Here naverokê

Kerîtî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nîşana Navneteweyî ya Kerbûnê ji bo naskirina wan cihên ku xizmetên zêdekirina bihîstinê, bi taybetî amûrên alîkariya bihîstinê, pêşkêş dikin, tê bikaranîn.

Kerîtî an jî kerî di warên kulturî û bijîşkî de xwediyê pênaseyên cihêreng e. Di warê bijîşkî de, wateya kerîtiyê windakirina şiyana bihîstinê ye ku rê li ber têgihiştina zimanê axaftinê digire; ew rewşeke odyolojîk e.[1]

Warê bijîşkiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di warê bijîşkî de, kerîtî wekî asteke zehmetiya bihîstinê tê pênasekirin ku tê de kes nikare axaftinê fêm bike, tevî ku deng were bihêzkirin jî.[1] Di rewşa kerîtiya kûr de, dibe ku kes nikaribe heta wan dengên herî bilind jî bibihîze yên ku ji hêla odyometreyekê ve têne derxistin (amûrek ku ji bo pîvandina bihîstinê bi rêya derxistina dengên ton-paqij di nav rêzeke frekansan de tê bikaranîn). Di rewşa kerîtiya tam de, ti deng nayên bihîstin; çi deng were bihêzkirin û çi jî rêbaza derxistina deng çi be bila be.

Ji hêla neurolojîk ve, ziman di heman deverên mêjî de tê pêvajokirin, çi kesê têkildar ker be û çi jî bibihîze. Nîvê çep ê mêjiyê qalibên zimanî pêvajo dike, çi bi rêya zimanên îşaretan be û çi jî bi rêya zimanên devkî.[2]

Kerîtî dikare li gorî çar cureyên cuda yên windakirina bihîstinê were dabeşkirin:

  • windakirina bihîstinê ya veguhêz (konduktîv),
  • windakirina bihîstinê ya demare-wergir (sensorînoral),
  • windakirina bihîstinê ya têkel, û
  • nexweşiya spektruma neoropatiya bihîstinê.

Gî ji van formên windakirina bihîstinê tesîreke neyînî li ser bihîstina însanê dikin; kes nikare dengan bi awayekî rast fêm bike an jî şîrove bike. Ev cureyên cuda yên windakirina bihîstinê li beşên cuda yên guh çêdibin û ev yek jî dibe sebeb ku agahiyên hatine bihîstin bi awayekî rast negihîjin mêjî.

Warê kulturiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Alayê kultura keratiyê

Di warê kulturiyê de, kultura kerîtiyê (Deaf culture) behsa komeke kulturî ya xwedî têkiliyên nêzîk dike ku zimanê wan ê sereke zimanê îşaretan e û ew li gorî normên civakî û kulturî yên cuda ji yên civaka derdorê ya kesên bibihîzin, tevdigerin. Ew civak ne bi awayekî otomatîk gî kesên ku ji aliyê klînîkî an yasayî ve ker in li xwe digire, û ne jî her kesê ku dikare bibihîze li derve dihêle. Li gorî Baker û Padden, ew her kesî li xwe digire ku "xwe wekî endamekî civaka keriyan dibîne û endamên din jî wî kesî wekî beşek ji civakê qebûl dikin";[3] meseleyek ji vê yekê zarokên mezinên kerr in ku xwediyê şiyana bihîstinê ya normal in.

Ew koma baweriyên civakî, tevger, huner, kevneşopiyên edebiyatî, tarîx, nirx û saziyên hevpar ên wan civakan li xwe digire ku ji ber rewşa bêhîstiyê tesîr bûne û zimanên îşaretan wekî amûra sereke ya ragihandinê bikar tînin.[4]

Herçend kerîtî pir caran di meseleya seqetiyê de tê nirxandin jî, endamên civaka kerîtiyan bi gelemperî li kerîtîbûnê wekî cudahiyeke di ezmûna însanî de an jî wekî kêmîneyeke zimanî dinêrin.[5]

Yekê qeyda naskirî ya derbarê zimanê îşaretan de di tarîxê de, di esera Platon a bi navê *Kratylus* de cih digire ku di sedsala 5ê a b.z. de hatiye nivîsandin. Di diyalogeke li ser "rastiya navan" de, Sokratês dibêje: "Werin em texmîn bikin ku ne deng û ne jî zimanê me hebûya û me bixwestaya bi hev re têkiliyê deynin; gelo wê ne lazim bûya ku em jî, mîna kesên kerr û lal, bi dest, ser û beşên din ên laşê xwe îşaretan bikin?"[6] Îdiyaya wî ya ku kesên kerr xwediyê şiyana zikmakî ya têgihiştina ziman in, bû sebeba nakokiya wî ligel şagirtê wî Arîstotelês; yê ku digot: "Kesên kerr ji dayik dibin, gî bêhiş û bêşiyana ramanê dimînin" û "bêyî şiyana bihîstinê, raman-meşandin ne pêkan e".

Ev daxuyanî dê di seranserê sedsalan de deng veda û heta sedsala 17an alfabeyên destî dest pê kirin, û herwiha gelek gotarên li ser perwerdehiya kerîtiyê jî derketina holê, wek Reducción de las letras y arte para enseñar a hablar a los mudos ('Kêmkirina tîpan û hunera fêrkirina axaftinê ji lal re'), ku ji hêla Juan Pablo Bonet ve di sala 1620ê de li Madrîdê hatiye nivîsandin, û Didascalocophus, an jî, Mamosteyê kerr û lal ku ji hêla George Dalgarno ve di sala 1680ê de hatiye nivîsandin.

Di sala 1870ê de, perwerdekarê xêrxwaz ê fransî Charles-Michel de l'Épée yekê mekteba beleş a cîhanê ji bo kerîtiyê vekir. Mekteb di sala 1791ê de ji bo fînansmana hikûmetê erêkirin wergirt û wekî "Enstîtuya Neteweyî ya Kerîtî li Parîsê" hate zanin.[7] Mektebê îlhama vekirina tiştê ku îro wekî Mekteba Amerîkî ya Kerîtiyê tê zanin, mekteba herî kevn a daîmî ji bo kesên kerr li Dewletên Yekbûyî, û nerasterast, Zanîngeha Gallaudet, yekê mekteba cîhanê ji bo perwerdehiya pêşkeftî ya kesên bi kerîtî û kêmbihîst, û heta îro, tenê saziya xwendina bilind ku hemî program û xizmet bi taybetî ji bo xwendekarên kerr û kêmbihîst hatine çêkirin, da.

  1. 1 2 Elzouki AY (2012). Textbook of clinical pediatrics (Çapa 2). Berlin: Springer. r. 602. ISBN 9783642022012. Ji orîjînalê di 14 kanûna pêşîn 2015 de hat arşîvkirin.
  2. Campbell, Ruth; û yên din. (29 hezîran 2007). "Sign Language and the Brain: A Review". Journal of Deaf Studies and Deaf Education. rr. 3–20. doi:10.1093/deafed/enm035. PMID 17602162. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.
  3. Baker, Charlotte; Padden, Carol (1978). American Sign Language: A Look at Its Story, Structure and Community.
  4. Padden, Carol; Humphries, Tom (2005). Inside Deaf Culture. Harvard University Press. ISBN 978-0-674-02252-2.
  5. Burrows, Kathryn (2022). "The Societal Shaping of Deaf Technological Advancements". Atomic Academia. doi:10.62594/AAPJ0007.
  6. "Cratylus, by Plato". gutenberg.org. Roja gihiştinê 5 sibat 2022.
  7. "Institut National de Jeunes Sourds de Paris" (PDF). Ji orîjînalê di 10 çiriya pêşîn 2014 de hat arşîvkirin (PDF).