Kerîm Xanê Zend

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kerîm Xanê Zend
Image dans Infobox.
Şah
-
Shahrukh Afshar (en)
Mohammad Ali Khan (en)
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Pars Museum (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Malbat
Bav
Inaq Khan (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Zaki Khan (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Abol Fath Khan (en)
Mohammad Ali Khan (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Kerîm Xanê Zend, anku Mihemed Kerîm Xanê kurê Inaq Xan, Mihemed Kerîm (jdb. 1705 - m. 1ê adarê, 1779[1]) damezrînerê xanedana Zendî bû ku bi esle xwe kurdê lekî[2] yê ji eşîra Zendî ye. Kerîm Xanê Zendî di sedsala 18em de serweriya Îranê kiriye.

Dema ku Kerîm desthilatdar bû, Îran ji wêraniya şer a 40 salan xilas bû, û wê welatê wêrankirî ji nû ve aramî, ewlehî, aştî û bextewariyê peyda kir.[3] Di dema desthilatdariya wî de, têkiliyên bi Brîtanyayê re hat nûyandin û wî destûr da, Şîrketa Hindistana Rojhilat ku li başûrê Îranê, xwedî cihekî bazirganiyê be. Wî Şîraz kir paytexta xwe û ferman da ku li wir gelek projeyên mîmarî bên avakirin. Ji hêla The Oxford Dictionary of Islam ve hatî destnîşan kirin; "Kerîm Xan Zand, wekî mîrê herî însanî yê Îranî yê serdema îslamî xwedî navûdengek mayînde ye".[4] Piştî Înqilaba Îslamî (Îran) ya sala 1979an, navên desthilatdarên berê yên Îranê bû tabû lê welatiyên Şîrazê red kirin ku navê du cadeyên sereke yên Şîrazê biguherînin (ku yek ji wan "Cadeya Kerîm Xan Zend" e). [5]

Piştî mirina Kerîm Xan dîsa şerê navxweyî dest pê kir û yek ji neviyên wî, nekarî bi qasî wî, welat birêve bike. Ji van neviyên dawîn, Lotf Elî Xan, ji aliyê Mîrê Qacarî Axa Mihemed Xanê Qacar, ku bi tenê desthilatdarê Îranê bû, hat îdamkirin.

Dewleta Zendî ya ku ji aliyê Kerîm Xan ve hatibû avakirin, piştî kuştina neviyê Kerîm Xanî yê bi navê Litfê Elî Xan (Lutf Elî Xan), kete destê Qacaran de. Li gorî çavkaniyan Kerîm Xan zilamekî rewşenbîr, aştîxwaz bû lewra di serdema desthilatdariya wî de ku sih salî dewam kir (1750-1779) aramî û hevjîn belav bûbû.[6]

Paşnav û jiyana destpêkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kerîm Beg ji eşîra Zand bû, dibe ku bi eslê xwe kurd bûn.[7][8] Zend, li gundên Parî (Pîruz) û Kamazan ên navçeya Melayêr bûn, lê di heman demê de li rêzeçiyayên Zagrosê yên navendî û bejahiya Hemedanê jî geriyan e. Kerîm Beg; di 1705ê de li gundê Parî, wê demê de beşek ji Împaratoriya Sefewî bû, zayin bû. Ew kurê mezin ê Inaq Xan Zend bû û 3 xuhên wî, birayek bi navê Mihemed Sadeq Xan û du zirbiraye wî bi navên Zekî Xan û Eskender Xan Zend hebû. Di sala 1722an de, Împaratoriya Sefewî li ber hilweşînê bû, Îsfehan û piraniya navend û rojhilatê Îranê ji aliyê Xanedana Hotakên Afgan ve hatibûn desteserkirin. Di heman demê de; Rûsya gelek bajar li bakurê Îranê zeft kiribûn, Împaratoriya Osmanî jî sûd ji têkçûna Îranê girt û hejmareke mezin ji navçeyên sînorî yên Rojava dagir kir. Lê li wir bi rûbirûyê dijberiya wêrek ji eşîrên herêmî bûn. Di nav wan de eşîra Zand jî hebû, ku di bin serokatiya Mehdî Xan Zand de hêzên wan çewisandin û nehiştin ku bêtir ber bi Îranê ve pêşve biçin.[9]

Pereyê li Tebrîzê hatiye dîtin, tekîldarê Kerîm Xanê Zend e.

Di sala 1732an de Nadir Qolî Beg (Nadir Shah), desthilatdariya Sefewîyan li Îranê vegerand û -bi defakto- bû serwerê welêt. Ji bo eşîrên ku ew wek isad dihesiband bindest bike, seferek li rêzeçiyayên Zagrosê yên rojavayê Îranê kir. Pêşî wî Baxtiyarî û Feylî têk bir û ew, gela wir neçar kir ji bo bi girseyî koçî Xorasanê bikin. Paşê wî Mehdî Xan Zend û hêzên wî ji keleha wan li Parî derxist û 400 xizmên wî yên Zendî kuştin da. Endamên eşîrê yên sax man, neçar man ku bi komî di bin serokatiya Inaq Xan Zend û birayê wî yê biçûk Budaq Xan Zand de, koçî Ebîvard û Dergazê bikin. Endamên wê yên jêhatî, ku Kerîm Bêg jî di nav de, di nav artêşa Nadir de bûn.[9]

Di sala 1736an de, Nadir, Mîrê Safewî Abbas III (r. 1732–1736) ji text daxist û çû ser text. Navê "Nader Şah" girt û bi vî awayî Xanedana Efşariyan dest pê kir. Kerîm Beg, ku di vê demê de di ser sî saliya xwe de bû, siwariyê dikir û di nav artêşê de xwediyê meqameke bilind bû.

Hatin Desthilatdariyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vegere Rojavayê Îranê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nader Şah paşî di sala 1747 de bi destên zilamên xwe hate kuştin, ev yek derfet da Zendên di bin serokatiya Kerîm Xan de vegerin heremên xwe yên berê li rojavayê Îranê. Di sala 1748/49an de Kerîm Xan bi serkirdeyê leşkerî Zekeriya Xan re hevalbendî kir û bi serleşkerê Bextiyarî; Elî Merdan Xan Bextiyarî re şer kir, ku di destpêkê de ew têk bir, lê di demeke kurt de xisar dît û neçar ma ku ji bajarê Golpayegan ê stratejîk vekişe û Elî Merdan desteser kir.

Di bihara 1750an de, Elî Merdan hewl da ku paytexta berê ya Sefewiyan Îsfehanê bigire, lê li Murcheh Khvortê têk çû. Paşê, Elî Merdan, dest bi şandina qasidên xwe li Golpayegan dijminên xwe yên herêmê kir, ku Kerîm Xan û Zekeriya Xan jî di nav wan de bûn. Wan pêşniyara şertên wî qebûl kirin û hêzên xwe bi wan re kirin yek. Jimara zilamên wan gihîşt 20.000 kesan.[10]

Di Gulana 1750 de, wan êrîş kirin ser deriyên Îsfehanê. Waliyê wê, Ebûl-Feth Xan Bextiyarî, û niştecihên din ên navdar ji bo parastina keleha bajêr civiyan, lê piştî pêşniyarên maqûl ên Elî Mêrdan qebûl kirin ku teslîm bibin û bi wan re hevkariyê bikin.[10] Ebû'l-Feth, tevî Elî Mêrdan û Kerîm Xan, li rojavayê Îranê de, di bin sîwana vegerandina xanedana Sefewî de îtîfaqek çêkirin; mîrê Sefewî yê 17 salî, Ebû Tûrab, wek hikûmdar destnîşan kirin. Di 29ê Pûşperê de Ebû Tûrab bû şah û navê Îsmaîl III girt.[10]

Paşê Elî Merdan sernavê Vakil-e daulat,[11] wek serokê îdarî, girt, lê Ebûl-Feth birîderê xwe wek parêzgarê Îsfehanê domand. Kerîm Xan jî fermandara artêşê hat tayînkirin û wezîfeya zeftkirina Îranê (ê mayî) hate dayîn. Lê piştî çend mehan, dema Kerîm Xan di seferekê de li Kurdistanê bû, Elî Mêrdan dest bi şikandina şert û mercên ku wan ji rûniştevanên Îsfehanê re dabûn dest pê kir. Wî, Elî Merdan, ji New Julfa re pir xesar da. Paşê jî, ew şert û mercên ku bi her du serokan re kiribûn, bi derxistina Ebû'l-Feth û kuştina wî, şikand. Dawîkê apê xwe wek parêzgarê nû yê bajêr destnîşan kir û, bêyî civîn, ber bi Şîrazê ve çû û dest bi talankirina parêzgeha Farsê kir.[12] Piştî ku Alî Mêrdan Kazerûn talan kir, çû Îsfehanê lê li ser rêya metirsîdar a Kutal-e Doxtar ji aliyê gerîlayên herêmê yên, di bin kontrola Muzarî Alî Xiştî de ku serdarê Xiştî yê cîran bû, ket kemînê. Wan talana Elî Mêrdan bi dest xistin û 300 zilamên wî kuştin û dawîkê, Elî Merdan, neçar kirin ku xwe vekişîne dergehek dijwartir ku xwe bigihîne Isfehan.Di zivistanê de, hêzên Elî Mêrdan, ji ber terikandina zilamên wî hîn zêdetir kêm bûn.[12]

Şerê bi Elî Merdan Xan Bextiyarî re ji bo serweriya li rojavayê Îranê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gravûrâ Kerîm Xanê Zend ji La Perseyê

Rewş ji bo Alî Mêrdan hîn xerabtir bû, dema ku Kerîm Xan di Rêbendan 1751ê de vegeriya Îsfehanê û li bajêr nîzam vegerand. Di demeke kin de şer di navbera wan de li Çermhalê de rû da. Di dema şer de; Îsmaîl III, Zekeriya Xan (ku we wext wezîrê wî bû ) û bi çend efserên navdar, Elî Mêrdan terikandin û tevlî Kerîm Xan bûn, ku di dawiyê de serketî derketin. Hêzên Elî Mêrdan û bermayiyên zilamên wî jî, tevî waliyê Luristanê Îsmaîl III vedikişin Xûzistanê.[12] Li wir Elî Mêrdan bi waliyê Xûzistanê Şêx Se'd re îttîfaq diki û bi vî awayî leşkerên xwe xurttir diki. Di dawiya bihara 1752an de Elî Mêrdan tevî Îsmaîl Xan Feylî (Îsmaîl III) ber bi Kirmaşanê ve diçin. Hêzên Kerîm Xan di demeke kin de êrîşî baregeha wan diki, lê tên şikandin. Dûvre Alî Mêrdan ber bi warên Zendan ve çû, ku di encamê de bi Kerîm Xan re li nêzî Nehavendê şer derket. Lê Elî Mêrdan dîsa şikest û neçar ma ku xwe bikşîne çiyayan û ji wir de çû bajarê Bexdayê yê Osmanî.[13]

Piştî salekê, di destpêka sala 1753 de, Elî Mêrdan tevî dîplomatekî berê yê Efşarî û kurê şahê Sefewî yê berê Tahmasp II, vegeriyan Îranê û li Luristanê dest bi komkirina artêşê kirin û piştgiriya serokê leşkerî yê paştûn Azad Xan Afgan girtin. Çend meh şûnda, ew meşîyan warê Kerîm Xan, lê kurê Tahmasp II, ku wek Siltan Husenê II hatibû ragihandin, xwe namzedekî neguncav wek şahê Sefewî nîşan da. Ev yek rêya ber meşa wan girt û bû sedema reva mêrên wan bû.[14]

Merivên Elî Mêrdan li Kirmaşanê, piştî du salan ji dorpêçkirina hêzên Zendê, teslîm bûn û Kerîm Xan ji wan rizgar bû, di demeke kurt de careke din bi Elî Mêrdan re rû bi rû hat û yê dawîn têk bir û Mistefa Xan jî girt. Elî Mêrdan, bi Siltan Husenê II re revîya lê piştî demekê kurt de wî kor kir û wî şand Iraqê.[15]

Serwerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demek şûnda Kerîm Xan, Elî Mêrdan Xan û mîrekî din ê Bextiyarî bi navê Ebulfeth Xan Bextiyarî, li hev kirin ku, welat di navbera xwe de parçe bikin û text bidin mîrê Sefewî Îsmaîl III. Lê piştî ku Elî Merdan Xan Îsfehanê dagir kir û Ebulfeth Xan kuşt, hevkarî bi dawî bû. Paşê Kerîm Xan Elî Mêrdan Xan kuşt û ji xeynî Xorasanê ku ji aliyê Şahrûx dihat gêrandin, tevahiya Îranê bi dest xist. Lê dîsa jî Kerîm Xan, sernavê Şah ji xwe re negirt, navê Vakil e-Raaayaa (Nûnerê Gel) tercîh kir.[16]

Dema ku Kerîm hukumdar bû, Fars ji wêraniya şer a 40 salan xilas bû, ji welatê wêrankirî re hestek nû ya aramî, ewlehî, aştî û bextewariyê peyda kir. Salên, ji sala 1765 heta mirina Kerîm Xan di sala 1779, bû lûtkeya Serwerî ye Xanedana Zend.[3] Di dema desthilatdariya wî de, têkiliyên bi Brîtanyayê re hatin vegerandin û wî destûr da, Şîrketa Hindistana Rojhilat, ku li başûrê Îranê xwedî cihekî bazirganiyê be. Wî Şîraz kir paytexta xwe û ferman da ku li Şîraz, gelek projeyên mîmarî bê avakirin. Kerîm Xan, şeş mehan nexweş bû. Paşê di 1ê adara 1779an de mir, bi îhtimaleke mezin ji ber tûberkuloz (êşa zirav) bû.[16] Ew piştî sê rojan li "Baxçê Nazar" (niha bi navê, Kevnargeha Pars tê zanîn) hate naştin.

Şerê bi Împeratoriya Osmanî (1775-1776)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1774an de, waliyê Memlûk ê parêzgeha Osmanî ya Iraqê, Omer Paşa; dest bi midaxeleya kar û barên mîrektiya xwe ya bindest a Baban kir. Piştî mirina selefê wî Silêman Ebû Leyla Paşa, di sala 1762an de, her ku diçû Omer Paşa zêdetir dest Mîrektiya Baban ê bin waliyê Zendê yê Erdelan, Xosrow Xan Bozorg, dida. Ev yek bû sedem ku Omer Paşa, mîrê Baban Mihemed Paşa ji kar dûr bixe û Abdolla Paşa wek mîrê nû destnîşan bike.[17][18]

Sedemên din jî hebûn ji bo Kerîm Xan şer îlan biki; Meşhed, Perestgeha pîroz Îmam Riza lê bû, ne di bin kontrola Zend de bû. Bi vî awayî tê wê wateyê ku ketina azad a pîrozgehên Iraqê ji bo Kerîm Xan li gorî şahên Sefewî û Efşarî girîngtir bû. Artêşa Zand nedilxweş bûn û piştî ku Zekî Xan li Girava Hurmuzê xeletiyên şermezar kir, wan xwestin navûdengê xwe vegerînin.[19]

Hêzên Zendî yên di bin serokatiya Elî-Morad Xan Zend û Nazar Elî Xan Zend di demeke kin de bi hêzên Paşa re li Kurdistanê ketin pevçûnan. Elî-Morad Xan Zend û Nazar Elî Xan Zend, li wir ber xwe dan. Sadeq Xan Zend jî, bi artêşeke 30.000 kesî, di Nîsana 1775an de Besrayê dorpêç kir. Eşîra Ereb, al-Muttefîq bi waliyê Besrayê re hevalbend bû lê bêyî hewlê Sadiq Xan bide bi lez vekişiyan. Erebên Benû Ke'b û Buşehrê jî, keştî û xwariş dan Sadeq Xan.[19]

Silêman Axa, ku fermandarê keleha Besrayê bû. Bi biryar li hember hêzên Sadeq Xan li ber xwe da, ev berxwedan sedema dorpêçkirin salekê bidome. Henry Moore, ku pêgirî Şîrketa Hindistana Rojhilat bû, êrîşî hinek keştiyên embarên Sadeq Xan kir û hewl da ku Şet el-Ereb asteng bike. Dawîkê jî çû Mumbaî ye. Çend meh şûnda, di meha Cotmehê de; komek keştiyên Omanê, alîkariyên leşkerî û xwarîş dan Besrayê, ku bi awayekî berçav morala hêzên wê bilind kir. Lêbelê, êrîşa wan ya hevbeş roja din lerz bû, keştiyên Omani di dawîyê de çû Muskatê (Masqat) ku ji windahiyên din dûr bikevin.[19]

Piştî demeke kin, hêz -ji bo alîkariyê Bexdayê bikin- gihîştin lê ji hêla Xezayîl, eşîreke Erebên Şîa, bi hêzên Zend re hevalbend bûn û wan hêzen têk birin. Di bihara 1776an de, dorpêça teng ji aliyê Sadeq Xan ve bû sedema ku parêzvanan bikeve li ber xelayê; beşeke girîng ji hêzên Besrayê Silêman Axa terikandin, ji ber gotegotên serhildanek muhtemel Suleyman Axa di 16ê de xwe radest kir.[20]

Siltanê Osmanî yê jêhatî Mistefa III (r. 1757-1774) miribû û birayê wî yê bikêmasî Evdilhemîd I (r. 1774-1789) li şûna wî ketibû û tevî ku têkçûna dawî ya Osmaniyan ji Rûsan re jî, bersiva Osmaniyan a ji Şerê Osmaniyan-Îranê re gelekî hêdî bû. Di Sibata 1775an de, berî ragihandina dorpeçkirina Besrayê û dema ku enîya Zagrosê demkî aram bû; balyozê Osmanî, Vehbî Efendi şandin Şîrazê. Ew di heman demê de ku Sadeq Xan Besra dorpêç kir, gihîşt Şîrazê. Lê ew nexwedîyê desthilatî bû ku li ser vê krîza nû gotûbejan bike. [20]

Di sala 1778an de Kerîm Xan bi Rûsan re ji bo êrîşeke hevpar a li Rojhilatê Anatolyayê lihevkirinek çêkir. Lêbelê; ji ber mirina Kerîm Xan di 1ê adarê 1779 de, êrîş qet pêk nehat.[21]

Kerîm Xanê Zend û baregehîyan

Serkevtin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî mirina Kerîm Xan, şerê navxweyî dest pê kir. Zekî Xan, hevalbendiyek bi Elî-Morad Xan Zend re kiri bû, kurê Kerîm Xanê yê biçûk Mihemed Elî Xan Zend wek mîrê nû yê Zend ragihand. Lê Şêx Alî Xan û Nazar Elî Xan, ligel tevî navdarên din, piştgirî da Ebol-Feth Xan Zend (kurê Kerîm Xan). Lê piştî demeke kin Zekî Xan; Şêx Elî Xan û Nazar Elî Xan xapand, derxist derweya keleha Şîrazê û serjê kir. [22]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Muhammad Karim Khan, of the Zand clan of the Lur tribe, suc- ceeded in imposing his authority on parts of the defunct Safavid empire, David Yeroushalmi, The Jews of Iran in The Nineteenth Century: Aspects of History, Community, and Culture, BRILL, 2009, ISBN 978-90-04-15288-5, p. xxxix
  2. ^ One of the contenders for power was Karim Khan Zand, a member of the kurdish Lak tribe near Shiraz, William Marsden, Stephen Album, Marsden's Numismata orientalia illustrata, Attic Books, 1977, ISBN 978-0-915018-16-1, p. 158.
  3. ^ a b Fisher et al. 1991, r. 96.
  4. ^ Esposito, John L., edîtor (2003). "Zand Dynasty". The Oxford Dictionary of Islam. Oxford University Press. ISBN 978-0-19-512558-0.
  5. ^ Frye, Richard N. (2009). "Zand Dynasty". Bi Esposito, John L. (edîtor). The Oxford Encyclopedia of the Islamic World. Oxford University Press. ISBN 978-0-19-530513-5.
  6. ^ According to all accounts, he was an enlightened and merciful ruler...
  7. ^ Perry 2010.
  8. ^ ...the bulk of the evidence points to their being one of the northern Lur or Lak tribes, who may originally have been immigrants of Kurdish origin., Peter Avery, William Bayne Fisher, Gavin Hambly, Charles Melville (ed.), The Cambridge History of Iran: From Nadir Shah to the Islamic Republic, Cambridge University Press, 1991, ISBN 978-0-521-20095-0, p. 64.
  9. ^ a b Perry 2012, r. 18.
  10. ^ a b c Perry 1991, r. 66.
  11. ^ Garthwaite 2005, r. 184.
  12. ^ a b c Perry 1991, r. 67.
  13. ^ Perry 1991, r. 68.
  14. ^ Perry 1991, r. 69.
  15. ^ Perry 1991, r. 72.
  16. ^ a b Perry 2011, rr. 561–564.
  17. ^ Perry 1991, rr. 90-91.
  18. ^ Perry 2011, rr. 561-564.
  19. ^ a b c Perry 1991, r. 91.
  20. ^ a b Perry 1991, r. 92.
  21. ^ Shaw 1991, r. 311.
  22. ^ Perry 1991, r. 93.