Kerebîç

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kerebîça baxçeyan, li Ewropayê ev bêhtir tê zanîn

Kerebîç (Gypsophila) riwekek ji malbata mêxekê (Caryophyllaceae) ye. Him riwekeke salî ye, him jî salanî.

Nêriyên wê bi hev re digihên. Di bijîşkiya gelêrî ya kurdî de kokên wê tên bikaranîn. Herwiha ji kokên vê riwekê biharbêhnê (biharat) jî çêdikin. Gelek cureyên wê hene. Pelên wê şîn-kesk, nêriyên wê spî ne. Tê gotin li cîhanê 100 cureyên vê kulîlkê hene, pirranî li rojhilatê Deryaya Reş tên dîtin. Li Kurdistanê çend cureyên wê hene, ne diyar e, lewra lêkolîneke zanistî li ser floraya Kurdistanê nehatiye kirin û navên riwekan nehatine standardkirin. Dibe ku li hin deveran bi navên din bê binavkirin. Li bakurê Amerîka, Awistraliyayê jî hêşîn dibe.

Li cîhana rojavayî du cureyên wê di baxçeyan de pirr tên çandin (G. paniculatum û G. elegans).

Ji vê riwekê demekê bo şuştinê sûd dihat wergirtin, sabûnê de dihat bikaranîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gordon Cheers (Hrsg.): Botanica. Random House Australia 2003. Deutsche Ausgabe: Tandem Verlag GmbH 2003, ISBN 3-8331-1600-5.
  • Werner Rothmaler: Exkursionsflora für die Gebiete der DDR und der BRD. Band 2: Gefäßpflanzen, 14. Auflage. Volk und Wissen, Berlin 1988, ISBN 3-06-012539-2. (ne bi kurdî ye)
  • Otto Schmeil, Jost Fitschen, Werner Rauh: Flora von Deutschland und seinen angrenzenden Gebieten. 84. Auflage. Quelle & Meyer, Heidelberg 1968. (almanî)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]