li Xurasanê bo xelkê Kurdzimanan û yên din were hilkolandin.
   Çêkirina civet û encumen û sazîyên gelbinyat (NGO) û dewletî ji bo parvekirina xebat û çareserkirina kêr bo afirandina berhemên binirx li babetên cûrbicûr yên ziman, wêje, mûzîk û hwd.
   Lidarxistina civînên zanistî-wêjeyî li ser çand û zimana Kurdî ya Kurmancî yê û herwisa lidarxistina şevên helbestan li bajarên Kurdnişîn yên Xurasanê.
   Çêkirina “Mala Çandî” li bajarên vî deverî da ku bikaribe berhemên çandî û wêjeyî birêkûpêk bike.
   Sûdvergirtin ji rêketnameyên paşîn ên wezareta Zanistîyê li ser lidarxistina rişte û dersên Kurdiya Kurmancîyê li zanîngehên vî deverî.
   Fêrevaniya profesyonel a zimanê Kurdiya Kurmancîyê û sûdvergirtin ji vî zimanê li medyayên navçê.
   Zêdekirina weşînekên Radiyo û Televîzyonî ku berî xwe didin zimanê dayîkî ya temaşevan û guhdaran ji bilî weşîneyên fêrevanî û fenî ya zimanê Kurdî ya Kurmancî yê, biderxistina weşîneyên belgewar û berhemên wêneyî bi vî zimanî.
   Taybetmend kirina beşek ji mûzexane û pirtûkxaneyên bajarên Kurdnişîn yên vî deverî bo dagirtin û nîşandana berhemên nivîskî, berhemên bidestçêkirî û mîrata çandî ya Kurmancan.

Mixabin ku gelek ji dibiêşên vî zimanî bo xerckirina bo karên ku jixwe wek çandî dizanin ketine riyên şaştîyê. Li halî ku nivîskarek ya helbestvanek ji bo weşandin û derxistina berhema xwe dikeve astengiyan di heman demî de ew dilsoj û mezinên Kurmancan bi nave parastina çand û zimana xwe bi dehan beraber dirêv bo lidarxistina wek dawetek dikin û bi wî karê xwe şanazin ku li ser erka parastina çand û zimana xwe ne! Ji aliya din bi sebeba nebûna agahdayînê û nezanîna xelkê ji riyên qanûnî wek hilgirtina cewaz ji bo lidarxistina civînên çandî wek şeva helbestan yan şeva mûzîkê bûye bais ku iradeyên çalakvanên çandî bo lidarxiostina wan xebatan têk biçe yan bibin goriya xwestekên siyasî yên hinek kesan.

Pirs: Em xwedîyê kesayetên binavûdeng li babetên cûrbicûr yên helbest, nivîskarî, spor, huner û hwd çi li asta devera Xorasanê çi li asta wêlêt û navneteweyî nî ku mixabin piraniya Kurmancan wan nasnakin. Îro erka çapemenî bo nasandina wan çî ye?

Ew êşa hevpar bi caran min azar dide. Çaxê ez dibihêzim heta hevwelatîyên professor Ismayîl Husêynzade ya Bowan mamosteyê binavûdeng ya aborî ya zanîngehên Emerîkayê nasnakin. Yan kêmtir kes ji Kurdên Xorasanê heye ku Elî Şakêrî Kewakî mamosteyê Kurmanc a Karate û binyatçêkera rewşek li Karateya cîhanê ku bi 22 zimanên zindî wek Îtalî, Japonî, Çînî, Kurdî, Farsî û hwd diaxve û li zêdeyî ۴۰ welatên cîhanê nûnertîya xwe heye nasbike.

Pirs: Beşek mezin ji Kurdên Xurasanê li du bajarên mezin yên Îranê ango Têhran û Meşhedê dijyîn. Gelo rewşa çandîya wan çawa ye?

Kurmancên rûniştvan li Têhran û Meşhedê civakek têkoşer e . civakek ku ji bilî jîyîn li şloxiya bajêr û li ba qewm û neteweyên bi zamanên cûrbicûr hêj li benda ziman û çand û baweriya xwe ye. Helbet cudahîyên berfireh di navbera çalakîyên Kurmancan li Têhran û Meşhedê heye. Li Meşhedê piştepiştiya Kurmancan li civînên çandî, şahî û olî berbiçav e. Mînaka wî lidarxistina mirasima deheka Muheremê, lidarxistina cejn û konsertên dengbêjên Kurmanc wek Muhsin Mîrzazade ku wê dawîyê rûdan. Hema rewşa Têhranê ne wisa ye. Li vir Kurmanc xwedîyê imkanên aborî û sermayeyên çandî û wêjeyî yên berfireh in lê mixabin tu pêngavek li vî babeta nayê avêtin. Mixabin ku her çend rewşa aboriya Kurmancên li Têhranê baş e , lê ewna xwedî li ziman û çanda xwe dernakevin. Ez wisa bibêjim ku riha hevkarî û hevdengîyê li bara mijar û ramanên girêdayî bi ziman û çanda xwe li nav wan tune. Pêwist e bi çêkirina navendên çandî û wêjeyî hewcedariya beşek gir ji Kurmancên ku li Têhranê dijyîn bê dabînkirin

Pirs: Gelek ji ciwanên Kurmanc li Xorasanê li ser ziman û çanda Kurdî dixebitin, pîşniyarîyên te bo wan çi ne?

Ez gelek kêfxweş im çaxê dibînim ciwanên Kurd ên Xuarsanê wisa bixwe hesiyane û li çapemenî û malperan û rîyên din dixebitin. Tiştê herî girîng ew e ku em bizanin ku divê tiştên sereke û gerek li dema niha nasbiken. Me bi sedan û hezaran karên li erdêmayî li babeta çand, ziman, dîrok, wêje û hwd li Xurasanê heye ku divê em karên bingehîn bikin. Pêwist e wêjeya devkî berhev bin. Divê em zêdetir li ser folklora Kurdî ya Xorasanê bixebitin û heta ku dereng nebûye û kal û pîrên me di nav me de ne em tiştê heyî bi riya nivîsînê qeyd bikin. Pêwist e ciwanên Kurmanc ziman û xwendin û nivîsînê bi Kurdiya Kurmancîyê baş fêrbibin, dîrokê bi kûrahî bixwînin û bi riya xwendina berhemên nivîskî yên Kurdan li deverên din agahî û çalakîyên xwe biroj bikin.

Gepa paşînê?

Sipasiya xwe ji cenabê te dikim û serkeftin ji te re û malpera Ellah Mezarê dixwazim

Gotûbêj: Berat Qewî Endam

Helbestek ji Kerîm Ekberzade pêşkêşî we

Musafir

Kerîm Ekberzade – Şîrwan

Min got ez musafir im welat û rê jî yê te ye

Çorikek ez dibêjim hêstirê dê jî yê te ye

Ji dilê newalê vir beyt û xezel diherikin

Banke ew şêrê zerê xwelî dizê jî yê te ye

Banke va xwedê jî ku şevaroyê li ser xwe ye

Ba bizane birînek zinde wi xwê jî yê te ye

Min got ez musafir im lêlo birînê me yek in

Bêje xelkê mêvanê diçe û tê jî yê te ye

Hatime bibêjime zilmê li vir bûye wi me

Axir ew merxê me ye kuştî li pê jî yê te ye

Qurwane her çi dilê qurwetî wî ser hiltîne

Mal nebû qeyreta nav xelkî obê jî yê te ye

Tu li xewnî mezinan çandine û caylê me jî

Her çi ku biçinine genim û cê jî yê te ye

Ez mame çi dayînime navê bilindî merxî xwe

Yê wi baîsê xwînê wan destî sibê jî yê te ye

Kê ji hev dûr kirinî nalî wî bişkê xwedêko

Axir ew avroya ku dane wi bê jî yê te ye

Caylê ku xerîbîyê helandine li nav janan

Parek ew pişta min in her dimê jî yê te ye

Va welata yê te ye, çar dora te tijî gur in

Va canê ewilê li wer belê jî yê te ye

Misteke xwelî dibim birînê xwe bikewînim

Dil jî qurwane te û her çi ku lê jî yê te ye ////////////////////////////////

Kerîm Ekberzade Heştmerx - Şîrwan

Cefer qoliyo ji xewê rawe Cefer qoliyo dest we diawe Cefer qoliyo li vê merzawe Cefer qoliyo

Cefer qoliyo cefero rawe salê çavşorin şêrê me kuştin , rîvî we zorin baxtê meyî kewî nikana torin

Cefer qoliyo cefero li vir bihar bê baran navê sedaren nemê li waran royê meytek me didine maran

Cefer qoliyo cefero dil mir dengî xwe berde janê me av de ,çiyan we hevde va wesiyete tu guh we serde

Cefer qoliyo Yêkê heyla kir nizanim kê bir Sa kilamê me qazî bû bivir Cefero rastî Têfe gul jî mir

bivir Mêrate bimîne bivir Rûqale min kiriye kevir Mecbûrim ez herim ji vir

neslê siwaran tuyî ji neslê siwaran tuyî cînarê hejaran kanê çi xewer ji waran

Mêrat ez û te mêratê warek ji dê bûnê li biharek pişta min û te zinarek

xwedê dizane du riket hêstir xwedê dizane janê kûr û pir xwedê dizane mêrek hebû mir xwedê dizane

gula zer tu gulek zerî xwedê dizane têr der we derî xwedê dizane tu kuda terê xwedê dizane

heval bûne mar heval bûye mar xwedê dizane kenê tijî ar xwedê dizane rêwiyê bê war xwedê dizane

gula we xewdî gula we xewdî xwedê dizane becî yan kewî xwedê dizane mirî yan heyî xwedê dizane

bûka bê zava bûka bê zava,bê çira û bê war bûka jê dizîn hem hesp û siwar bûka mêrat bir, ji şevêne tar

ji êwez bixwîn ji êwez bixwîn ji biskê xwengan ji kelmîşî û darê bin çengan ji birûska ku ar berdê hengan

که‌ریم ئه‌کبه‌رزاده‌ هه‌شتمه‌رخ – شیروان جه‌فه‌ر قۆلیۆ ژ خه‌وێ ڕاوه‌ جه‌فه‌ر قۆلیۆ ده‌ست وه‌ داوه‌ جه‌فه‌ر قۆلیۆ ل ڤێ مه‌رزاوه‌ جه‌فه‌ر قۆلیۆ

جه‌فه‌ر قۆلیۆ جه‌فه‌رۆ ڕاوه‌ سالێ چاڤشۆرن شێرێ مه‌ کوشتن ، ڕیڤی وه‌ زۆرن باختێ مه‌یی که‌وی نکانا تۆرن

جه‌فه‌ر قۆلیۆ جه‌فه‌رۆ ل ڤر بهار بێ باران ناڤێ سه‌داره‌ن نه‌مێ ل واران ڕۆیێ مه‌یته‌ک مه‌ ددنه‌ ماران

جه‌فه‌ر قۆلیۆ جه‌فه‌رۆ دل مر ده‌نگی خوه‌ به‌رده‌ ژانێ مه‌ ئاڤ ده‌ ،چیان وه‌ هه‌ڤده‌ ڤا وه‌سیه‌ته‌ تو گوه وه‌ سه‌رده‌

جه‌فه‌ر قۆلیۆ یێکێ هه‌یلا کر نزانم کێ بر سا کلامێ مه‌ قازی بوو بڤر جه‌فه‌رۆ ڕاستی تێفه‌ گول ژی مر بڤر مێراته‌ بمینه‌ بڤر ڕووقاله‌ من کریه‌ که‌ڤر مه‌جبوورم ئه‌ز هه‌رم ژ ڤر نه‌سلێ سواران تویی ژ نه‌سلێ سواران تویی جینارێ هه‌ژاران کانێ چ خه‌وه‌ر ژ واران مێرات ئه‌ز و ته‌ مێراتێ واره‌ک ژ دێ بوونێ ل بهاره‌ک پشتا من و ته‌ زناره‌ک خوه‌دێ دزانه‌ دو ڕکه‌ت هێستر خوه‌دێ دزانه‌ ژانێ کوور و پر خوه‌دێ دزانه‌ مێره‌ک هه‌بوو مر خوه‌دێ دزانه‌ گولا زه‌ر تو گوله‌ک زه‌ری خوه‌دێ دزانه‌ تێر ده‌ر وه‌ ده‌ری خوه‌دێ دزانه‌ تو کودا ته‌رێ خوه‌دێ دزانه‌ هه‌ڤال بوونه‌ مار هه‌ڤال بوویه‌ مار خوه‌دێ دزانه‌ که‌نێ تژی ئار خوه‌دێ دزانه‌ ڕێویێ بێ وار خوه‌دێ دزانه‌ گولا وه‌ خه‌ودی گولا وه‌ خه‌ودی خوه‌دێ دزانه‌ به‌جی یان که‌وی خوه‌دێ دزانه‌ مری یان هه‌یی خوه‌دێ دزانه‌

بووکا بێ زاڤا بووکا بێ زاڤا،بێ چرا و بێ وار بووکا ژێ دزین هه‌م هه‌سپ و سوار بووکا مێرات بر، ژ شه‌ڤێنه‌ تار ژ ئێوه‌ز بخوین ژ ئێوه‌ز بخوین ژ بسکێ خوه‌نگان ژ که‌لمیشی و دارێ بن چه‌نگان ژ برووسکا کو ئار به‌ردێ هه‌نگان